Şîroveya Hin Çarînên Baba Tahirê Ûryan

Article

Di dil de neqşê xeyalêt di şeva reş, Xeyalê xet û xalêt di şeva reş,
Min çavê’ xwe b’tîrê’ mujankan girtin, Da bibînim cemalêt di şeva reş

Dema şevê mirov hîn pir li dûrî dinyayê ye. Hîn pir li dûrî tiştên hundirê dinyayê ye. Dibe şev û çavê xwe digre û bijankin xwe derdora çavê xwe re dike çît. Nehêle tu şewq jibo cemala xwedayê Teala bibe asteng. Şev çavê xwe digre û dikeve alemek dinê. Ev alem ne dinyaye. Ev alem alema li cem xwedayê Teala ye. Ji dinyayê koçberî axîretê dike û wî digihijîne cemala Xwedayı Teala ango xweşikbûna Xwedayı Teala.

Misilmanan, sê derd hatin bi yek car, Xerîbî û esîrî û xema yar,
Xerîbî û esîrî l’min hêsan in, Lê xema yar zehmet e, wê çi be kar.

Li bawermendên Îslamê ango misilmanan gelemperî ev sê derd her tim li ser wan peyda bû ye. Îro jî hîn berdewame. Li vê erdnîgariya Kurdistanê jî xerîbi û esîrî hîn didome. Yan li welatê xwe dibe xerîb yan jî dibe koçber û penaber.  Mina misilmanên Araqanê xerîbin. Mina Mislimanin girtîgehê de ne, di zîndanê de hêsîr in. Lê belê ev her du derd derbasdar e. Temenê mirov biqede ev derd jî dawî dibin. Lê belê jiyanek bê xweda dojeh e. Aşiq bê maşûq be, dil bê dîlber be û li dû pergalên beşerî de biweste, ew kirinên wî hemû li ba xweda bê nirx e. Ya girîng jî eve ku mirov her tim jiyana xwe di riya xwedayê xwe de bidomîne. Dev ji rê û rêça pîroz bernede û ev domandin hewceye heta lahza dawiyê bidome.

Ez bazek bûm û ez çûme nêçîrê, Sîyehdestek avêt baskê min tîrê,
Neçêre l’ber çeşmezaran bi xeflet, Yê xafil diçêre, xafil d’xwe tîrê.

Ez jîr bûm. Jêhatî bûm. Lê belê ez xafil bûm. Vir de qala destekî qilêrî dike. Ev destê qilêrî tiştên li dijî riya mustaqîm nîşani me dide. Dema tu ket xefletê dibe ku te îman wendakir û tu li ser kufrê çû. Mîna lehengê Feqîyên Teyran Bersisê Abid. Aqil tena serê xwe bikêre. Yên bi tenê eqlê xwe bawer be di xefletê de ne. Çawa kû çav di şikevteke tarî de pêywira xwe bi cih nayine. Çav hevce bû kû bidîta lê belê fonksyona xwe bi cih nayine. Ji bo çav bivîne pêwîste şewqek bigihije çavan. Ew şewq wahiy e. Ango bêwahîy aqil di xefletê de ye.

Dilê min bê te herdem bêqerar e, Jibil ezîyeta min ew bêkar e,
Du dest bi ser dixe wek tiflê bedxû, Şev û roj dest ji vî karî naqere.

Dil bi xweda re be dilşade. Lê belê wexta dil bê xweda tevbigere wê gavê jî dil di valahîyêdeye. Nêziktiya rojê ango tavê, ji xeynî elemê her tişt bêkar e. Lê belê ev êş û elem jibo te ye ya rab. Ev rewş çi şev çi roj didome. Mina tavê ango rojê. Heke mirov bixwaze tav bi rastî tişteki çawa ye pêwîste nêzîkî tavê bibe û bi tavê re bibe yek. Lê belê dema çiqas nêzîkî tavê bibe ew qas ewê bê şewitandin û helandin. Bê vê şewitandin û helandinê ewê hîn pir tavê –rojê hîs û nas bike. Lê belê li hember vê rewşe êşekê jî pêk bê. Lê hember vê êşê jî sebr û şukur heye. Di nêzîkbûna rojê û kişandina êşê de pîvanek vacî heye. Çi qas nêzîk bibe wusa biêşe. Çi qas biêş be, wusa dilşade.

Min dît laleyek esîrê xarê, Mi’ got, kengî te biçînim ey lalê,
Go ey baxvan qebûlke mazeretê, Dereng fêkî dide, dara dostîyê

Baxvan dixwaze ku gulê dest bixe û bihn bike. Lê belê lale jê re dibê ku hîn zû ye. Hîn ne wexta bîhnkirinêye. Pewîste tu hîn bixebite û min razî bike. Di jîyana bawermendan de armaca herî sereke razîkirina Xwedayê Tealaye. Ji xeynî vê razîkirinê li dû tu razîkirinan nareve û naweste. Lewra Xwedayê Tealaye jê razî be, hemû cîhan jê ne razî be ne girînge. Razîkirina mirovan di razikirina xweda de veşartî ye. Mirov dinyayê û têştê hundir dinyayê ji xwe razî bike û li hember vê yekê Xwedayê Tealaye ji xwe razî neke ev tevgera wan hemû beyhûde ye.  Di vi warî de gotinek îmamê Şafîi balkêş heye. “Razîkirina mirovan pir zor e. Jibo vê yekê, tu her dem di nav xebata razîkirina Xwedayê Tealaye de be. Bila yekane derd û armanca te ev be.

Were carkê halêm bibîne dilber, Dilêm teng e, îşev li min be perwer,
Te gul bi ser kirye, ey nûgula min, Ez li dewsa gulê, kulma’ dixim ser

Ji bo mirovên bawermend ku xwe bigihijîne asta herî bilind ango bi maşûqê xwe bibe yek. Heke nebe yek di xwe de kêmasî û valahîyekê dibînê. Ev encam digel xwe êş û elemê tîne. Her tim dixwaze bi Xwedayê Teala re çavê xwe bigre û dîsa her tim dixwaze bi Xwedayê Teala re çavê xwe veke. Her gav bi xweda re be. Ev tevger armanca wî ye û dilê wî ji tengasiyê derdixe firehiyê û şad dibe.

Dilêm zar û dilêm zar û dilêm zar, Tebîb bînim ku derdêm bike tîmar
Tebîbê ku min bibîne wilo zar, Ew ê derman bike derdê min, naçar

Dilê min bi jan e û ez perîşanim. Tebîbek bîne ku derdê min bike derman. Ew tebîbê ku min di vî halî de bibîne ewê derdê min derman bike. Xwedayê Teala min di vî halî de nahêle û ewê derdê min derman bike. Derdê min gelekî mezine û tebîbê derdê min jî xweda ye. Tenê xweda kanî derdê min derman bike. Xwedîyê derd û dermanan xweda ye. Li hember kîjan derdî kîjan derman tê Xwedayê Teala dizane.

Tu yî lêvşekirîn û yasemînber, Ez im ê dilbirîn û çavê’ min ter
Ma tu ditirsî tu bê hemêza min, Û bihelî, weku dihele şeker

Dixwaze ku bi îmanê tije bive û ev îman qet wî bernede. Ango îmana wî mayinde be. Di hundirê wî de du alem hene. Ev alema ku fanîye her dem dev jê berdide û di nivê rê de dihile. Armanca vê dinya hanê tenê azmûn e. Ji xeynî vê gayeyê tevahî xapanok e. Ya din jî alema îmanê ye. Ji bo vê îmana tije bi dest xe çav her tim şil û bi girîye.

Ez ku li çolan digerim şev û roj, Û histêran dibarînim şev û roj
Ne tayî me û ne derek min têşe, Ez vê zanim ku dinalim şev û roj

Tê gotin ku ev eşqa wî, evîna wî di nava zivistanê de dema ku li ser çayê Elwendê di nav berfê de rûdinişt, ew berf diheland. Ev kesê di vê helwestê de ye hem hundirê xwe hem jî derveyê xwe, derdora xwe ronî dîke. Dema mirov li ba wan be, di bin bandora wan de dimîne.

Tu ku zanî, bi min çare biamoj, Ku ez van şevan bi kê re bikim roj
Geh dibêjim, ma wê çi dem roj derê, Geh dibêjim ku ti dem dernayê roj

Heke dawîya rojekê me neheqî û zilm li tû zindiyan nekiribe, wê çaxê inşallah em karin bi dilekî aram vekevin. Lê dijî vê rewşê ango roja me bi neheqî û zilmê derbas bûbe, hewceye bawermend ne aram bin. Dibe ku ev şevên tarî qebra mirov be jî. Heke li dinyayi ezmûna pîroz bi serfirazî derbas kiribe ku ew qebr jê re dibe bexçakî bihuştê. An jî vê ezmûna pîroz gorî rê û rêzikên îlahî, ne bihurandibe ew qebr jê re dibe kortek ji dojehê.

Wer’ bilbil em binalin ji serê soj, Were eşqa seher ji min biamoj
Tu jibo gula pêncrojan dinalî, Ez jibo dilaraya xwe şev û roj

Hezkirinin me yê dunyevî tevahî derbasdare. Lê belê dema ev hezkirina me jibo razîkirina xwedayê Teala be, ewê li axiretê me pêşbazî bike. Ewê bibe nîmetên bihuştê. Ev tiştê li dinyayê derbasdar, bi razîbûna xwedayê teala dibe mayinde. Dibe danûsendinek bikêr. Hezkirinên li dijî razîkirina xwedayê Teala, her razîbûnên derbasdarî heta devê qebrê ye. Heke em bixwazin ku kirinên me bi erênî derbasî axîretê bibin, her tiştî bi navê xweda bide, bi navê xweda bistîne, ji bona xweda hez bike û dîsa jibo xweda biqehire. Heke bi rasti em evîndarê xwedayê Teala bin, hewceye em her dem riya wî bişopînin. Di vê şopandinê de her dem wê asteng û musîbet li pêşberî me bin. Di vê riyê de kişandina êşê jibo axîretê bibe xelat.

Gula wê l’bin simbila sayeperwer, Nîhala qameta wê xurma nûber
Ji eşqa vê sipehiya gula sor, Mîna bilbil dinalim ez li herder

Bilbil û gul, aşiq û maşûq, dil û dîlber, dildar û dilketî, beden û rih. Ev têgehên evînê di helbestên Baba Tahirê Uryan de bi heman wateyê tên bikaranîn. Di navbera van têgehan de têkilîyek heye ku armanca vê pêwendiyê  “wan bigihijîne hev” Lê belê ev armanc li dinyayê ji sedî sed pêk nayê. Gihaştina vê armancê li axîretê pêk tê. Ev gihaştin ne jibo herkesîye tenê jibo bawermendan e. Li vir kulîlka simbil kulîlkeke taybet e. Li gorî kulîlkên din hîn zû vedibe ango kulîlka ewil vedibe simbil e. Ji ber vê ewilbûna kulîlka simbil bi ayeta destpêkê bi “Bîsmîllah”ê ve tê pêwendîkirin.

Evîna min ji bilî siya Xwedayê Teala ne li bin tu siya ye, ne li bin tu siyayê dinyevî û beşerî ye. Evîna min tenê di bin siya navê xweda deye. Ev siya hanê mirovên bawermend perwerde dike û digihijîne cemala Xwedayê Teala. Ez jî li bin vê sîyê mîna darek hîn nû berê xwe didim. Ev evîn di hundirê min de xwe tije kir û tîna wê da der dorê. Ango ez gihaştim asteke wiha ku êdî ev êvin ji hundirê min ve diherike derve…..

 

 

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

6

Gotar

Ê Berê Şervanê Ûhûdê Yê Cehennemî
Ê Li Pey Şîroveya Hin Çarînên Baba Tahirê Ûryan - 2

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.