Kerwana Umudê xwendekarên êtîm muxtac dilxweş kir

Kerwana Umudê xwendekarên êtîm muxtac dilxweş kir

Kerwana Umudê bi xebatên alîkarîyê yên ku li Sakarya, Zonguldak, Xarpêt û Çewligê kir xwendekarên êtîm û mixtac dilxweş kir.

Kerwana Umudê ya ku li nava welêt û li derveyî welêt bi xebatên alîkarîyê tê naskirin  bi dirûşmeya “Em Zivistanan  Bikin Bihar” xebatên xwe didomîne. Kerwana Umudê vêcarê li Sakarya, Çewlig, Xarpêt û Zonguldakê ji xwendekarên êtîm û mixtac re alîkarîya cil û bergan kir.

Cengîz Kurtaranê  Serokê Giştî yê Weqfa Kerwana Umudê derbarê xebatên alîkarîyê yên ku ji teref wan ve ji bo xwendekaran hatine kirin de daxuyanîyek da.

Kurtaran di daxuyanîya xwe ya ku da de destnîşan kir ew bi dirûşmeya “Em Zivistanan  Bikin Bihar” li Sakarya, Zonguldak, Xarpêt û Çewligê ji bo xwendekarên êtîm û mixtac re alîkarîya cil û bergan kirine.

Kurtaran di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir alîkarîyên wan li wan mektebên ku berî niha hatine tespîtkirin hatiye belavkirin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Me li Sakaryayê li 5 mekteban, li Zonguldakê li 2 mekteban ji xwendekaran re alîkarî kir. Her wisa me dîsa Xarpêt û Bîngolê ji malbatên feqîr û jar re alîkarîya cûrbecûr hat kirin.”

Kerwana Umudê ya Bîngolê jî  raporta xwe ya mehane ya alîkarîyê belav kir. Di raporta ku hat belavkirin de hat diyarkirin; ew wek Kerwana Umudê di mehekê de li Bîngolê ji 28 malbatan re alîkarî kirine û qiymeta vê alîkarîya ku hatiye kirin 7 hezar 195 TL ye.

(ÎLKHA)


Ê Berê Li Hewlêrê bernameyên “Mewlida Nebî”
Ê Li Pey ŞEFEQ LÊDİXE XEBERDAR BE!

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.