Avrupa Yetîm Elî ji bi hezaran zarokên Yemenî re alîkarî belav kir

Avrupa Yetîm Elî ji bi hezaran zarokên Yemenî re alîkarî belav kir

Ji teref Avrupa Yetîm Elîyê ve li herêma Sanaya Yemenê di bergeha projeya “Mama Zarokan” de ji bo bi hezaran zarokên feqîr alîlkarîya mamayê hat kirin.

Hat ragihandin ji teref Avrupa Yetîm Elîya ku ji roja hatiye damezrandin vir ve ji feqîran re dibe alîkar ve li herêma Sanaya Yemenê di bergeha projeya “Mama Zarokan” de ji bo bi hezaran zarokên feqîr alîlkarîya mamayê hat kirin.

Huseyîn Ateşê Rayedarê Avrupa Yetîm Elîyê derbarê alîkarîya ku ji teref komeleya wan ve li Yemenê ji bo zarokan hatiye kirin de daxuyanîyek hat belavkirin.

Ateş di daxuyanîya xwe de diyar kir alîkarîya mamayê li wan herêmên şer ji wan malbatên feqîr re hatiye belavkirin.

Ateş di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir li Yemenê ji bo zarokan alîkarîyên wan berdewam dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di herbê de çawa mezin di tesîrdar dibin bi heman awayî zarok jî tesîrdar dibin. Berîya ku bûyer dest pê bikin hejmara zarokên ku bi şikleke neyînî tesîrdar bûne bi hezaran bû, lê niha bi milyonan in. Em wek Avrupa Yetîm Elî ji van zarokan re dibin alîkar lewra zarok ji ber herbê nikarin xurekê peyde bikin û gelek zêde ji herbê tesîrdar dibin. Ew ê ji bo Yemenê xebatên me yên alîkarîyê berdewam bikin.”(ÎLKHA)


Ê Berê Platforma Nesla Qur’anê peyama Mewlûda Nebî weşand
Ê Li Pey Weqfa Evîndarên Pêxember Peyama Qandîla Mewlidê weşand

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.