SEROKAN MAL Û ‘EQLÊ WE XISTINE BERÎKÊN XWE

SEROKAN MAL Û ‘EQLÊ WE XISTINE BERÎKÊN XWE

REÇETA KURDAN: HEVPEYVÎNA CIVAKA KURDAN BI SEYDAYÊ BEDÎUZZEMAN RE SEROKAN MAL Û ‘EQLÊ WE XISTINE BERÎKÊN XWEM. ‘EBDUSSAMED HILMÎ

Bîsmîllahîrrehmanîrrehîm

S: - “Çıma tu ‘adetên me yên ku em hînî wan bûne ‘eybdar dibînî?” Mesela kesê ku dihatin ber deriyê me, me zekata xwe dida wan, çi şêx çi mela, çi feqî çi parsek. Şêx emir dikir me jî dida.

C: - “Ji bona her zemanekî hukmek heye. Vî zemanê ku em tê de ne hukum dike li ser hinik ‘adetên ku pîr bûne. Zirara ku ji wan peyda dibe ji ber ku ji menfî’eta wan bêtir e fetwa ‘îdama wan dide.”

Di nav me de bûye ‘adet ku her kes zekata xwe bi destê xwe bide kesê ku dilê wî jê re dixwaze. Her çiqas ev ‘adet ne muxalifî şerî’etê be jî esil ew e ku ‘amilên zekatê yanî memûrên zekatê bidin hev. Gerek îdî em xwe bi vî eslî ve bigrin. Zekat û teberru’ û sedeqeyên me gerek bi destê dewleta Îslamê werin civandin û ji wir werin belakirin li telebeyên ‘ulûmê Îslamî û feqîran. Zekata ku tê dayîn ji saziyû orgutên ğeyrî Îslamî re ciyê xwe nabîne.

Dana zekatê gerek vegere ser eslê xwe û gerek parsek û ketî ji navberê derkevin.

S: - Ji bo ku em quwweta xwe bidin hev bibin xwedî hêz û bighêjin milletên din “gerek pêşî em çibkin?”

C: - “Durustî.” Gotinên we û ‘emelên we gerek hevdû bigrin.

S: - “Wekî din?” gerek em çibkin?

C: - “Derewa nekin.” Ger hûn ne durust bin û rastiyê nebêjin jî derewa jî nekin.

S: - “Piştre” gerek em çibkin?

C: - “Sidq, (yanî) îxlas, sedaqet, sebat, tesanud.”

S: - “Ev tene?” vana bes in?

C: - “Erê”

S: - “Çima?” Çewa vana tenê bes in?”

C: - “Çimkî kufur derw e, îman jî sidq e. Mesela ev delîl tenê ne bes e ku dewama jiyana me bi dewama sidq û piştgiriyê ye?” Wexta  ku îman û sidq û piştgirî nemîne jiyan jî îdî dewam nake.

S: - “Gerek di destpêkê de serokên me îslah bibin.” Heta ku serok îslah nebin ma em karin çi bikin?

C: - “Belê. Serokên we çewa ku malê we xistine berîkên xwe, ‘eqlê we jî yan xistine berîkên xwe yan jî di mejiyên we de hepis kirine.” Reîs, ağa, beg û serokên ku deselat di destê wan de ye bi wasita radyo, televizyon û medyaw propagandayê hem li ser ‘eqlê însanan hukum dikin hem jî malê wanî ku pê me’îşeta xwe didomînin didin hev û ji destê wan derdixin.

Însanên ku dibin îdara wan de ne birçî û perişan dihêlin, ew jî di nav zewq û sefayê de xwe di gevizînin.

Ji bo îslahbûna serokan jî gerek hûn bibin ehlê îslahê. Çimkî hûn çewabin hûnê bi wî şeklî werin îdarekirin.

“Ew çax ezê niha, bi ‘eqlê we yê ku li ba wan e xeberbidim: Ey gelî serok û hukumranan!” Ey gelî desalatdar û reîsên li pêşiya însanan, ey îdarevan û ağa û beg û şêx û wanê ku bi navê meznantiyê malê xelkê ber bi xwe de dikşînin!

“ji tewekkula keslanî xwe bi parêzin!” Bizanibin ku mezinê qewm xebatkarê qewm e. Gerek hûn ji her kesî bêtir bixebitin.

“Karan hewaleyî hev nekin!” Hûn tev, yek bi yek ji xebata xelkê xwe mesûl in.

Madem malê me û ‘eqlê me di destê we de ye “bi wî mal û ‘eqlê me xizmetê ji me re bikin. Çimkî weqta ku we, me miskînan ji xwe re îstîxdam kir ucreta xwe we wergirt.” Em wek miskîna ne û li ber deste we ne. Ji bo ku hûn xizmetekê ji me re bikin îdî heqê we tune ku hûn de’wa ucretê li me bikin.

فَعَلَيْكُمْ بِالتَّدارُكِ لِما ضَيَّعْتُمْ فِىي الصَّيْفِ

Yanî: “Ew tiştê ku we di havînê de ji dest berda lazim e ku hûn tadarik bikin.”

Heta niha hûn bi xêra me raketin. Em xebitîn we jî xwe dirêj kir. Îja niha bixebitin. Telebeyên ‘ulûmê zulcenaheyn ê dîniye û muderrisan bighînin. Bi wî malê me yê ku di berîkên we de ye sehayên xebatê ji me re vekin, me ji vê sefaletê xelaskin.

Bes me’elesef! Ne telebeyên ‘ulûmê Îslamî ne muderris gihandin ne jî sehayên xebatê çêkirin. Hinik ‘alimên ‘ilmê fennî ku ji dîn dûrketî û nîvmela gihandin. Yan jî tu kes negihandin û perê millet ji bo şexsê xwe serf kirin.


Ê Berê Karwana Hêvîyê bi sedan zarokên êtîm kêfxweş kir
Ê Li Pey "Bila welatîyên me dersên dînî, Kurmancî û Zazakî hilbijêrin"

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.