JI WEŞANKARÊ KELHAAMED

JI WEŞANKARÊ KELHAAMED

الحمد لله رب العالمين والصلاة والسلام علي خير خلقه محمد وعلى اله و صحبه اجمعين

Xwendevanên hêja!

Rebbê Kaînatê ku sewq û îdara ‘alemê di destê wî de ye dîsa kir nesîb bi vê hejmara xwe em bi we re ne.

Bi heseb naverokên nivîsên xwe em karin bibêjin: Meselê ku pirsgirêkin ji me re û em li ser wan bi salan xeber didin û nivîskar û lêkolîner û hemî kesên ku destê wan qelem digre derheqê wan de dinivîsînin û her kes ji ba xwe ji bo çereseriyê teoriyan rêz dike di esil de ne pirsgirêk in. Belkî ew hinik qîmet in, bi destê hinik neehlan ji qîmet dikevin.

Sunneta seyyie ketiye pêşiya sunneta seniyye. Îhtîras ketiye pêşiya ‘edaletê. Kelîmeyên nefsanî reğbet dibînin, rûhê rehmanî bênav dimîne.

Rêzenivîsa me ya bi navê Receta Kurdan ji bo xelasiya qewmê Kurd hatiye hazirkirin. Qewmê bi qîmet û bê xwedî. Wê axa munbit çima nebatê wê çilmisandiye, kulîlkê wê zenûn in, bên ji gul û sosinên wê nayê, necseta ecnebiyan ji paqijiya wê bêtir bên dide.

Di vir de ê ku ji bo cewabên van xalan reçete hazir kiriye û tehlîl kiriye Mutekellimê ‘esrê ye. Yanî ne kesekî ji rê ve ye. Gotinên wî me teva girê didin. Ev yek.

Yeke din, me Mekeza fikra Îslamî ya Kurdistan (Korrbendî Hizrî Îslamî yî Kurdistan) ziyaret kir û ji bo we bi serokê wê Mûhemmed Şerîf re hevpeyvîn kir. Mûhemmed Şerîf însanekî 90 sal ‘emir kiriye, hem zana û hem jî xelkê vî welati ye. Di kurtejîna wî û derheqê fikra Îslamî de gotinên ku dibêje de gelek tecrube hene.

Ji bo ğeletî neyên tekrarkirin di tekoşîna serkiftinê de tecrubê zanayan, gernasan û bitemenan gelek muhîm in. Jiyannameyên kesên meşhûr di vê babetê de pêşiya merev ronî dikin.

A sisiya jî: Helwesta Kurdan di navbêna mîrasa çanda wan û rojevê de nêrîna wanî paşerojê dide nişandan. Bi galgalên mezin, peyv û sloganan tenê dunya nayê avakirin. Rûpel bi nivîsan werin dagirtin, kitêb û kovar û rojname refên kitêbxanan dagrin jî ê ku medeniyetê ava bike, heq û huqûqan teslîm bike, di destpêkê de ‘eqîde dûv re jî ‘emelekî salih e.

Di gel ku hewqas xûna Kurdan hat rijandin û tê rijandin û hê jî bi qasî libik genim di dunya xwe de pêş de neçûne, sebebê wê her halde ev e. sernivîsa me ku dibêje “di navbêna qeder û qudretê de” behsa vê noqtê dike.

Û wekî din jî: Di vê hejmarê de me nivîsên xwe tesnîf kir û nivîsên ku ji sinifkî bûn me wan teva di ber hev de bi cî kir. Nivîsên derheqê tarîxa Kurdan de me teva di rûpelên serî de da ber hev. Di dûv re heçî ku şi’r bûn me ew jî di dû wan re da ber hev û rêzkir. Heçî mayî jî me di dû wan re bi cî kir.

Hewla me, di cî û weqtê xwe de razîkirina Rebbê me ye. Em bi vê hejmarê jî keda xwe pêşkêşî xwendevanên xwe yên biqîmet dikin.

Muweffeqiyet her bi Xweda ye.


Ê Berê Serokatiya Kurdistanê: Nabe Iraq bibe qada yekalîkirina şerê welatan
Ê Li Pey Îmtîhana Kurda Di Navbêna Qeder û Qudretê de

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.