HUSEYN REHBER

Article

Şehîd û ‘hamîyê Îslam

Huseyn ey Rehberê navdar!

Selam ser we be sub‘h û şam

Selamê Xaliqê ‘Xeffar

 

Tu car em we ji bîr nakin

Ji de’wa we xwe dûr nakin

Cema‘eta we pîr nakin

Betal nasekinin bê kar

 

Ji bo we şahidim her an

We de’wa Xaliqê Rehman

Meşand ajot ji qelb û can

Şev û roj ey ‘ezîz û yar!

 

Ji bonî hukmê Qur’anê

Bibe hakim li cîhanê

Cesûr derketî meydanê

Bi misle Heyderê Kerrar

 

Ji bonî kû musulmana

Ji hukmê kufr û şeytana

Xelaskî rehbere zana

Bi hukmê Heq bijîn rizgar

 

We cehd û kefaret pur da

Li bajara tevî gunda

We cah û mal û can ser da

Ji vê dunyê xwe hişt bê par

 

Di nav bid’ên weke bahoz

We ce’da sunnetê kir doz

Bi tu dozê dî nekir poz

Bi taybet dozreha zengar

 

Ji îfrat û ji tefrîta

We xwe dûr kir di her şerta

Revîn ji şuhret û forta

We îxlas tim kire serkar

 

We fikra ummetê da me

Sîyer kir ders û rêzname

Rîsalên Nûr we kir fame

We qelb û can kirin gulzar

 

Berî we bê serî bûn em

Bela bûn sed kerî bûn em

Ji dujmin re terî bûn em

We me kir tizbîyû hêzdar

 

We me kir bend û Hîzbullah

‘Ezîz û serbilind wek şah

Ji mezlûma re baregah

Bi hev ve em kirin bizmar

 

Ji we re em şukurdar in

Bi de’wa we fikirdar in

Bi rêza we ve bizmar in

Ji Mizgîn sed selam serdar

 

 

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

6

Gotar

Mela Mîzgîn

Ê Berê Lı Ser We Em Hezînin
Ê Li Pey Ey Dilo Rabe!

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.