YA NEBÎ BÊJE-4

YA NEBÎ BÊJE-4

Jİ QUR’ANA MECÎD ÇEND PEND Û ŞİRET

(Ya nebî!) Bêje: Gelo kî dikare we ji zulûmata behr û berrê xelas bike. (Ne wexta ku di hengama afatê de) we bi zarezar û bi dizî dua dikir û digot: Eger ew (Xwudayê me) me ji vê (musîbetê) xelas bike (ad û we’d be) em dê bibin ji şakiran. (Suretê En’am: 63)


(Ya Nebî!) Bêje: Her Ellah Te‘ala ye ê ku we ji wan (afatan) û hemî kerban xelas dike. Bes digel vê dîsa hûn şerîkan jê re çê dikin. (Sûretê En’am: 64)


(Ya Nebî!) Bêje: Ew dikare ji jor ve (yanî ji asîmanan de) an jî ji bin lingê we ‘ezabekî bi ser we de bişîne. Weyaxud (ew dikare) we bike firqe bi firqe, berê yêkî ji we bide ê din û xinca we bi hev bide tamandin. (Çavê xwe veke) baş mêze ke ji bo ku ew fehm û îdrak bikin bê ka em ayetên xwe bi çi rengî şîrove dikin. (Sûretê En’am: 65)


(Ya nebî!) Bêje: Ma dibe ku em ji bil Ellah Te‘ala perestîya tiştên ku ne dikarin feydê bidin me, ne jî dikarin zirarê bidin me bikin. (Gelo ma dibe ku) em piştî hîdayetê li ser pahnîya xwe bi paş ve vegerin ser kufrê. Ma dibe ku em bibin wek wî kesê ku şeytanan lingê wî ji riya rast şemitandine, li ser rûkê erdê şaş û maş maye, hevalên wî, wî bi bal hîdayetê ve vedixwînin bes ew jî guh nadit wan. (Ya nebî!) Bêje: Bêgûman riya hîdayetê her riya Ellah Te‘ala ye. Emrê ku li me hatiye kirin teslîmîyeta ji Rebbê ‘aleman re ye. (Sûretê En’am: 71)


(Ya Nebî! Bêje:) Ma dibe ku ez (bo hekemtîya di mabeyna min û we de) ji bil Ellah Te‘ala li humekî din bigerim. Hal ev e ku wî kitêb bi awayeke mufessel (şîrovekirî) bo we nazil kiriye. Ew kesên ku me kitêb daye wan jî baş dizanin ku bi rastî ew (kitêb) ji cem Rebbê te nazil bûye. (Eman ha eman! Nebî nebî!) Êdî tu nebe ji wan kesên şubhedar. (Sûretê En’am: 114)


(Ya Nebî!) Bêje: Ya qewmê min! Çi ji destê we tê texsîr nekin. Ez jî texsîr nakim. Bes elbette hûn dê di nêz de bizanibin bê ka aqîbeta baş a li axretê li benda kê ye. Bêgûman zalim îflah nabin. (Sûretê En’am: 135)


(Ya Nebî!) Bêje: Ez di tiştê ku ji min re hatiye wehîkirin de ji bilî beratê, xwîna rijandî, goştê beraz ê ku bê guman di heddû zatê xwe de pîs e, weyaxud heywana ku bi fasiqî ji bil Ellah Te‘ala li ser navê yekî din hatiye serjêkirin tiştekî din ê heramdêrandî nabînim. Digel vê kî ku bikevit halê zerûretê bi şertê ku ji hed dernekeve (dikare ji van tiştên heramdêrandî bixwe.) Lewra bêgûman Rebbê te Xefur û Rehîm e. (Sûretê En’am: 145)


(Ya Nebî!) Eger ew te derewbidêrin tu ji wan re bêje: Bêgûman Rebbê we xwedî rehmeke berfireh e. (Bes digel vê) ‘ezabê wî ji ser qewmê mucrîm nayê zivirinadin. (Sûretê En’am: 147)


(Ya Nebî!) Bêje: Delîlê herî payeberz û aşîkar her delîlê Ellah Te‘ala ye. Eger wî bixwesta dê cemî‘ê we bianîya ser hîdayetê. (Sûretê En’am: 149)


(Ya Nebî!) Bêje: De ka wan şahidên xwe yên ku şahidiyê didin (û dibêjin) ku Ellah Te‘ala filan tişt û bêvan tişt heram dêrandîye bînin. (Ya Nebî!) Eger ew şahidiyê bikin jî tu digel wan şahidiyê meke. (Eman ha eman! Nebî nebî) Tu nebe tabi‘ê hewa û hewesa wan kesên ku ayetên me derewdidêrin û bawerîyê bi roja axretê naynin. Ew her ew kesin tiştên din wek hevdengê Rebbê xwe dibînin. (Sûretê En’am: 150)
 


Ê Berê “Şehîdên Qerejdaxê” yên ku ji teref PKKê ve hatin qetilkirin hatin bîranîn
Ê Li Pey Bı Dr. Mûhemmed Şerîf Re Hevpeyvîn

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.