Weqfa Evîndarên Pêxember Peyama Qandîla Mewlidê weşand

Weqfa Evîndarên Pêxember Peyama Qandîla Mewlidê weşand

Ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve ji ber minasebeta Qandîla Mewlidê peyamek hat weşandin.

Di peyama ku ji ber minasebeta Qandîla Mewlidê ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve hat weşandin de ba ng li temamê Mislimanan hat kirin da ku îşev li camîyan werin ba hev û beşdarî wan bernameyên  bi navê “Hz. Muhammedê Rêberê Malbata Mînak” ên ku dê di salonan bên tertîpkirin bibin.

Di peyama ku ji teref Adnan Akgonulê Serokê Giştî yê Weqfa Evîndarên Pêxember ve hat xwendin de  bal hatin kişandin li ser wê rewşa nebaş a ku însan di dewra cahilîyê de ketibûyê û dû re hat diyarkirin temamê nebaşî, zilm û tehdayîyên ku di dewra cahilîyê de dihatin kirin bi hatina Hz. Muhammed ji holê rabûn.

“Îxtîyaca însanîyetê bi reçeteya xelasîyê ya Wî heye”

Akgonul di berdewama peyama xwe de diyar kir dema ku însanetî di nav cahilîyê de bûn  Xweda Hz. Muhammed wek rizgarkarekî şand û dû re wiha li peyamê zêde kir: “Hz. Muhammed ji bo xelasî û rizgarîya temamê însanan hat şandin. Ew di şeva 12ê Meha Rebîulevvelê hat dinyayê û bi hatina wî nîşaneyên guherîyê yên ewil derketin holê. Di temamê omrê wî yê 63 salene de mînakên ku însanîyet jê ders û ibretê bigirin û jê îstîfade bikin hene. Di roja me ya îro de îxtîyaca temamê însanîyetê bi reçeteya xelasîyê ya ku ji teref wî ve ji însanîyetê re hatiye teqdîmkirin re heye.”

“Em bang li temamê xel

Akgonul di berdewama peyama xwe de diyar kir roja ku Hz. Muhammed hatiye dinyayê di nav alema Îslamê de wek Qandîla Mewlidê tê îdrakkirin û dû re wiha li peyamê zêde kir: “ Ji ber minasebeta salvegera wîladeta mibarek a Hz. Muhammedê Pêxemberê m, em Qandîla Mewlidê ya temamê alema Îslamê tebrîk dikin. Em hêvî dikin ku îev bibe wesîle ku Pêxemberê çêtir û baştir bê famkirin û bang li temamê Mislimanan dikin  ku îşev li camîyan werin ba hev û beşdarî wan bernameyên  bi navê “Hz. Muhammedê Rêberê Malbata Mînak” ên ku dê di salonan bên tertîpkirin bibin.”(ÎLKHA)


Ê Berê Avrupa Yetîm Elî ji bi hezaran zarokên Yemenî re alîkarî belav kir
Ê Li Pey Xwendekar ji bo Pêxemberê xwe meşîyan

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.