"Bêyî cîhadê Quds nikare bê azadkirin"

Berdevkê Fermî yê Hamasê Dr. Samî Ebu Zuhrî destnîşan kir: “Bi aştî û gotûbêjê Quds ji îşxalê nikare bê xelaskirin. Ji bo azadkirina Quds tiştê lazim cîhad e.”

Ji teref Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HUDA PARê ve ji ber munasebeta salvegera Qudsê ya ji teref Selahaddînê Eyyûbî ve paneleke bi navê “Quds û Selahaddînê Eyyûbî” hat tertîpkirin. Berdevkê Fermî yê Hamasê Dr. Samî Ebu Zuhrîyê wek axavtvan beşdarî panelê bû derheqê Quds û Selahaddînê Eyyûbî de nirxandinan kir.

Zuhrî di destpêka axavtina xwe de qala şexsîyeta Selahaddînê Eyyûbî û kir û dû re derheqê rewşa niha ya Qudsê de axavtina xwe wisa domand:

 “Bêyî cîhadê Quds nikare bê azadkirin”

Zuhrî di destpêka axavtina xwe de qala şexsîyeta Selahaddînê Eyyûbî û kir û dû re derheqê rewşa niha ya Qudsê de axavtina xwe wisa domand: “Îxtîyac bi lîderekî ku weke Selahaddînê Eyyûbî ji ummetê re pêşîvantîyê bike heye.  Quds di wextê Xaçperestan de hat îşxalkirin. Selahaddînê Eyyûbî ew azad kir. Berî wî Omer bîn Xattab ew azad kiribû. Bêyî cîhadê Quds nikare bê azadkirin. Bi aştî, gotûbêjan Quds nikare bê azadkirin. Ev rê û rêbaz tu feydeyê nadin. Quds ji me re dibêje: ‘Hûn encax bi xwînê dikarin min azad bikin.’ Xaçperestan Qudsê bi xwînê îşxal kirin. Em encax bi xwînê dikarin Qudsê teslîm bistînin. Êdî em dev ji wan doz û pêşnîyarên ku ji Xerbê hatine berdin.”

“Ev bû 70 sal ku Quds di bin îşxalê de ye”

Zuhrî di berdewama axavtina xwe de diyar kir ev 70 sal ku Quds hatiye îşxalkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Tiştê ku min ji jiyana Nureddînê Zengî û Selahaddînê Eyyûbî fêm kiriye ev e: Her tim xwedî bawerî bûn ku ew ê Qudsê azad bikin. Selahaddînê Eyyûbî Qudsê azad kir. Bi izna Xwedê ew ê îro jî berxwedêr Qudsê azad bikin.  Piştî Selahaddînê Eyyûbî Quds ji teref Birîtanyîyan ve hat hat îşxalkirin. Di sala 1948an de Birîyanyîyan Qudsê teslîmî Yahûdîyan kirin. Vê yekê bi komployeke mezin çêkirin. Ev bû 70 sal ku Quds di bin îşxalê de ye.”

Zuhrî di dawîya axavtina xwde de diyar kir Trump muqaddesatên Mislimanan derxistiye bazarê ku em ê heta Quds azad bibe bixebitin.

(ÎLKHA)


Ê Berê MEHMED YAVÛZ
Ê Li Pey Di sala pêncemîn de anatomiya 6-8ê Cotmehê

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.