Ji bo hecê pêşqeyd dest pê dikin

Ji bo hecê pêşqeyd dest pê dikin

Ji bo namzedên hecîtîyê yên ku dixwazin farîzaya hecê bînin bi cî pêşqeyd û qeydnûkirin di 11ê Mijdarê dest pê dikin.

Hat ragihandin ji bo namzedên hecîtîyê yên ku dixwazin farîzaya hecê bînin bi cî pêşqeyd û qeydnûkirin di 11ê Mijdarê dest pê dikin.

Derbarê mijarê de ji teref Serokatîya Karên Diyanetê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; ji bo namzedên hecîtîyê yên ku dixwazin farîzaya hecê bînin bi cî pêşqeyd û qeydnûkirin di 11ê Mijdarê dest pê dikin û ew ê qeyd di 13ê Berfanbarê de bi dawî bibin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin qeyd ji ser malpera www.hac.gov.tr yê dikarin bên kirin.(ÎLKHA)


Ê Berê Dayikeke din bi hesreta lawê xwe yê Yûsifî çû rehma Xwedê
Ê Li Pey Lîstikên Me: Bizna Kejik

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.