Tesewwif- 5

Article

‘Ilmê Tesewwûfê, ‘ilmekî seha wê gelek fireh e. Di derbarê vî ‘ilmî de gelek pirtûk û rîsale hatine nivîsandin. Bi taybetî di ‘esra selefan de kesayetên wek Harisê Muhasibî di telîfa ‘ilmê Tesewwûfê de xwedî kedek e mezin in. Harisê Muhasibî digel ‘ilmê kelama Ehlê Sunnet û Cema’etê di Tesewwûfa Ehlê Sunnetê de jî xwedî mekanek girîng e. Kesayetên wek Îbnî Furek û Îmamê Ğezalî gelek ji pirtûkên wî îstîfade kirine û di pirtûkên xwe de cihekî fireh dane kelamên wî.

Di hejmarên çûyîn de me peyva xwe li ser jiyana kesayetên girîng di Tesewwûfê de domand. Emê vê hejmarê bi destûra Xweda Te’ala weke navbereke biçûk bidin jiyana van kesayetan û hinek minak ji klasîkên Tesewwûfê pêşkêşî we bikin û pey re emê di derbarê jiyanên kesayetên Tesewwûfî de peyva xwe bidomînin da ku ‘acizî çênebe.

Dema behsa klasîkên Tesewwûfî di ‘esra duyem de tê kirin, pirtûka Er Rî’aye tê bîra ehlê ‘ilmê. Harisê Muhasibî di vê pirtûka xwe de gelek mijarên Tesewwûfê û ‘Îrfana Îslamî nivîsandiye. Ji ber ku pirtûkeke dirêj e em nikarin li vê derê cî bidin naveroka wê. Lê pirtûka heman kesayetî “Rîsalet’ul-Musterşidîn” digel naveroka xwe a biçûk gelek wateyên Er’Rî’aye di xwe de dihewîne û bi rastî jî pirtûkeke mezin e ji bo murîdê rêya Tesewwûfê.

Harisê Muhasibî dibêje:

BI NAVÊ ALLAHÊ REHMAN Û REHÎM

Hemd mafê Allah Te’ala ye ku jê re ewwel û axir nîne. Bi qasî nî’metên ku daye hemd jê re bin. Weke yekî ku Wî Reb dizane û yekîtiya Wî fêm kiriye ez şehdeyê tînim ku ji wî pê ve tu îlah nîn in. Yek e û tu hemkufê Wî nîn e û dîsa ez şehdeyê tînim ku Muhammed ‘Aleyhîsselat û Wesselam qasid û ‘ebdê Wî ye.

Xweda Te’ala ji bo wehya ku wê bişanda Wî neqande û ew kire Xatem’ul Enbiya. Wî kire delîleke zindî ji bo tevî mirovan da ku, “ Yên mirin jî bi delîlekî bimrin û yên dijîn jî bi delîlekî bijîn…”(6/42) û ez dîsa bawerî tînim ku Xweda Te’ala ji nav ‘ebdên xwe yên bawerî anîne hinek ‘ebdên ‘eqlên wan pêşketî, Wî û emrên wî dizanin neqandiye. Bi wefakariyê, exlaqê mezin, tirsa Xweda û rûmeta jê re wesfê wan daye û bi vî awayî kerem kiriye:

“…Bi tenê yên xwedî aqil vê fêm dikin. Ew ên ku peymana bi Xwedê re dane bi cih tînin û peymanên xwe qet naşikênin. Ew ên ku xwe dighînin a ku Xwedê bigihandina wê ferman kiriye, ji Xwedayê xwe ditirsin û ji hesabdîtineke xirab saw digirin.” (13/19-21)

Naxwe, Xweda Te’ala dilê kî veke û tesdîq di dilê wî de cih bigre û ew jî dilxwaziya dîtina rêyekî bi bal Xweda Te’ala ve be; kitêba Xweda, sûnneta Resûlê Wî û xetika şerî’etê a ku bi tifaqa îmamên hîdayetê hatiye danîn biparêze dikeve rêya wan kesên aqilmend.

Ellah Te’ala wiha kerem kiriye:

“ Bêguman ev riya min e, riya rast û durust e, bidin pey wê û nedin dûv rêçikên din, vêca ew ê we ji riya Xwedê biqetînin. Ev a (hatî gotin), Xwedê bi wê ferman li we kiriye da ku hûn bi teqwa bin.” (6/153) Riya herî rast ku Xweda Te’ala bangî ‘ebdên xwe dike bi bal ve, ev rê ye.

Qasidê Xweda jî wiha kerem kiriye:

“Ez tewsiya we bi ser mayîna sunneta xwe û sunneta xelîfên raşid dikim, jê veneqetin û bi diranên xwe hişk pêgrin.” (1)

Divê ku hûn zanibin:

Wezîfeyên ku kitaba Xweda Te’ala li me bar dikin ev in:

Bicîanîna emr û nehyên Wî.

Tirs û hêviya digel hev li hember gef û we’dên Wî.

Bawerî anîna bi muteşabbihên (ayetên ku wateyên wan veşartîne) Wî.

Nesîhet girtina ji qisse û minakên Wî…

Ha! Dema tu van tiştan bicihbînî, Tu yê ji tarîtiya cehaletê derkevî ronahiya ‘ilmê û ji ‘ezabê gumanan bighîjî rehetiya ‘ilm (yeqîn) ê.

Xweda Te’ala wiha kerem dike:

“Xwedê, dost û arîkarê wanên ku bawerî anîne. Wan ji tarîtiyên kufrê derdixîne bal ronahiya îmanê ve…” (2/257)

Bi tenê wan kesên ku Xweda Te’ala aqil daye wan vî tiştî ferq dikin û di derbarê wî de dilxwaz in.  Ha! Ew hukmên ku aşkerene bicihtînin û ji yên ku bi şubhe û guman in jî xwe durdixînin.

Resûlê Xweda ‘Eleyhîsselat û Wesselam wiha kerem dike:

“Helal eşkerene û heram jî eşkerene. Di navbera wan de hinek tişt hene ku dişibihin heraman jî û dişibihin helalan jî (bi guman) in…” Terikandina tiştên bi vî awayî ji kirina wan bi xêrtire. (2)

Ji bo tu bibî Muminekî heqîqî:

Niyeta xwe baş zanibe. Îrada xwe nasbike. Lewra mukafat li gor niyeta ne.

Resûlê Xweda ‘Eleyhîsselat û Wesselam wiha kerem kiriye:

“Kirin li gor niyeta ne. Ji herkesî re tiştê niyet kiriye heye.” (3)

Ji bo Xweda Te’ala bi teqwa be, lewra: “Musulman ew kese ku mirovên din derheqê ziman û destên wî, di ewlehiyê de ne. Mumin jî ew kese ku; mirovên din jê bawer û emîn in.” (4)

Cenabê Ebûbekir Razîbûna Xweda Te’ala lê be wiha gotiye:

“Bi ta’eta Xweda Te’ala teqwadar be û bi teqwayê xwedî ta’et be… Ji dest dirêjiya xwîna Musulmanan bitirse. Zikê xwe ji xwarina malên wan, zimanê xwe jî ji dirêjiya heysiyeta wan biparêze.”

Ji ber tevî fikr û xewatirên tên qelb, ji xwe hesab bipirse!

Di her nefesên ku distînî, bila Xweda di bîra te de be.

Cenabê ‘Umer (Razîbûna Xweda Te’ala lê be) gotiye:

“Beriya ji we hesab bê pirsîn hûn ji nefsa xwe hesab bipirsin. Beriya ku ‘emelên we bên wezinandin, hun ‘emelên xwe biweznînin. Ji bo roja ku tu tiştekî veşartî namîne amadehiyê bikin.”

Di derbarê dînê xwe de ji Xweda Te’ala bitirse.

Di tevî karên xwe de ji Xweda Te’ala hêvîdar be.

Ji ber tiştên hatine serê te sebrê bikêşîne.

Cenabê ‘Elî (Razîbûna Xweda Te’ala lê be) gotiye:

“Ji bilî gunehên xwe ji tiştekî dî netirse, ji bilî Rebbê xwe ji kesekî dî hêviyan neke. Bila tu kes ji pirskirina tiştên nizane şerm neke û hîn bike. Dema tiştekî ku nizane jê hat pirsîn jî, bila ji gotina: nizanim şerm neke.”

Ji bo beden serî çibe ji bo îmanê jî sebir ew e. Dema serî bê jêkirin beden jî pê re diçe.

Dema te peyveke ku dirêjî rûmeta te dibe û te aciz dike sehkir bibexşîne û jibîrbike! Ev yek ji ‘ezm’ul umûr (karên mezin) e.

‘Umerê Kurê Xettab (Razîbûna Xweda Te’ala lê be) gotiye:

“Kesê ku ji Xweda Te’ala bitirse li pey xezeba xwe naçe. Kesê ku ji bo Xweda Te’ala teqwadar be dilê wî çi bixwaze nake. Heger ku roja hesabê nînbûna we yê ji min hinek tiştên din dîtibûna.”

Bimînin di xêr û xweşiyê de.

Dê bidome…

 

Amedekar: M. Ce’fer Bêcirmanî

Çavkanî:

1.      Ehmed, Ebû Dawûd, Tirmîzî û Îbnî Maceh riwayet kirine.

2.      İmam Ehmed, Buharî, Muslîm, Ebû Dawûd, Nesaî, Tirmîzî, Îbnî Maceh, Darimî û hin muheddisên din ji Nu’manê Kurê Beşîr rîwayet kirine.

3.      Buharî û Muslîm ji ‘Umerê Kurê Xettab rxl. rîwayet kirine.

 

4.      Îmam Ehmed, Nesaî, Tirmîzî, Hakîm û Îbnî Hîbban ji Ebû Hureyre rîwayet kirine.

Di debarê nivîskar de

Têhev

4

Gotar

M. Ce’fer Bêcirmanî

Ê Berê Tesewwûf - 4 (Uweysê Qernî)
Ê Li Pey Tesewwûf-5

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.