
Ey bira halin nedir soyle soyle
Ev çi bûn kuştin ne bê derb û gule
Ma çima nabêje min halê xwe lo
Go çi bêjim min ne çar û havîle
Zû bibê ez çare zanim bîlyeqîn
Feyde nadit el eman û helhele
Go hewar êşê me zehf in bê hîsasb
Naê saliğ gotin ew derd û bele
Her cihê min jê dizên ah û elem
Bê ğedar ‘eql û dil û wîjdan dil e
Me’newî rûhî birîndar im bizan
Axîret baqî heyat lê zelzele
Em ketin dewr û zemanek pir ‘ceeb
Enbiyan jê kirin te’wîz bîle
Fitneê axirzeman wek seyl û ley
Jê gujîna mewcê bîd’ê qatil e
‘Emmetîl erde we temmet bîttemam
Qellebet mînhel e’alî esfel e
Meshî kir her cî, ne fitlî kes ji ber
Berneda qet keskî îllah eşğele
Lew ku mülk û xizmeta ewlad û mal
Weqt û firset bir ji dîn mam cahil e
Meşğelê derdê me’îşet ez kirim
Gêj û bêhiş mest û sersem ğafil e
Qet nizanim kî me, ji ku da, ku diçim
Ev çi te’yîn sewqiyatê hail e
Ha ku dîm pîrê zewalê kir merheba
‘Umr û mehbûbên dinê bûn afile
Va diçim îdî huzûra Rebbê Heq
Destevala şermezar û ğafil e
Min ji para meyzekir zenb û gunah
Wek çiya ser dane ser hehev qafîle
Ğeyrî rehma bê hîsab cehê hebîb
Nîne melce’ bo me îmdad havile
Kor û kerr û bê heş hubba dine
We ci îbret bigre ma qey ‘aqil e?
‘Umyû bûkm û sûmm û gêj û ê meta’
Ew di bin “La ye’qîlûn” da daxil e
Hakeza “La yesme’ûn la yûbsîrûn”
Lew ku ekser bûne êş û kar File
Subh û êvar peyv û gotin kar û îş
Daîma didro dikkt nakit qul e
Mestî hubba cah û rütbên dunyewî
Werdekî bêje nebey nabit şil e
‘Ebdê nefs û zeng û pertalên dine
Fî ‘utuwwîn we ğurûrîn batil e
Digre dunya xwe li ser axret, bi keyf
Yestehîbbûnel heyatel ‘acil e
Lew di îşê dunyewî her yek jime
Şibhê Eflatûn ‘ebûqat bilbil e
Lê di axret wê heyeta sermedi
Bê xeber, ‘bdal we hov û zahil e
Ye’nî weqta nef’û peyvê dunyewî
Teyb û radar û hekem Qarlaîl e
Lê deme we’z û ‘emel teklîfê dîn
Pir şemûs û hîlekar û zeğel e
Sanki de’wet lem yezîd îlla firar
Ayeta “La yercî’ûn” heq nazil e
Dehşetê afat û tofanê zeman
Em gelek pê bûn rezil û rewlete
Lew di exlaq û ‘emel da lê binêr
Sanki wek hev, Ehmed û Xaçoyê file
Vaye Pêğember jî gotê der xeber
Hûnê wan te’qîb bikin heta qul e
Belkî ê wek min ji wan wê dajî çûn
Fîssefahatîl ûmûrîlbatil e
Em wiha mane feqîr bêkes neçar
Ka bibê kî bûme îmdad havil e
------------------
Havîle: Bêçare
Bele: Bela
‘Emmetîl erde we temmet bîttemam: Erd temam îşğal kirine
Qellebet mînhel e’alî esfel e: Serî aniye binî, binî jî aniye serî
Meshî kir: Dest dayê
Eşğele: Bi xwe mijûl kir
Hail: Bi xof û tirs
Pîrê zewalê: Mirin
Afile: Windabûn
‘Umyû bûkm û sûmm û gêj û ê meta’: Kor û lalîtî û gêjîtiya dinyayê
Kar File: Ê ku kare wî wek kare fila ye
Werdekî bêje nebey nabit şil e: Tu bikî nekî wek werdekê şil nabe
Fî ‘utuwwîn we ğurûrîn batil e: Di tekebbür û ğurûra batil de ye
Yestehîbbûnel heyatel ‘acil e: Ji heyata ‘acil hesdikin
Zahil: Ğafil
Şemûs: Serkêş
“La yercî’ûn”: Ew tu car nazivirin
Rewlete: Li erdê dirêjbûn
Fîssefahatîl ûmûrîlbatil e: di sefahet û karê nebaş de
Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.