Ji Bo Helebê, Ji Bo Însanîyetê Êdî Rabin Ser Pîya!

Article

Tu bihane û hincet êdî nikare we û me ji vê berpirsyarîyê xelas bike. Helep tê wêran kirin. Mirovahî her roj di bin bombeyan de tên ‘eciqandin.

Wek çawa di manşeta Dogruhaberê de tê îfade kirin, hevdîtinên sîyasetvanan hêvîyê mi mirov re çêdike encax li Helebê qetilkirina însanîyetê berdewam e.

Gawûrên xelkê ji ber bê tifaqîya me li fersendê digerin û tên li welatên me rihqelandinê disepînin.

Stratejîyên me yên li ser mezheb û meşreban hatine amade kirin nezasim pîrek û zarok û extyarên me îhya nakin.

Bebek û pitikên ji bin enqazan tên derxistin ‘erşê ala dihejîne. Bebekê 10 mehî yê sêwî û êtîm ê bi navê Hesen dema ku ji bin enqazê derdixin û ew qêrîn û zarîna wî tu mazeret û hinceta ji tu kesî re nahêle.

Xweda yê zulcelal ferman dike ku kesên alîgar û piştevanê zaliman wê di narê cehennemê de bişewitin.

Ji bo seknandina vê xwîna mezlûmên jar, her cure hevdîtin meşrû ye û caîz e. Tew hela ger ev yek jî ji teref ew kesên ku berê xwe didin hema qibleyê û ji heman Xwedayî re tev bi hev re îbadetê dikin ve tên kirin be, êdî dibê gavek berî gavekê, tavilê ji bo encamek bê hilanîn xebata bilez wacib û ferz e.

Milyonek însan li Sûrîye hatin qetil kirin, gelo me çi menfaet û berjewendî bi dest xist û em çiqasî ji hêla mezhebê xwe ve bilind bûn an jî bi serketin.

Heta niha ji me muslimana re milyonek dabût û cenaze hat, gelo ji ‘Emrîqa û Rûsyay ku ev îşgal kirin re heta niha çend heb tabût û cesed çûn in. Ka bêjin ji bo xatirê Xwedê.

Yek dudak pîlotên wan mirin hew nemabû bi Tirkîyeyê re herb û cengê deynin. Hêjî tesîra wê neqedîya ye. De ka bêjin? Çima can û heyata xelkê me musliman ewqas erzan?

Bi zanebûn an jî, ji nezanî di kuştina birayên me muslimana de hema qasî zerre jî destek hatibe dayin wê ev hesab li qatê Xwedê qethîyen bê pirsîn.

Ev welatên xerbî û ecnebî hemû welatên Îslamê dagir û îşgal kirin, musliman di qetlîamên wehşî re derbas kirin û di ser de jî me muslimana wek terorîst nîşanî dinyayê didin.

Ma ne bese? Musliman ji ‘eynî qulikê wê çend caran bê pêvedan. Gelo ma qey nehat êdî wexta bergî û pêşî girtina li ber van qetlîam û xwîn rijandinan.

Wext hatiye û tew derbas jî bûye. Dem dema pêşî girtina li van wehşîyên ecnebî û xerbî ye.

Xusûsen jî di vê mesela Sûrîyeyê de hemû kes rola Îran û Tirkîyeyê dizan e. Belê çima roja berê wek hevdîtina wezîrê karên derve û misteşarê MÎTê, çima li îranê jî zîyaret û hevdîtinên weha bilez û daîm nakin?

Pêwiste êdî Îran û Tirkîye tavilê ji bo çareserîya vê yekê bi qerar bixebitin û gavên pêwist û hewce bavêjin. Êdî divê kesên dikarin bergîyê ji vê îşgalê re bigrin û quweta wan têrê dike xwe muhakeme bikin. Li xwe varqilin.

Bila gavên ku wê rast û çep, şîî û sunnî, ‘Emrîqa û Rûsyayê şaşûmaş bike ji bo Helebê bavêjin ku bila dinya hêz û quwetan bibîne  û hîs bike.

Êdî bes e! Wun çidikin bikin. Vê xwîn û qetlîamê bidin seknandin. Êdî wun hevdû dibînin, wun dipeyivin, wun çi dikin bikin, li hev bikin û vî zalimê xwînmij biteqizîne ji nav ax û welatên me.

Bi silav û dûayê…

werger: Kelhaamed

Di debarê nivîskar de

Têhev

2

Gotar

Abdûllah Aslan

Ê Berê
Ê Li Pey Ji Bo Xwîna Me Birêjin Çek û Sîleh Didin

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.