HEJMARA NÛ DERKET

HEJMARA NÛ DERKET

JI WEŞANKARÊ KELHAAMED

 

الحمد لله رب العالمين والصلاة والسلام على خير خلقه محمد وعلى اله و صحبه اجمعين

Ger em Kurd bixwazin di fikr û edebiyat û zanyariyê de pêş ve herin lazim e em li ser rehên xwe şîn bibin. Çavberdana qîmetên xelkê merev dike parsekê wan. Rênîşandana wan jî merev ji rehên xwe dûr dixe, merev şaş û gêj dike. Merev qîmet û pêşiyên xwe jibîr dike û dibe karmendê heq û fikr û ramanên xelkê ğerîb. Ev xelkê ğerîb îja ne xêrxwazê me ne jî.

Di zeman û erdnigarî û sitratejiyeke zêde hessas de Kurd dijîn. Bi qasî hesabê Kurdan, hesabê ğeyrî Kurdan jî li ser wan heye. Her milletek dixwaze qewmê Kurd û axa Kurdistanê li gora berjewendiyên wan şekil bistîne. Ji bo vê jî milletên bi hêz ‘adetî bi hev re pêşbaziyê dikin.

Çi kitêb çi kovar çi rojname, çapemeniya Kurdî gerek bi vê fêmberiyê karbike. Sitêrkên rêbiberxistinê ji Kurdan re ne winda ne, diyar in. Lê ji ber ‘elaqatên germ, xusûsen jî medya û ragihandina civakî bala wan ber bi tiştnî din ve dikşînin, derd û hedefa wanî sereke bi wan didin jibîrkirin. Kovara kelhaamed di vê xala muhîm de dewreke girîng bi cî tîne.

Di vê hejmara me de sernivîsa me di vî warî de hatiye amadekirin. Em dixwazin Kurd bidin dû zanyarên xwe, murşidên xwe, şêx û melayên xwe. Pêşî bi fikra xwe, dûv re bi malbata xwe, dûv re bi jiyana xwe ya civakî û ferdî bibin dewlet. Her wekî Resûlê Ekrem ‘Eleyhîsselatû wesselam ku bi cih aniye. Sitêrka rênîşandanê ya herî mezin Ew e. Sehabiyên kîram jî her yek jiwan sitêrkek in. Merev kîjan ji wan bişopîne ew riya xelasiyê ye.

Hevpeyvîna ku di vê hejmara me de me pêk aniye mîhraqa wê jî her ev e. Yanî şerî’et. Mela Emîrxan Bakış di hevpeyvînê de dibêje “hedefa Dîwana Cami’ deselata şerî’etê ye.”

Hemî zanyarên me yên klasîkan hedefa wan ev bû ye. Melayê Cizîrî, mesela şerî’etvaniya xwe di beytên xwe de bi şeklekî zelal tîne ziman. Çimkî şerî’et, xêrxwaziya hemî qewmên mezlûm e û kesên ji rêderketî jî bi selametî tîne rê. Çima, çi qenc çi neqenc, kes nikare dujminantiya Melayê Cizîrî û hempayên wî bike? Çimkî evîndarên Îlahî ne.

Gelo çapemeniya Kurdî a roja me çiqas evîndariya van evîndarên ku wek sitêrkane tîne rojeva xwe û bala Kurdan ber pê ve dikşîne?

Kovara Kelhaamed bi vê taybetiya xwe derdikeve pêş.

Keremkin bixwînin.


Ê Berê Mislimanê fedakar û xizmetkarê doza Îslamê: Şehîd Selahaddîn
Ê Li Pey SERNIVÎSA KELHAAMED (HEJMAR 46)

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.