Di We De Cesaretek Xarîqul’ade Heye

Di We De Cesaretek Xarîqul’ade Heye

REÇETA KURDAN- 34 HEVPEYVÎNA CIVAKA KURDAN BI SEYDAYÊ BEDÎUZZEMAN RE M. 'EBDUSSEMED HILMÎ

Bîsmîllahîrrehmanîrrehîm

“Ger hûn dixwazin ez û we ciyê xwe bighwerînin, ez bipirsim hûn jî cewab bidin.”

C: - “فاسئل ولا تجد به خبيرا  ” bipirse lê ê ku dizane tu yê wî nebînî. (Îdî Ustad dipirse guhdar jî cewab didin)

S: - “Gelo milletê Ermenî ticarî ji we cesûrtir dibe?”

C: - “Naxêr, ji binî ve na! ‘Alem şahide ku nebûye û nabe jî”

S: - “Çima fedayîkî wan digirtin, dişewitandin, kerker dikirin jî sirrên xwe û hevalên xwe eşkere nedikir? Hal ew e ku kêrkî li ‘egîtkî wexin wê temamê sirrên wî bi xwîna wî re bipejiqin û birjên. Ji alî cesaretê ve eviya tişkî cuda ye. Gelo sebebe wê çiye?” Ka we digot Ermenî wek me cesûr nabin?

C: - “Em dikin nakin sebebê wê fam nakin. Bes em vêya dizanin; tişkî heye ku zerre wek çiya mezin dike û şêr ji rêvî re dike kole. Wezîfa te em nikarin hilgirin, em zanin wî tişta heye lê mahiyeta wî tu ji me re bêje.”

Heyra ême em nikarin wek te bikin û cewabê sualê te bidin. Tu bipirse emê cewab bidin. Wê ferqa ku tu behsa wê dikî me ew jî famkir. Em zanin ku tişkî heye lê mahiyeta wê tu ji me re bêje. (Dîsa guhdar dipirsin, Ustad jî cewab dide)

C: - “Ewçağ bi çar guhan godarî bikin û guhê xwe bidinê.” Her dû guhên qelbê xwe jî vekin û bi tevî guhên serê xwe çar alî guhdarbin:

“Ermenîkî ku bi fikra milliyetê hişyar bûbe himmeta wî bi temamî milletê wi ye.” Yanî kula ser dile fillekî û temamê meqseda wî koma milletê wî ye, temamê filleyan e û quwweta xwe hemî di fikra milletê xwe de serf dike.

“’Eyenen wek hawê ku milletê wî biçûk bûye û bûye ew şexs bixwe yan jî di qelbê wî de bicî bûye. Rihê wî çiqas şêrîn û biqîmet be jî milletê xwe yê fille şêrîntir û mestir dibine. Hezar rihê wî hebin jî fedakirina hemiyan di oğira milletê xwe de îftîxar dibîne. Çimkî ew li ba xwe dibêje ez mezin difikirim.”

Dînê her kesî li ba wî muqeddes e. Her kes di riya dînê xwe de xwe feda dike. Nexasim ku zulum li wan were kirin her ferdek bi qasî milletkî dibe xwey hemiyyet. Di van demê paşî de fille jî wisa bûne.

“Hal ew e ê we -ez ji ê niha re nabêjim, lê ê berê- ‘egîdkî weyî ku hişyar nebûbû, yanî cahil mabû, bes ji bo menfî’etkî yan ji bo ğerezkî yan ji bo namûsa ‘eşîrkî tenê difikirî. Hewqas ku bê fam û teng difikirîn. Ê helbet her kes ji bo van tiştên biçûk heyata xwe feda nake. Em ferz bikin, heger we jî bi fikra milliyetê tamaşe bikirana weyê mêrxasiya xwe bi ‘alemê bidana qebûlkirin û hûnê derketanan ser tebeqeyên bilind.”

Bi rojkê tenê hûn neketin vî halî, roja ku we fikra milliyetê hinda kir û hûn bi dû menfî’etên biçûk û şexsî ketin hûn ji hev felişîn. Milliyet ne qewmperesti ye. Belkî “wucûdek e, rihê wê Îslamiyet e, ‘eqlê wê ‘Usmaniyet e, cismê wê jî Tirkayetî û Kurdayetî ye.” Muslumankî ku Xwedê û axretê û ummetê bifikire wê di mêrxasî û ‘egîtiyê de ji fillehên ku dixwazin hemdînê xwe xelas bikin derbas bibe.

“Heger Ermenî wek we nizm û kin û teng fikirîbûnan ewê tirsonek û sefîlbûnan.”

Di eslê xwe de Ermenî rezîl in, tirsonek in. Bes bi cereyana dînî cesaret sitendin û bi serketin. Xwe gihandin hev, li ser paşerojê hîsab çêkirin, hetta ji bo ku muslumanan ji dînê wan bizivirînin û wan bikin fille gelek proje çêkirin. Hûn jî bi sebeb ku we bi dîn ne girt rezîl bûn.

“Heqîqeten di we de qabiliyeta cesaretek xarîqul’ade heye. Çimkî ê ku ji bo pênc quruş menfî’et yan jî ji bo tişkî hindik a ‘izzeta nefsê yan jî ji bo şerefeke î’tîbarî ku eslê wê tune ye yan jî ji bo xelk bêjin “filankeso mêr e” mirina xwe bide ber çavê xwe yan jî ê ku namûsa ağayê xwe mûhîm bibîne û xwe di ber de bide kuştin, gelo vî kesa hişyar bibe û bixwe bihise, ji bo milliyeta xwe ya ku bi bihayê xezîna ye hezar rihê wî hebin jî wê xwe feda neke? Helbet ew kesê ku heyata xwe bi deh pera bifroşe wê bi ‘işq û şewq bi deh lîre ya bifroşe.”

Dêmek tiştê ku di we de kêm e hişyari ye, haylixwebûn e, zanebûn e, xudîderketina li qîmetê xwe ye. Ji bo tişkî ne tişt hûn Karin xwe bidin kuştin bes jib o muhafezekirina muqeddesatên we yê ku hûn bi wan diçin cennetê û di dinyayê de jî bi wan şerefê distînin hûn xwe paş de didin û cesareta we dişkê.

Çi heyf e ku xesletên me yên qenc ketin destê ğeyrîmusliman. Exlaqê me yê qenc jî ji me dizîn. Tu dibêy qey exlaqê me yê ‘aliye li ba me rewac nedît û ji me ğeyidî çû îltîcayî ğeyrîmusliman kir. Rezaletiyên wan jî ji ber ku di nav wan de rewac nedîtin anîn wan li bazar û sûkên me danîn.”

Me qîmeta exlaq û ‘adetên xwe yên qenc nizanibû û me terka wan kir, me çavê xwe berra neqenciyên wan da. Ew jî çav li qenciyên me ketin û wan ji xwe re girtin û terka neqenciyên xwe kirin. Di exlaq û ‘adetan de em bûn wek ğeyrîmusliman, ğeyrîmuslim jî bûn wek me.

“Ma gelo hûn nabînin! Ruknê eslî yê pêşveçûna milletên îro ev e ku dibêjin: “Ez bimrin jî milletê min sağ e.” Ev gotina nûranî û wesfê bilind wesfê dînê heq e (Îslam). Lê wan ji me dizi ye. Fedayîkî wan (Ermeniyan) dibêje: “Ku ez bimrim jî bira milletê min sağ be! Çimkî di nav  milletê min de heyateke minî me’newî ebedî heye.” Li hember vê, ew gotina sefaletê û xweperestiyê ku dibêje: “Piştî ku ez mirim dunya çewa dibe bira bibe, dixwazî bira tofan rabe” yan jî ew gotina ku dibêje: “piştî ku ez ji tîna mirim bira îdî dilopik jî baran neyê” vê gotina bi ehmeqî û vê koraniyê bi destê dîndariya me girtiye û ji me re rêbertiyê dike.”

Dînê me heq e. Lê ku bi koranî em xwe pê bigrin emê bibin pêkenê pêkena. Di gel ku em di dînê xwe de heq in jî fillew cihû û muşrik di pêşiya me de ne û di ser me re ne û hemî îmkanên dinyayê di destê wan de ne sebebê wê ev e.


Ê Berê Du Helbestên Seyyîd Nesîmîyê Hûrûfî
Ê Li Pey 'Sûsa cihê ji nû ve nivîsandina izzet û îmanê ye'

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.