Birane Em

Article

Gellê Müsliman! Li hev bibin xwedî

Neyârê me ye fitne w dubendî

Birayê hev in, em ji her rengî

Kurd u Tirk, Ereb, Faris u Hindî

 

Rebbê me yek e, dînê me yek e

Nebyê me yek e, qibla me yek e

Li ser limêjê seffê me yek e

Nexin nava xwe, şeytan tu wextî

 

Ehlê ‘ilmê em, ehlê fikrê em

Ehlê Tesewif, ehlê zikrê em

Ehlê irşadê, ehlê cihadê em

Wuhareng in em bajarî w gundî

 

Her çi cema‘et, her çi terîqet

Sened in ji bo dîwarê ummet

Em in Rufa‘î, em Suhrewerdî

Em in Qadirî, em Neqşebendî

 

Li medresê em şagirtê Nur in

Li pey Se‘îda ji can di borin

Wekî Huseyna di fikrê kur in

Derdê ‘alemê l’ me bû ye piştî

 

Ji bonî Qur’an, ji bonî İslam

Kî xizmet bike di nav xas u ‘am

Du‘adar in em bo wan sub‘h u şam

Ew in ji me ra ser u efendî

 

Hêvîdâr im ez di nêz de ummet

Wê serî hilde b’ âlâ Muhemmed

Wê tev xwe bigrin b’ werîsê wehdet

Emê xelas bin j’ zulm u zordestî

 

Zivistan borî dema bihar e

‘Alema İslam îdî şîyâr e

Di nêv meydana l’ hember  neyar e

Dor ji zalima vaye sitendî

Di debarê nivîskar de

Têhev

17

Gotar

Ê Berê RÊYA AZADÎYÊ
Ê Li Pey HALÊ UMMETA ÎSLAM

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.