Rafiziyê Huriyetê Kolê Nefsê Ne

Article

Bîsmîllahîrrehmanîrrehîm

“Belê, pêkneanîn ne bi me’na înkarê ye.” Kesê musluman bi kirina gunehan nabe kafir. “Hem bi qasî pazde katê muslumanê nav dewleta ‘Usmanî di bin siyaseta ecnebiyan de musluman hene û tu zirar nayê dînî wan. Îja em, ê di vê dewleta ‘Usmanî de wê çawa zirar were dînê me.” Dîn û baweriya însana ne qaimê bi dewletê ye. “Û dewleta me Îslam e, di vê dewletê de dînê hakim Îslam e. Esasê siyaseta wê jî ev madde ye: ‘Dînê vê dewltê Îslam e, muhafezekirina vî esasî wezîfa me ye. Çimkî dînî Îslamê havênê heyata milletê me ye.” Dewleteke ku di qanûna wêya esasî de ev madde hebe zirarê nade dînê we.

Di dewleta ‘Usmanî de ev madde hebû. Dema dewleta cumhûriyeta Tirkiyê di dewsa wê da ava bû wê demê di qanûna wê ya esasî de jî ev madde hebû. Piştre rejima cumhûriyetê dijminantiy xwe ya li hember muslumana eşkere kir, navê şerî’etê kirin îrtîca û bi hemî müesseseên xwe êrîşî ser Îslamê kir.

S: - “Dêmek hukûmet ji niha pêve jî wê xizmeta dîn û Îslamê bike”

C: - “Hay hay wê bike. Ji îdarevanan hinik bê’eqlê bêdîn müstesna, hedef û meqseda hukumetê (hukûmeta ‘Usmani ya sala 1910a) ewe ku bi sirrê ayeta înnemel mûmînûne îxweh (yanî ancax mumin birane) yanî bi sirrê biratiya îmanê sêsed milyon kesan bike yek wucûd. Hedefa hukûmetê veşarî û dûr be jî dixwaze silsila Îslamiyeta nûranî teqwiye bike û muhafeze bike” wê silsila nûranî ji Pêğember sallalhû ‘eleyhî wesellem dest pêkiriye, wê heta qiyametê dewam bike. Hukûmeta muslumana gerek di navbêna muslumanan de yekîtî û biratiyê çeke. Hedefa dûr ew e ku hemî muslumanê dinyayê bike yek wucûd.

“Çimkî tiştê ku hukûmet pişta xwe bidyê û hukûmetê li piya bide sekinandin ev silsila yekîtiya muslumana ye. Herwekî dilopê baranê dema ji hev belawela dimînin zû ziwa dibin. Tîrijên ronayîyê dema dûrîhev bin zû di tefin.” Jihevketin û dûrketin zirarê dide her muslumanî.

“Ji bo ku em netefin û mehû nebin Cenabê Feyyazê Mutleq ji hêla ezel ve gazî me dike ji me re dibêje: Lateferreqû, yanî ji hev bela nebin; Lateqnetû, yanî bêhêvî nebin.

Ji şeş aliyan ve dengê Lateqnetû bi coş û xurûşê tê guhê me.” Wan şeş aliyan ev in:

1- Zerûret”: Aliyê îhtiyaciya pir bi şiddet.

2- Încîzab”: Aliyê mecbûriyeta nêzbûn û bihevzeliqandinê.

3- Temayul” Aliyê meyla bibal yekbûnê ve.

4- Tecarub”: Aliyê sitendina alîkariyê ji wan tecrubeyên ku di serê me re derbasbûne.

5- Tecawub”: Aliyê çûna bi bal hev ve ji bo alîkariyê.

6- Tewatur”: Ji bo paşerojeke bi rûmet di her dewrê de van riya hatine neqilkirin.

“Dema van her şeş aliyan bighêjin hev wan dilopên ji hev dûr, wan tîrijên ji hev belawela wê dest bidin hev. Wê mesafa dirêjî di nav wan de wê rabe. Wê hawûzkî ji ava heyatê çê bibe. Wê elektrîkek ku dinyayê tevî ronî dike çêbibe. Çimki xweşkayiya kemaliyetê û ronaya dilşadiyê û pirbûna xweşkayiyê û selametiya dil û ûjdan her dîn e.” Diltengasî û bêrûmetî û bêrehmî û bêûjdanî û hêsîrtîw belengazî ji dûrketina dîn e û ji terikandina biratiya muslumanaye, ji nejadperestî û te’essuba qewmî ye, ji hevaltiya ğeyrîmuslumana ye.

S: - “Emê niha pirsê ji hürriyetê bikin. Hurriyet çiye ku hewqas xeberdanê hevdû nagrin di heqê wê de tên gotin? Herke tişkî dibêje û herkê ji bo wê xiyalkî çêdike.”

C: - “Kesekî ku ev serê bîst sala ye mesela hurriyetê dişopîne, hetta di xewnê xwe de jî wê dişopîne û bi vê hesretê terka her tiştî kiriye kare cewabeke xweşik bide we.” Kesê ku wê nas nekeû di heqê wê de xeber bide ‘alim be jî wê ğelet bêje.

S: - “Ji me re huriyetê pir xerab dene naskirin. Wek hawê ku di huriyetê de kî çi rezalet û sefahetê bike jî kes ji wan re tişkî nabêje, hema zirarê nedin kesî bes e. Gelo werê ye vana rast in?”

C: - “Ewanê werê, ê ku zendikin huriyet bi me’na serbestiya rezaletê ye, ne ku hurtiyetê dixwazin. Sefahet û rezaleta xwe î’lan dikin. Wek zaroka li me’niya digerin û tewşiya dikin. Çimkî huriyeta ku şerî’et te’rîf dike bi adabên şerî’etê hatiye edebkirin xemilandin. Yan na, serbestiya di sefahet û rezaletê de ne huriyet e, bi rastî wiya heywantiye û zordariya şeytan e, bindestiya ji nefsa emmare re ye.” Kesê ku bi a Xweda neke, bi a nefsê bike ew nabe hur, dibe hêsîrê nefs xwe. Kesê ku di fikr û edeb û ‘emel de nebe ‘ebdê Xweda û bi gotian hinik însana bike ew dibe kolê wan însana. Vî halê ku tam ziddê huriyetê ye, mixabin jê re tê gotin huriyet.

“Huriyeta ‘umûmî; yek bi yek huriyeta her ferdî ye. Di huriyetê de gerek zirara însan ne li şexsê wî bibe ne jî li ğeyrê wî bibe.”

S: - “Hinik însan huriyetê wek te me’ne nakin. Û hinik jonturk hene derheqê kirin û tewrê wan de tiştê nexweş tên gotin. Çimkî hinik ji wan rojiya meha remezanê dixun, araqê vedixun, limêj nakin. Kesê ku xayîntiyê bi emrê Xweda re bike wê bi millet re çewa sadiq be.”

 

C: - “Belê heqê we heye. Feqet hemiyet, yanî ğîreta dîn cuda ye kar jî cüda ye. Ew qelb û ûjdanê ku bi fefzailê Îslamiye ne hatibe xemilandin, ji wî hemiyet û ‘edalet û sedaqeta heqîqî nayê hêvîkirin. Bes kar û sin’et bi sebeb ku cudane zilamkî fasik jî kare şivantîkî xweşik bike. Zilamkî ‘eyaşê ku pir araqê vedixwe dema ku ne serxweş be kare qenc si’eta çeke. Îja anha kesê hem dindar hem jî ehlê kar in, yanî fezîlt û hemiyetê û nûra qelb û nûra fikrî di xwe de cem’kirine hindikin, têrnakin. Madem werêye emê, ne dîndar be jî yan ê ehil tercih bikin yan jî ê neehlê dîndar tercih bikin. Bes di sin’et de meharet, yanî kesên ehil tên tercîhkirin. Hem ev jî heye; wan kesên bê limêj û serxweş ne jontirk in, belkî ewana şontirk in (yanî Tirkê pîsê xerab in), rafiziyê xortê Tirka ne. Rafiziyê her tiştî hene, ê huriyetê jî kolê nefsê ne.

 

 

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

27

Gotar

M. ‘Ebdussamed ‘Hilmî

  • سەرێ خوە ڕاكن بێژن تو ڕاست دبێژي ئو هون ژ گۆتنا ڤێ گۆتنێڕە دەيندارن سەرێ خوە ڕاكن بێژن تو ڕاست دبێژي ئو هون ژ گۆتنا ڤێ گۆتنێڕە دەيندارن
  • HEVPEYVÎNA CIVAKA KURDAN BI SEYDAYÊ BEDÎUZZEMAN RE
  • بهەركەسيڕە مەيلا دينێ ئيسلامێ پەيدا بويە
  • NÛRA DILAN JÎ NERMÎYÛ MERHEMET E
  • هەڤپەيڤينا جڤاكا كوردان بسەيدايێ بَدِيعُ الزَّماَنْڕَه
  • Î’layê Kelîmetullah Bi Pêşveçûnê Ve Girêdayı Ye
  • ئيعلايێ كەليمەت الله بپێشڤەچونێڤە گرێداييە
  • ئەم هاي ژخوە نەمان ئو مە ڕيعايەتا تەدبيران نەكر
  • Di Dinya Me Ya Îro De Înqîlabek Dunyewî û ‘Ecêb Heye
  • ددونيا مە يا ئيرۆ دە ئينقيلابەك دونيەوي ئو عەجێب هەيە
  • Wekhevbûnî Ne Di Fedl û Şerefê de...
  • وەكهەڤبوني نە دفەضلو شەرەفێدەيە، دحقوقدەيە
  • Hurriyeta Me Wê Bibe Fecra Sadıq Ji Bo ‘Alema Îslamê
  • حوڕيەتا مە وێ ببە فەجرا صادق ژبۆ عمومێ عالەما ئيسلامێ
  • Hurriyeta Ğeyrîmusliman Şu’bek Ji Hurriyeta Me Ye
  • حوڕيەتا غەيري مسلمان شوعبەك ژ حوڕيەتا مەيە
  • HURRIYET; XUSÛSIYETA ÎMANÊ YE
  • حوڕيەت؛ خصوصيەتا ئيمانێيە
  • Hurriyeta Li Hember Însan...
  • ڕەچەتا كوردان
  • Rafiziyê Huriyetê Kolê Nefsê Ne
  • ڕافزيێ هەرتشتي هەنە ئێ حوڕيەتێ ژي كۆلێ نەفسێنە
  • Yan Xîlafeta Şer’î Yan Jî Îzmîhlala ‘Umûmî
  • يان خيلافەتا شەرعي يان ژي ئيزميحلالا عمومي
  • Em Li Şerî’etê Xwedî Derkevin...
  • ڕەچەتا كوردان
  • Hevpeyvîna civaka Kurda Bi Seydayê Bedî’uzzeman re
  • Ê Berê ڕافزيێ هەرتشتي هەنە ئێ حوڕيەتێ ژي كۆلێ نەفسێنە
    Ê Li Pey ڕەچەتا كوردان

    Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.