Rewşa Şehrî Nûh

Article

Ez behsa Şirnexê dikim. Bajarê bi navê Ademê duyemîn, Hz. Nûh. Ew (‘eslê ŞİRNEX ; Şehrî Nûh e) bajarê ku Rebbê alemê di kelamê xweyî qedîm de anîye ziman. Bajarê heremê. Ew bajarê qedîm. Ku di dirêjayîya Dîroka însaniyetê de, Geh mezin bûye bi şefqeta îdareanê xwe, Çawa ku weled di binê şefqeta bab û dayîka xwe da mezin dibin û ber çav dibin. Geh ji biçûk bûye dibinê bandor û t’esîra dehrê da, weke însanê ku ixtiyarî wî ji qewet dixe û roj biroj goşt û hestîyê wî zeîf dike, nîhayet wî vedgerîne dema zaroktîyê. Dema bê mecalîyê. Dema mu’htacbûna bi kesên di.

Mixabin îro Şirnex, dîsa ji qewet ketîye. Lê îro ne bi destê bandora dehrê. Belbi bi destê, weledê xweyî asî û gunehkar û firotî. Ku hê nizane bê firotîye an na. Ma bi destê weledê bê xêr tenê. Bê gûman na. Belbî hê zêde bi destê welîyê cahil û bê tedbîr. Na welleh ew gotin ji danaskirina vî welîyî re gelkî kêm dimîne. Pêwist û lazime ku kelîmenîn ku vê meramê bi cîh bîne bê peydekirin.

Pêşi weledê ‘esî li ber çavê welîyê qasî li hem û derê bajar û bajarokê me koncal û bend ava kirin. Bine xaka me tijî yekemenî û arkirin. Mesûl û rengdêr e me bi xayîntî çavê xwe ji van sucên giran re girtin. Tê bê qey kor bûbûn. Çiqa xweyî aqila kire gazî û hewar ji, van Rengdêra ‘his nebirin xwe. Tê bê qey bi ker bûnê re kor jî bûbûn. Her çiqa hinka digotın; “’Hikumet an jî dewlet dixwaze van zarwê ‘esî bi xelqan bide naskirin û rûyê wanî veşirtî derîne holê” Lê ev gotin û heke rast be ev poliîtîqa û armancên ‘hikumet ê, gelo bedêlê çen bajarok û bajara ne? An jî bedêlê xwîna çend xort û dayîk û bava ne. Xuya ye ku evan fikaran ne tu fikar in. Û şixwe tu rayedaran ji galgalekê bi vî rengi ne anîye ziman. Naxwe ma çi. Bê gûman ma bê sedaqetîya rayedaran bi xelqê heremê re, an jî bê besîreta rayedaran, di polîtîqayên heremê de. Di herdû ‘halan de ji herema me û xelqê herema me, Afet û bedelên va herdû kabûsan, bi xwîn û mal û canê xwe dide.

Şirnex îro ji hemû bajar û bajarokê meyî ku ev felek bi ser wan de hatîye, zêdetir dirêj di binê vê qedexeya derketina derve û xerakirina meskena de maye. Lê niha di serê vê zivistanê de qedexe li gelkê bajêr rabûye. Xelq di vegerine mala xwe. Lê mixabin ne mal û ne jî mesken ne li cîhê xwe ne. Di şûna wan de, bê hêvîtî û seqem heye. Tê bê qey di fila di nava şûşeyên cam de gelte kirîye. Ev rewş dîroka kura a berya Îslamê tîne ber çavê min. Ka di bîr bînin. Leşkerên Qeyser û Kîsra her ji çend sala li welatê min di ketne ber hev û pev di çûn. Di binê lingê wan de xelqê min di perçiqî. Heta ku Xweda ji cinîbê xwe rîya xelasîyê Îslama ‘ezîz şand û em bi wê ‘ezîz bûn. Bê gûman îro jî ji hemû tiştan zêdetir, em mu’htac û miştaqê wê Îslamê ne. Ger Îslam dîsa bê nava me, emê dîsa pê bibin bira û bi serkevin. Bi îzna Xweda (c.c.)

 

Nureddin Koserî

Di debarê nivîskar de

Têhev

22

Gotar

Ê Berê Feto Qirrêj E An Dewlet?
Ê Li Pey Êrîşa Beşîktaş

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.

    Zêdetir