HEVALTÎYA BEQ Û MIŞKÊ

HEVALTÎYA BEQ Û MIŞKÊ

JI BEXÇÊ ZAROKAN

 

Li rex deviyan çemekî gûr diherikî. Li kêleka wî çemî jî tahtên kevzgirtî hebûn. Sibehekê beqeke avî û mişkek li nav wan tahtan rastî hev hatin. Piştî selam û halpirsîneke dirêj, bûn hevalên hev.

Roja din dîsa hatin cem hev. Heta êvarê hevaltî kirin. Bi hev re li derûdor û li xwarinê geriyan. Dema tariya êvarê ket xwarê, mişk ket qula xwe û beqê jî xwe bera nav avê da.

Dema dibû sibeh, beq ji avê derdiket û gazî mişkê dikir, mişk jî ji qulika xwe derdiket û bi hev re dîsa ger û lêgerîn dikirin, xoşbeş û mihebbet dikirin. Mişkê got: “Dostê hêja! Ji ber ku ez elimîme te, bi şevê carna aciz dibim.”  Beqê jî got: “Ez jî elimîme te, lê hewceye ez di avê de bimînim, ka ji destê me çi tê?” Mişkê got: “Ez li ser fikirîm. Em dikarin bi şev jî hevdu bibînin.” Beq: “Çawa?” Mişk: “Emê serê benikî bi nigê te ve girêdin û serê din jî bi teriya min ve. Bi şev dema canê me aciz bû, emê benik bihejînin, tuyê ji avê derkevî.” Beq ev fikir eciband û weha got: “Belê yaw! Heta niha ev çima nedihat hişê me?”

Benik dîtin û bi terîya xwe û nigê xwe ve girêdan. Êdî bi şev jî hevdu didîtin. Gelek caran li cem hev bûn. Lê tu nebê qirakekî reşbelek, ji zû ve teqîba mişkê dikir.

Rojekê dema ku tariya êvarê xwe bera xwarê da û mişk û beq hewla çûna ciyên xwe kirin, qirak bi lez û bez daket û mişk xist nav pençê xwe û bi hewa ket. Lê ji ber ku beq jî bi mişkê ve girêdayî bû, ew jî bi wan re bi hewa ket. Beqê, gunehê xwe bi xwe dianî û ji xwe re weha digot: “Heger tu bi yekî nehevcinsê xwe re, bi yekî nehevdengiya xwe re dostaniyê bikî, ewê eqîbeta te weha be.”

Di vê hîkayetê de qirakê reşbelek, sembola mirinê ye. Beqa avî rûh, mişk jî bedenê temsîl dike. Beq paqije, lê mişk heywanekî qirêje û li xweşa meriv naçe. Tiştekî paqij bi tiştekî qirêj re hevaltiyê bike, ewê bighê felaketê. Însanên ku nefsa xwe terbiye nakin, rûhê xwe saf û bilind nakin, li rihetîya bedena xwe dinêrin, dişebihin beqa li pey mişkê ketiye.

Vêga jî em hinek lorîkan biellimin. Berê jî me behsa lorîkan kiribû. Dema dê û bav bi gedên xwe yên nû bi ser piyan ketine şa dibin, wan kêfxweş dikin, yan jî kalik û pîrik ji torin û neviyên xwe hez dikin, ji wan re van lorîkan dibêjin. Bi lorîkan hem gedan kêfxweş dikin hem jî wan li ser edeb û terbiyekê radikin, rê ber wan dixin. 

 


Ê Berê AX XWEZÎ AX XWEZÎ - Mehmet ALAGAŞ
Ê Li Pey Peyama Heftîya Mewlidê ya Weqfa Evîndarên Pêxember

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.