“Êdî em ê nikaribin heqê dermanan bi xwe jî bişînin Filistînê

“Êdî em ê nikaribin heqê dermanan bi xwe jî bişînin Filistînê

Abdurrahman Censê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê ji “Teklîfa Qanûnê ya Derheqê Girtina Pêşîya Fînansmana Belavbûna Çekên Îmhayê yên Komî” re bertek nîşan da.

Cens di daxuyanîya xwe ya ku li ser medyaya civakî belav kir de destnîşan kir, pêşnûma hat qebûlkirin û êdî em ê nikaribin heqê dermanan bi xwe jî bişînin Filistînê.
 
Li gorî teklîfa qanûnê ya ku ji teref AK Partîyê ve ji meclîsê re hat pêşkêşkirin,  ew m temamê alîkarîyên ku dê ji sazî û şexsên ku ji teref Neteweyên Yekbûyî ve wek terorîst hatine îlankirin, karibe bê qedexekirin.
 
Cens di daxuyanîya xwe ya ku derbarê vê qanûnê de li ser medyaya civakî belav kir de derbarê mijarê de wiha got: “ Xuşk û birayên Filistînî! Pêşnûma bû qanûn. Em wek Mislimanên Tirkîyeyê ji xwe nikaribûn ji we re gule, çek, mûşek  bişînin; ji niha pê de  ji ber vê qanûnê em ê nikaribin alîkarîya pereyan jî ji we re bikin. Tewekkula xwe ya bi Xwedê bidomînin. Ew besî we ye, lê belê dema ku em derketin hizûra Wî ka em mêze bikin ew ê çi bibe, ew ê çi bê serê wan kesên ku we xistin vî halî?”
 
Cens di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, dema ku teklîfa qanûnê di meclîsê de dihatin gotûbêjkirin siyonîstên îşxalker êrîşî Xazzê kirin û dû re wiha li got: “Siyonistê îşxalker ê ku bi van gotin û kirinên xweş rabû şahê li gorî kêfa dilê xwe êrîş bir li ser Xazzê.”(ÎLKHA)


Ê Berê Ji ser qetlîama Roboskî 9 sal derbas bûn
Ê Li Pey “Failên Roboskîyê çima nayên darizandin û tewqîfkirin?”

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.