Navekî Axretî

Article

Ji meha meha nisanê bû û em li çayxaneya li hember avanîya rektorîyê ya li ser rêka Diyarbekire runiştibûn. Ber êvarî bû. Xelkin jê bi tirêmbêlan ji Dîyarbekirê yek bi yek carna jî li pey hev,  ji wîladeta pîroz vedigeryan û alên tewhîdê di şibakên erebên wan de dihatin libakirin. Û wan dîmenan hiştibû ku gûftûgoyeke tund têkeve navbêna me.

Wê nîqaşê bi qasî se’etekê domkiribû. Hema bêje me mixê hevdû biribû. Dema ku em ji çayxanê derketin, êdî berêvarî bû. Ji ber ku bihar hê bi nazenîn tevdigerîya, peyarêk bi însanan tijî bûbûn. Te digo qey hemû kesî ji hundur bazdaye derve. Berya ku em rabin, em li ser şerê salên nodî axivîbûn. Ya rastî, ya me neaxavtin bû. Weke ku min berî niha jî gotibû me bi nîqaşeke zexm hevdû gelekî ‘acizkiribû. Nîqaşa me li xala ku bê ka kî neheq bû û kî ne nehaq bû û bê ka kê hiştibû ku ew bûyerên xwînrij destpêbikin dema bû ewiqî. Her çiqasî oldar jî bû di vê mijarê de, layengirîya ê derve dikir. Dema ku di dawîya nîqaşê de got “Heke tu wan “sofîka” bi timamî nebire, ew mesela meya dubendîtîyê jî bi timamî ji holê ranabe.”  Ji ber ku min hêvîya tiştekî wiha jê nedikir, ez gelekî metelmayî û bêtir jî hêvî şikestî mabûm. Lê dîsa jî ya rastî min qenç fêm nedikir bê însanekî weke wî ji bo çi û çima dilxazîya şiddetparêzîyê dike? Di pêvajoya axavtinê de mesele bêtir zelal bû. Ji gotinên wî wilo xwuya dikir ku ne layengirê şiddetparêzîyê bi tenê ye, di heman demê de dilxwazê ji holê rakirineke ji kokê ye jî.

Piştî wêqa niqaşê em rabûn ber bi navenda bajêr ve çûn. Şûr devê me nedibirî.  Min û wî me hevdû ji kovaran nas dikir. Gelek caran berhemên me di heman kovaran de diweşîyan. Lê ew cara yekemîn bû ku em rû bi rû li hevdû dirûniştin û bi awayekî hêvîşikestî û nîvdilmayî ji hevdû diveqetîyan. Hê em bi vî awayî dimeşîyan em di peyarêkê de leqayî cotekî ku dest bi dest bûn hatin. Li ber me sekinîn û silav dane me. Min ew nasnedikirin. Lê min ji axavtina wan derxist, ku ew û havalên min hevdû ji zûde nasdikin. Di dawîya xweşbêşîyê de mijar hate ser navê pitika(bebeka) havalê min ê ku Xwedê nû dabû wan. Li ser pirsa navê pitikê, min dêhnê xwe dayê ku hevalê min diqelqilê û naxwazê bibersivêne. Wî hevalî ji ber ku îmajeke wiha di derbarê xwe de çêkiri bû, ji wî cotî we ye ku ê navekî “kurdewer”  jê bibihîzin. Lê wilo xwuya bû ku wî di vê derbarê hewl dida ku berê mijarê bi alîkî dî ve biqulibêne. Lê hingî me rû lê danî bi ser neket ku mijarê bigûherê. Mecbûr ma bi derûnîyeke lêborînxwaz û bi awayekî fedîkar wiha bipeyivî:

- Me navekî axretî lêkirîye.

Li ser wê yekê min weke yekî ku kêmasîyeke dijberekî xwe dîtibe, israrkir da bêjê bê ka çi nav lêkirîye. Bê dilê xwe ji bêgavî, bi derûnîyeke lêborînxwaz û bi awayekî fedîkar bi tenê hevokeke jê çêbû.

            —Em dibêjine Muhammed Huseyîn.

Cotê me nexwest ku wî zêde bixine bin fedîkarîyê û xwestin ku şaşwazîbûna xwe bi van peyvan veşêrin:

—Keka baş e. Te navekî zêde xweş lêkiriye. Ser xêrê be.

Bi wan gotinan xwatir ji me xwestin û mêşa xwe domandin.

Min bi wê pîvanê careke dî fêmkir ku divê bawerîya rasteqîn şikedarî û kompleksa nizmbûnê dixwe de nahewêne. Bawerî tiştekî serhildêr e. Bawermend, weke ku di kitêba pîroz de jî hatîye gotin, divê ji lomeyên lomekaren jî qet ne tirs e û şerm jî neke.

 

 

Avanî: Bina
Tirêmbêl: Taksi
Şibake: Pencere
Dîmen: Görüntü
Guftûgo: Söyleşi, diyalog
Peyarê: Kaldırım
Xal: Madde, nokta
Ewiqîn: Oyalamak
Oldar: Dindar
Layengirî: Taraftarlık
Dubendîtî: Anlaşmazlık, ikilik
Metelmayî: Şaşkınlık
Şiddetparêzî: Şiddeti savunmak
Pêvajo: Süreç
Navend: Merkez
Dêhn: Zihin, dikkat
Qilqilîn: Telaşlanma, tedirgin olmak
Kurdewer: Kürtle ilgili
Derûnî: İçten
Lêborînxwaz: Af isteyen
Pîvan: Ölçmek
Rasteqîn: Doğru
Şikedarî: Şüphecilik
Serhildêr: Başkaldıran

Di debarê nivîskar de

Têhev

5

Gotar

Ê Berê
Ê Li Pey Helebçe

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.