Charlie Hebdo dîsa di pey nemerdîyê de ye

Charlie Hebdo dîsa di pey nemerdîyê de ye

Kovara Fransizan Charlie Hebdoyê ku dijminê Îslamê ye cardin dest bi nemerdî û rezîltîyê dike.

Kovar bi daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir ew ê karîkaturên ku pê heqaret li Hz. Muhammed tên kirin cardin bidin weşanê.
 
Kovara rezîl û nemerd a bi navê Charlie Hebdo berî niha bi karîkaturên ku belav kiribû heqaret li Pêxemberê me Hz. Muhammed kiribû.
 
Çalakîya Charlie Hebdo ya birayên Kouachî
 
Ji ber karîkaturên ku hatin weşandin û pê haqaret li Hz. Muhammed hatin kirin, du birayên bi navê Saîd û Şerîf Kouachî  di 7ê Çileya sala 2015an de  di ser avahîya kovarê de girtin û 8 jê rojnameger û tevde 12 kesî kuştin.
 
(ÎLKHA)


Ê Berê Komxebata Medyaya Civakî ya “Jiyan Bi Nimêjê Xweş e” hat tertîpkirin
Ê Li Pey Mislimanê fedakar û xizmetkarê doza Îslamê: Şehîd Selahaddîn

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.