-Ez im, MEMO...

Article

Binav şehîdê 15ê Temmûzê

Zîn û evîna min jîyan û azadî ye

Ez bi secda şehadetê mertebe mertebe grêdayî me li ber deryê Heqq.

Di sênga teyrê hêşîn de hur û azade me bi rengê xil'eta Hz. Huseyn.
Havîn e...
Di nîvê tirmehê em herikîn bi çemê Kewserê de.
Ciyê du benda dighîne hev...
Şahide ji mere gerden û behra Stembol
Bi qasî lorîkê dayîkan hûrik hûrik di rijîyan huzn û girîn ji stêrkên asîman
Em jî şahidin, em şehîdin di şeva giran de
Ew şeva dirêjû tarî
Bi qanda ummetek brîndar.
Ezim, MEMO...


Ew şev, her yek ji me Mecnûn bû, Kerem bû, Ferhat bû, welhasil Sîyabend bû.
Lê belê Zîn'û Xec'û Şîrîn'û evîna dilê me ‘eşqa azadîyê bû.
Emên evîndarê rizgarîyê, dema lazmantîyê xwîya dibin û bi firê dikevin.
Wekî Mus'eb, Henzele, Hubeyb û wekî rûhên pak û paqij.

Ez ‘aşiqê heqîqet bi nûr û remz û nîşan
Xizmetkar im ji bona dînê henîfê zîşan
‘Ezîzê rûyê zemîn cundîyê her dewranê
Evîndarê mizgîna Peyğemberê ‘alîşan

Di kelamê qedîm de ji bo min hene sened 
Di herba heqq û batil ji bo Xwedayê semed
Herdemî li pêş im ez feda me bi mal û can
Yûsûfê zîndana me şehîdê de'wa ebed

"Heyat xweşike MEMO...
Weka gula berbirro
Cenan û bexçevan zilan û kulîlkê ku dighînin, dixwazin bi şibhê jîyanê bixemlînin.
Gul û sumbul heyatê mizgîn didin bi xweşkayî û bêhn û neqşê xwe
Şehadet jîyane di bizrê avêtî de ji evên mayîn re di piştî we de
Şehîd ne mirîne sağin di nav bazikên letîf de.
Raserî me bi firê, şehîdin temaşa dikin. Hûn dibînin xweyna we herikî, mewcû pêla rakir pîya.
Cîw warê me bûne lalezar li hember tuğyana ‘esrê.
Avayên me bûn mişar û zevîyên kulîlka bûk û zavê.
Weka gula berbirro me bi rojê re berê xwe da nîvê asîman.
Tarîx lime nû bû hûn bawer bin di vî qernê paşî de.
Bayê Rehmanî agirê tuğyanê li xwedyê wî vegerand.
‘Emelê xebîsa di qirikê de ‘asê bû, li ser pira gerdenê fetisîn di xweyna we de
Xweda hê jî bi nezera rehmetê li vî warî di nihêre
Bi zanebûn û ‘izzet hesabê kêm û ketî ji hevdû pinçû-parî bû.

Civîn çêbû nav neyara li me dixwun tim gefa ye
Bayê ğerbê ajot ser me ew bêbextê bê wefa ye
Tim çav nas bin wa birano bê rûmetî tim cefa ye
Nas kirina qenc û xerab pêk anîna heq sefa ye

Ey dil çava bide seknandin îman şên e li vî warî
Karwanê heq rabû pîya vê erda me kire carî
Li pey heqyê em meşîne me da ser mil evî barî
Ji boy Mehdî hazirî ne, bi mal û can bi vî karî"

-Ez, MEMO!
Memê Zîna dilê her evîndarî.
Mêrxasê şeva giran, Rustem û Hemzeyê bê rext û tiving.
Ez peya me, di beza azadîyê rêwîyê bi per û firîn

Bi sênga nepenî li neyarê bêbext pêsîr tengî datînim bi rimbazîyek ‘egîdî

Ez nemzedê xelaskarî, li ba mezlûma cîh digrim.

Du perê min hene

Yek ‘eşqa azadî, ê din jîyana ebedî.

Min ji ava şehda zelal vexwar û mizgîna azadîyê rohnî kir li ber çavê min çar alîyê welat. 

Ruhê min bi şalûr û bulbula re li gulîstana jîyanê dema ku danî...

Gulên Muhammedî şên û şa bûn, sosin û nêrgiz û beybûn bihar anîn nîvê havînê. 

Ez MEMO...

Huzna çar alîyê welat di sênga min de civîya, derdê min li cennetê derman dibîne. 

Gerdena Stembol Kerbela ye, em çengek şehîdin di tirmehê de. 

Zîna ‘esr û dehra li ber dilê min awaz û gazîya xwe gihand Xwedayê ‘aşiqa. 

Her yek ji me mizgîn û rohnayîye di şeva nîvê havînê de.

Carek din emin Fatih, Selaheddîn,  welhasil Heyder'ê Kerrar'û Tariq û Zengî. 

Derîyê fethê ez vedikim di her dewranê, li şerq û ğerb û zozan û her bendê cîhanê

Ez im Memê Stembol û Amed û Cizîra Botan û hemî welatê şêrîn.

Di nav gulistanê de sorgulek nazende me
Di eywana ‘eşqê de ez yarek bazende me
Geli dost û hevala li meydana herb û cengê 
Di roja se'y û cehdê merdekî ferzende me

Yek caran ev dile min xweş bifirê dikeve
Bazikê min li deryê ‘eşqê sekin dikeve
Hesret û  evîna dil  diqede  bi yekcarî

Ruhê min mest dibe ew dem bi şewq tê li heve

"Çerxa felekê dizîvire MEMO...

Tarîx dîsa li me nû bû,

Kufr û nîfaq yek in, neyar neyar e, xayîn xayîn e.

Me li ber çava dît.

Sênga we li ber gulla, bedena we di ber tanqa de, pişta me jî li ber xencera bêbext û xayînan ji ummet ra bû sûr û bend.

Me carek din  li ber çavê xwe dît; îxanet û neyartî û nîfaqa bi bêbextî.

Em milletek mezlûm in. Şehinşahiyû dewlet ji me stendin. 

Ummet bê serî ma, me gelek zulm û kuştin dîtin, me xîlafet jî dest berda.

Di piştî sal û zemana de gelek bê kes man

Çavê me li rêyek gelek dûr bû, carna me berê xwe dida asîman. 

Ji me be ku rizgarîyû azadî li ser roj û stêrkaye.

Çi dema roj li me tarî bû, stêrk ji halê mer e grîyan. 

Hûn ‘aşiqên heq bûn nûr û jîyana şeva meyî tarî. Xweyna we merdan bû ava heyatê li qehtû ğela me.

Xayîn û firotîyên bêbext herb û seferek bê ûjdan ajotin ser konê mey spî,

Belê zafer û ğezwa mubarek ji kelha îmanê derket bi ‘ezm û sebata qenca."

-Ez MEMO...

Demsala her dewranê ger bihare gul ez im
Di wexta zor û ğela zîlan û sumbul ez im
Çi roja dunya tarî ji bo mizgîna dila
Li asîmanê kerbê şalûrû bulbul ez im

Di sênga teyrê hêşin xwey rûhê asûde me
Ji cennetê ez hatim bi mizgîn û ade me
Ez şehidê de'wa heq ne mirîme xweş sağ im

Liba Rebbê xwe îro zîyafet perwerde im 

 

 

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

15

Gotar

Ê Berê "Âlim Warisê Peyğemberane"
Ê Li Pey Mela Ehmed Hilmî

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.