BÎSMÎLLAH

BÎSMÎLLAH

JI BAXÇÊ ZAROKAN

 

Bîsmîllah mifteyeke
Deryê xêrê vedike
Xêra wê çi geleke
Bîsmîllah-b navê Allah

Di serê her xebatê
Bo xweşîw xêratê
Bike zîkra heyatê
Bîsmîllah b-navê Allah

Bîsmîllah bereket e
Selamet û rehmete
Pê namîne zehmete
Bîsmîllah b-navê Allah

Erd û esman behr û ber
Bi Bîsmîllah-d kin tevger
Jibo Allahê Ekber
Bîsmîllah-b navê Allah

Bîsmîllah dibê ‘alem
Tu jî bêje ey adem
Di dil namîn qet’a ğem
Bîsmîllah navê Allah


Ê Berê Hicrana ’Hebîbê
Ê Li Pey “PKK ji bilî Kurdan ji hemû kesî re xizmetê dike"

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.