Kanî Gûzên Me?

Kanî Gûzên Me?

JI BEXÇÊ ZAROKAN

Ji Xirbê Hîndera gundê Şemrexê mamê bavê min Hisên û Apê Hessê bi hev re derin ji gundê Pîran weya Êsilman çewalek gûzan tînin. Gûzên gihaştî û neqişartî ne. Dibêjin emê li ber rezê Xirbe biçînin jibona bibin dar. Tînin li Xirbê Hînder li ber bena rez di her du sê gavan de du gûzan dixin bin axê. Bi hev re gûzan dixin bin axê heta ku bena rez diqede.

Paşê Hisên dere ji Reşo re dibêje. Reşo birê Hisên e. Jê re dibêje “law me gûz li felan derê çandine, her du sê gavan me du gûz xistinê. Dewsa wan xuyaye. Here gişan derxe”

Reşo jî radibe tûrê xwe dide ser milê xwe û dere wî ciyê. Ji xwe dewsa wan bellî ye. Ji her ciyê du gûzan derdixê û tûrê xwe tije dike û tê. Tenê nêzî gund, du sê cî dimînin. Ji ber ku ji gund ve xuya dibin, newêre wan gûzan jî derxe. Derdê wî ew e ku kes wî nebîne. Dûre derin gûzan gişî dixun.

Zivistan diqede dibe bihar û bi ser biharê jî dikeve. Rehmetiyê Hessê dibê “Hisêêên!” Hisên jî dibê “Hê” Apê Hessê dibê “Hisên hela ka em herin, ma gûzên me şîn nehatin?” Hisên jî dibê “Apê Hessê, hîn maye, ewê şîn bibin.” Apê Hessê dibê “Na lo, ma şîn bihatana, naka şîn hatibana, ma va bû havîn.”

Hisên mecbûr dimîne. Radibin derin li dewsa gûzan dinêrin. Kortek du kort sê, çar çend kortan vedidin, lê dinêrin ku tu gûz tuneye. Tiştekî nabînin. Apê Hessê dibê “Law ka gûzên me bi ku ve çûn, çi bi wan hat?” Hisên dibêje “Apê hecî, qey mişkan xwarine.” Apê Hessê jî dibê “Erê law mişkan xwar, lê ka qalikên wan bi ku ve çûn?”


Ê Berê “PKK ji bilî Kurdan ji hemû kesî re xizmetê dike"
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.