Guherandin Lê Belê Bi Bal Îslamê Ve

Article

Guherandin û pêşketin başe. Ji her milletî re lazime jibo peşketinê xwe biguhere û xwe nû bike. Le belê ev guherandin lazime jibo gelê musluman bibal Îslamê ve be. Heger ji ğeyrî Îslamê bibal rêyeke dî ve be, ev wendakirin û xisare. Xudayê teala di sûreyê Ra’d di ayeta 11an da weha ferman dike. “… Qewmek heta xo neguhere, Xweda wî qewmî naguherîne…” (Ra’d -11) ev ayet di mealnên dîtir de bi vî awayî hatiye nivîsandin. “Ewna heta ku wa qencîyên di nefsa xwe de neguherin, bêşek Xuda nî’meta liser wî qewmî naguhere.” Heta ku qewmek vî tiştê bixwe ra ji qencîyê û başîyê neguhere, Xudayê teala vê nî’meta liser waye ranake. Îrada bi bal qenciyê ve çawa di dest milleta daye, îrada bi bal xerabîyê jî di dest milleta daye.  

Nî’meta herî mezin liser însên, elbet nîmeta dînê Îslamê ye ku Îslam se‘adeta dinya û axîretê bi hevra dide însên. Bi Îslamê pêşketina axîretê çawa bidest dikeve, ya dinyayê jî bi vî rengî bidest dikeve. Dîrok şahide ku her çi qewm bi heqqî li pey Îslamê çûne her bipêş ketine. Û milletê ku ji Îslamê dûr ketine jî her zelîl bûne.

Însan pir caran di jiyana xwe da qîmeta tiştekî di destê wî de nizane. Çawa ku însan heta bêhewa nemîne, qîmeta hewayê fêm nake. Weke her milletî çi ‘Ereb çi Faris çi Tirk milletê Kurd jî nî’meta herî mezin di desta wan de nî’meta Îslamêye.  Bi nî’meta Îslamê di dîrokê de cihê xo girtine û ji ummetê ra bûne pêşîvan.

Kurdê ku ne di rêya Xuda de bin, ya jî bi nî’meta Îslamê şa nebûne, dîrok û însanîyetê ew jibîr kirine. Sunnetûllah, qanûna Xuda, heta roja qiyametê tim yeke û nayê guhertin. Îzzet û şerefa milletan bi Îslamêye.

Heger milletê kurd bixwaze xo biguhere jibo tiştna, lazime xo biguhere bibal Îslamê ve. Kêmaniyên ku bi te’sîra ğerbê çêbûne di jîyanê de, lazime biguherîne bi bal qencîyê û îtae’ta Xuda û xweyderketina li Îslamê ve.

Heger meriv bêje ji nî’metên dinyayê yek jî dewlete, Îslam mirov dike xweyî dewleteke herî mezin. Ev dewlet temamê dewletên Îslamê dixe hundirê xo û bi vê tenê namîne, çi cihê ku musluman lê hene ji însan ra dike dewlet û cih û mekan. 

Însanekî muslumanê kurd bifikirin ku Xuda muhafaza cilê Îslamê ji ser xo daniye û ji Îslamê dûr ketiye, guhertineke bi vî rengî di xo da çêkirîye. Ev kurd gelo wê bikeve çi halî. Ev nîmeta liser, digel zimanê wîyê kurdî jî wê ji desta here û wê nema bê naskirin. ‘Adetên Îslamê ji qewmê kurd ra bûne ‘adetên kurdî. Bi rabûn û rûniştinê tevgera nav aîle û millet tevde rengê xo ji Îslamê sitendine. Lê belê ew kesên kurdin û ji Îslamê dûr ketine, tu dibînî ku di jiyana wan de tevî Îslamê kurdîtîya wan jî nemaye. Exlaqê wan bi her awayî bûye ji rengê ğerbê. Xwe ji dostanîya muslumana kirine û ğerbî û kafiran jî tiştek nedaye dest wan.  

Heger guhertinek çêbibe di qewmekî de bibal xerabîyê ve, Xuda piştî ku nî’meta xo ji wan sitend, pêvajoyek destpê dike bibal helakê ve. Lewra ku Îslam rabû ji nav milletekî her new‘ê xerabîyê di nav wî milletê de mubah dibin. Roj bi roj ew qewm berjêr dibe û dimeşe bibal ğezeba Xuda ve. Neû’zûbîllah ku Xuda li qewmekî hate ğezebê kes nikare wê ğezebê ji ser wana vegerîne. Weke çawa Xuda ferman kirîye di dewame vê ayetê de “…Xuda ji qewmekî ra xerabîyê (ğezeb û helakê) ku îrade bike, hingê kes nikare wana vegerîne.. Jibo wana ji Xuda pê ve tu dost nînin.” ( Ra’d -11)

Ji ber vêna lazime ku heta qiyametê milletê kurd xo ji ben û werîsê Xuda neqetîne. Zanibe ku xo ji benê Xuda xo berde, wê here helakê û ne dinya tenê û ne jî dewlet bi tenê, wê axîreta xo jî wenda bike. Dua’ û temennîya me ji Xweda eve: “Ya Rebbî! Tu me hîdayet bikî bi bal sîrata (rêya) musteqîm ve.  Rêya wan kesên ku te nî’met li wan kirîye, ne ê ku tu li wan hatîye ğezebê ya jî ku çûne delaletê.” Amîn. (Fatiha-6,7)

                                                                                                              Yahya Êzdarî

Di debarê nivîskar de

Têhev

12

Gotar

Ê Berê Li Ser Qiseta Hz.Yûsûf (A.S)
Ê Li Pey LI SER ŞÊWRÊ

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.