MIHEMED ŞEWQÎYÊ XANÎ Û PÊNC ŞI’RÊN WÎ

MIHEMED ŞEWQÎYÊ  XANÎ Û PÊNC ŞI’RÊN WÎ

Tehsîn Îbrahîm Doskî

 

Roj bo rojê pitir bo me aşkera dibit ku di dîroka edebîyata kurdî da gelek nav hêşta mayîne ku mafê xwe yê durist ji danenîyasînê wernegirtîne. Çunkî; berhemêt wan li bin tozê mane û bi rengekê hêja nekeftîne ber destê vekoler û xwendevanan. Vê carê em dê behsê êk ji van şa'iran bikeyn ku ew jî Mela Mihemedê Xanî yê ku nasnavê xwe yê şi'rî kirîye Şewqî ye. Hêjîye ku berî em dest bi danenîyasîna Şewqîyê Xanî bikeyn, em xwendevanan agehdar bikeyn ku du şa'irên dî yên kurd berî Şewqîyê Xanî hebûyîne. Wan şai’ran jî nasnavê xwe yê şi'rî kirîbûn Şewqî. Ew jî eve ne:

 

Êk: Mela Xelîlê Sêrtî: Mela Xelîlê kurê Mela Husênê kurê Mela Xalidî bû.[1] Hêvênê wî ji gundê Gulpîkê bû ewê dikefte devera Hîzanê. Eve gund gundekî Hîzana Bidlîsê ye. Mela Xelîl bi xwe li sala 1164 mişextî (1750 z.) li Hîzanê hatibû ser dinyayê û li sala 1259 mişextî (1843 z.) li Sêrtê mirîbû.  Ew Zana û şa’irekî navdar bû, îcaza xwe ya 'ilmî li Amêdîyê ji Mela Mehmûdê Behdînî wergirtibû û hevalê Mela Yehyayê Mizûrî bû. Gelek kitêbên wî yên 'ilmî û edebî bi zimanê 'erebî û kurdî hene. Nûke sê berhemêt wî yên şi'rî bi kurmancî me dîtîne.  Ew jî eve ne: Vehînoka Nehcu’l-enam, vehînoka Tecwîdname û hijmareka şi'rên cuda cuda. Ev her sê berhemêt wî me di sê kitêbên xwe da belavkirîne.

 

Du: Şewqîyekê nenîyas: Ev şa'ire jî hevçaxê Mela Xelîlê Sêrtî ye û dîwaneka wî bi zimanê farisî heye. Daneyek ji eve dîwanê li 16ê heyva Muherremê ji sala (1267) mişextî (beranber 20/11/1850 z.) bi destê Şêx 'Ebdlhelîmê kurê Şêx Ehmedê Şoşî hatîye nivîsîn. Eslê wê daneyê di pirtûkxaneya destnivîsên Bexda da heye li bin hijmarê 14474an. Nûke wêneyekê kopîkirî ji eve daneyê di dest me da heye.

 

Eve şa'ir hewceyî bi vekolîneka berfireh heye. Lewra heta nûke çu zanînêt durist li dor rastîya kesînîya wî di dest me da nînin. Em ji hindek dîrok û navên ku di dîwana wî da derbas dibin hindê digehînin ku ew ji kurên sedsala hejdê bûye. Bo nimûne: Li sala 1209 mişextî (1794 z.) wî şi'rek bi mirina şêxekê bi navê Muhemmed bîn Riza vehandîye.  Wesa ji eve şi’rê diête zanîn ku ev şa'ire li ser rêbaza Qadirî ya sûfî bû, belkî peywendîya wî bi şêxên Talebanî ve jî hebit. Ji aqil dûr nîne ku ev şa'ire xelkê devera Baban bit.

 

Şewqîyê Xanî:[2]

 

Mixabin digel wan bizavên zêde yên me kirîn da ku em bişêyîn bi temamî bi ser vî şa'irî hilbibîn û zanînan li dor wî û malbata wî kom bikeyn, belê çu ya wesa bi dest me nekeft, bi tinê em bi ser hindek dûndeha wî hilbuwîn ku nuke li bajêrê Colemêrgê dijîn, belê tiştê di dest wan da heyî hema bes ew e, ew dibêjin; bapîrekê me yê mela hebû digotinê Mela Mihemed, kesekê zana bû. Demê min gotîyê: “Erê hun dizanin ku bapîrê hewe şa'ir bû û dîwaneka wî heye?” wan got: “Nexêr, eve xeberekê gelekê xweş û nû ye bo me!” Ji ber vê çendê bo danenîyasîna vî şa'irî bi tinê em dişêyîn pal bideyne ser şi'ra wî, eve jî tiştekê gelekê kêm e û tênka mirovî pê naşkêt.

 

Nav û Nasnavê Şa'irî:

Nasixê destnivîsa dîwanê Şewqî li dûmahîya dîwanê çend rêzik bi farisî nivîsîye û tê da gotiye: “Ev nusxeya bijare ya wekî qodîka 'ettarî ku navê wê yadîgar e ji danana Mela Mihemed Şewqîyê Colemêrgîyê Xanîyê Xalidî ye.”[3] Di   dûmahîya şi'reka Şewqî da jî ev malike hatîye:

 

Mihemmed Şewqîyê Xanî

Tu pirbêjek bi ezmanî

Bes in şekwa ji dewranî

Bi kes nabet wefayê qet

 

Ji eva risteyan diête zanînku navê şa'rî yê durist Mihemed e, Şewqî nasnavê wî yê şi'rî ye, ji layê neseba xwe ve ew Xanî bû û akincîyê bajêrê Culemêrgê bû. Xanî navê ocaxeka Hekarîyan e ku li dewr û berên Çêlê dijîyan û hêvênê wan ji gundê Xana Sêgirkan e. Şa'irê navdar Ehmedê Xanî bi xwe jî ji vê ocaxê bû û ji layê terîqetê ve li ser rêbaza Neqşbendî bû, wekî dê bo me aşkera bit.

 

Di Destnivîseka dî ya kevin da ewa ku Mela Mihemedê kurê 'Ebdulqadirê Qadirî li sala 1312 mişextî (1894 z.) nivîsî, hindek şi'rên Şewqî hene. Di eve destnivîsê da nivîserî  li cihekî aşkera kirîye ku Şewqî bi nasnavê 'Ebdzade yê navdar e. Eve hindê digehînit ku malbata şa'irê me bi navê malbata 'Ebd dihate nasîn, belkî ew paldan bit bo bapîrekê wan ku navê wî 'Ebd bit.

 

Şewqî Kengî Jîyabû?

 

Mixabin çu zanînên berfreh di derheqa jîyana Şewqî da di dest me da nînin. Em bi duristî nizanîn kanê ew li çi salê hatîye ser dinyayê, li çi salê mirîye, li ku û li nik kî xwendîye. Belê ji nasnavê wî yê Mela û rewşenbîrîya wî ewa ji dîwana wî diête zanîn ku divêt wî 'ilmê rêzê li mizgeft û medreseyên Kurdistanê wergirtibit û îcazeya melatîyê jî sitandibit. Zanîna wî bo çar zimanan; -kurdî, 'erebî farisî û tirkî- jî hindê me digehînit ku ew melayê diwazdeh 'ilm û edîbekê şareza bûye. Pitir ji nîşanekê di dîwana wî da hene harîkarîya me diken ku em bişêyn serdemê ew lê jîyayî destnîşan bikeyn, ji wan:

Êk: Di navbera berperên 8-22yan da ji destnivîsa Şewqî texmîsek heye. Şa'ir li pêşîyê eve texmîsê dibêjit: Ev texmîse min li ser şi'reka Şêx 'Ubeydullahê Nêhrî danaye. Şêx 'Ubeydullahê Nêhrî eve şi’r li demê hilkeftina seredana wî bo merqedê Şêx 'Ebdulqadirê Geylanî da li Bexdayê vehandîye. Şi'rê Şêx 'Ubeydullahê Nêhrî û texmîsê Şewqî herdu bi farisî ne. Eve jî me dighênit ku texmîsa Şewqî berî ruwîdana serhildana Şêx 'Ubeydullahê Nêhrî ya li sala 1882 bizivirit. Eve ji layekî ve hindê digehînit ku Şewqî li nîva duyê ji sedsala nozdê jîyabû, ji layekê dî ve hindê digehînit ku peywendîyên wî digel şêxên Nêhrî yên Qadirîesl û terîqet Neqşebendî hebûn.

 

Du: Di berperê 153 da ji dîwanê şi'reka mesnewî bi farisî di medha sultanê Osmanî 'Ebdilhemîdê II. da heye. Aşkera ye ku 'Ebdilhemîdê II. li sala 1293 mişextî (1876 z.) bûbû sultanê Dewleta Osmanî. Em ji eve şirê dişeyn ku Şewqî li dewrê Sultan Ebdulhemîdê duyê da li heyatê bû.

Sê: Di berperên 26-27 da şi'rek heye şa'irî tê da bersîva heşt pisîyarên şer'î û zimanî yên asê dayne û ew li despêkê dibêjit: “Ev pisîyare li demê tehsîlê Mela Mihemed Tahirê Mayî bo feqîyan hinartibûn û min bersîva wan daye. Wekî ji eve beyanê ez tê gehiştîm dibit hingî şa'ir hêşta feqî bit, çunkî ew dibêjit: “Li demê tehsîlê, aşkera ye ku Mela Mihemed Tahir kurê Mela 'Ebdirrehmanê Mayî ye û ew di navbera salên (1850-1915 z.) da jîyabû.[4] Hejî gotinê ye ku peywendîyên şa'irî digel malbata şêxên Mayîyê jî ya baş bûye.

 

Çar: Di berperên 22-24 da texmîseka Şewqî a li ser şi'reka Şemseddîn Efendî Mistefazadeyê Başqelalî heye ku ew êk ji Seyyîdên Başqelayê ye. Wekî şa'ir aşkera diket ev şi're di medha Şêx Fehîmî da hatîye vehandin. Aşkeraye ku di eve texmîse da mexsed bi Fehîmî[5] Şêx Fehîmê kurê 'Ebdilhemîdê kurê 'Ebdirrehmanê Arwasî ye ku ew êk ji xelîfeyên Seyyîd Tahayê Nêhrî bû û  li salên (1825-1895 z.) jîyabû.

 

Pênc: Wekî borî digel me li hindek cihan hatîye ku Şewqîyê şa'ir Xalidî bû. Me'na wê ew e ku ew êk ji mensûbên terîqeta Neqşibendî ya Mewlana Xalidê muceddid bû. Aşkera ye ku ev terîqet li devera Hekarî û Badînan jî bi rêka Seyyîd Tahayê Nêhrî û xelîfeyên wî belav bûbu. Vêca Seyyîd Taha bi xwe êk ji xelîfeyên Şêx Xalidê Şehrezorî yê Neqşebendî bû û li sala 1852 z. mirîbû.

 

Ji van hemî nîşanan bo me aşkera dibit ku Mela Mihemed Şewqîyê Xanî li nîva dûyê ji sedsala nozdê zayînî jîyabû.

Ji evan şîroveyan dîyar e ku şa'irê me li serdemê Şêx 'Ubeydullahî yê gehiştîye. Ez ji aqil dûr nabînim ku ew êk ji mensûbên wî bit, belê mixabin heta nuke em çu ji serhatîya jîna wî nizanîn û em nizanîn kanê helwestê wî ji şoreşa Şêx 'Ubeydullahî çi bû. Dîwana wî ewa ku nûke li ber deste çu sinahîyan nadete ser vê meselê. Bi tinê eve dîwan hindê bo me aşkera diket ku Şewqî Neqşebendî û Xalidî bû.

Di derbarê tarîxê wefatê Şewqî çu agahîyêt me nînin. Tinê diête zanîn ku Şew li dor salê 1912ê zayînî yê zindî nebû.

 

Berhemêt Şewqîyê Xanî

 

Nuke bi tinê daneyek ji destnivîsa dîwana Şewqî li ber dest heye, ew jî ew e ya ku kurê wî Mihemed Tewfîqî li ber daneya babê xwe nivîsî, bo hevalê xwe Mela Mihemedê kurê Hacî Îbrahîmê Bendî, li sala 1912ê zayînî. Dîwana Şewqî, li duv daneya wê ya êkane ya ku nûke li ber destê me ye ji 100 şi’ran pêk diêt.  Eve dîwan bi çar zimana ye. Not û pênc jê bi farisî ne, sê bi kurdî, êk bi tirkî û êk jî mulemma ye bi çar zimanan e her sê zimanên borî digel 'erebîyê. Eve dîwan li dûv şêweyê dîwanên klasîkî hatîye lêkdan. Ye'nî; di eve dîwanê da şi'r li dûv qafîyê û li ser herfên hîcayî hatîne bi rêzkirin. Naveroka şi’rên Şewqî her wekî naveroka şi'ra klasîkî ye û bara pitir ji şi'rên wî li dor xezelê ne, digel hindek mijarên dî yên wekî medh û tesewwifê.

Nûke ji bil dîwana Şewqî me çend beytên wî yên dirêj di derbarê mehşerê da di destnivîsan da dîtiye. Eve jî hindê me digehînit ku ji bilî vê dîwanê hêşta wî berhem hene û belkî di dahatûyê da ew bêne dîtin.

Li vêrê em dê pên şi'rên Şewqîyê Xanî li ber destê xwendevanan daynîn.

 

 

MUREBBA

 

Dilo beşkî dinê pîr e

Bi kes nabet wefayî qet

Wekî kelbê bi zincîr e

Bi kes nabet wefayî qet

 

Wekî kelbî diket gazî

Bi awazê ney û sazî

Demek rûs e demek tazî

Bi kes nabet wefayî qet

 

Demek pîr e demek can e

Demek mîr e demek xan e

Eger çi ew ji hemîyane

Bi kes nabet wefayî qet

 

Ji dunyayê neke bawer

Ku ew bo te bibit yawer

Nema bo Seyyidê Serwer

Bi kes nabet wefayî qet

 

Nema bo Nûh û bo Adem

Nema bo Zal û bo Rustem

Nema bo Seyyîdê 'alem

Bi kes nabet wefayî qet

 

Ne bo Siddîq û bo 'Umer

Ne bo 'Usman û bo Heyder

Ne bo Fexfûr û bo Qeyser

Bi kes nabet wefayî qet

 

Eger şah in eger mîr in

Çi sultanêt cihangîr in

Di dest wê da çi êxsîr in

Bi kes nabet wefayî qet

 

Eger hacî di Ke'bê da

Eger sofî di xelwê da

Hemî jar in di dest wê da

Bi kes nabet wefayî qet

 

Gelo dunya çi xeddar e

'Eceb xûnrîz û xûnxwar e

Ji bo kes ew nebû yare

Bi kes nabet wefayî qet

 

Bu dünyanın elinden qa…..[6]

Çeme çoq yaxşî û e'ladır

Kime qalmiş kime qalur

Bi kes nabet wefayî qet

 

Zihê dinyayî şur-engîz[7]

Zihê qatil zihî xunrîz

'Eceb nuşîst zehr-amîz

Bi kes nabet wefayî qet

 

Fehzer ya exî min ha[8]

Zîhî el-mekaretu’l-xedrî

Fiba'ed wectenib minha

Bi kes nabet wefayî qet

 

Muhemmed Şewqîyê Xanî

Tu pirbêjek bi ezmanî

Bes in şekwa ji dewranî

Bi kes nabet wefayî qet

 

XEZEL

 

Ya Rebî dîsa mûyesser ke ji bo min metlebê

Da bi keyfa xwe bibînim suhbeta dêmkewkebê

 

Suhbetek daim bibînim ez ji wesla dilberê

Têr vexwem ez şerbeta şêrîn ji çaha xebxebê

 

Çav xezala sero qamet hûrîya baxê beheşt

Çehre bedra çardeyê peyda ji burca 'eqrebê

 

Sorgula fesla biharê dilbera ebrû hîlal

Nazika şêrînkelam e ruy meha nexşebê

 

Bê sebeb nînin ji Şewqî nale û ah û fîxan

Walih û sewda û gêj e ji firqeta gîso şebê

 

 

XEZEL

 

Canê me bi endaze bibîn ev çi 'îtab e

Çavdêrî û guhdana xerîban çi sewab e

 

Min gotê: Li pişta çîyê meh bo nexûyaye

Wê gotî: Ji şerma rûyê min meh bi hîcab e

 

Min go: Te dilê min kire nêçîr dê çi lê key

Gotî: Ji bo sifra kerema min çi kebab e

 

Min go: Ku bi 'eyş û terebim xweş bike wextî

Gotî: Ku tereb lazimî eyyamê şebab e

 

Min gotê: Li dergahê şehî dê keme şekwa

Gotî: Bi 'ebes rencê nebe şahê di xab e

 

Min go: Senemê! Ka were ez talibê sulh im

Wê gotî: Filan ya te divêt 'eynî sewab e

 

Min gotê: Bi Şewqî ra çi dê key demê axir

Wê gotî: Kerem min ne nîhayet ne hisab e

 

 

 

XEZEL

 

Ey buta sîmîn leş û gerden zucac

Me ji bilî wesla te nîne ihtîyac

 

Her demê rûyê wekî rojê helat

Kî li şeva tarî dixwazîtin sirac

 

Bi xeramî ger li baxî bimeşî

'Er'er û serwasihê nabit rewac‌

 

Ahuwê ger sehkire wê gerdenê

Dê ji çînê ew hinêrîtin xerac

 

Le'le lêv te ayeta 'ezbu’l-firat

Hîcreta te şubhetê melhê ‘ecac

 

Bendeyê jarê te me ey dilberê

Bûme miskînê şewandîyê lîcac‌

 

Bo reqîbî derneke me ji dergehî

Bi seyê mel'ûn neke me imtizac‌

 

Der xema te Şewqîyê xeste nema

Ji bilî weslê çu derman û 'îlac

 

XEZEL

 

Elhamdulîllah ku ji bextê hişyar

Hêvî me çêbû ji rûyê dildar

 

Min dî cemala bê wêneya wê

Ez her çi bêjim pitir e dused car

 

Wesfa dilovan xelqê bi ihsan

Rû kir veşartî lakin ji exyar

Ne'ta cemalê, wesfa kemalê

Min gotî êk êk emma bi tekrar

 

Ew mehcebîn e, yan lewhê zîv e

Xifşa li çîn e, yan çavê bîmar

 

Roj e li xawer, yan bedrê enwer

Sun'ê Xudayî, yan rûyê dildar‌

 

Ew koremar e, yan zulfê yar e

Xal e li bin guhî, yan miskê Tatar

 

Qewsa vajî ye, yan sûreta nûn

Ebrûyê yar e, yan hacibê nar

 

Yaqûtê can e, li nîva devan e

Sirra nîhan e yan durcê esrar

 

Ew şehde şekker, yan hewzê kewser

Yaqûtê ehmer yan le'lê xwînxwar

 

Durr in, didan in di le'le lêvan

Ya sun'ê Yezdan lê pa nimûdar

 

Erzînek e yan jî ew sêvê ridwan

Ava heyat e yan xebxeba yar

 

Gerden ji nûr e, yan şem' û kafûr

Ew paxila yar, yan sêv û hinnar

 

Ew zendê mehbûb, yan baskê xûb

Yan jî dimê kew bara dilê jar

 

Aya ruxam e yan zîvî xan e

Sehrayê şah e yan sîneyê yar‌

 

Muyê mîyan e yan heblê can e

Ku kes ji wê qet nabit xeberdar

 

Ew serwê 'er'er yan qeddê dilber

Yan jî senewber yan qametê yar

 

Ew şehdê şekker yan ne'tê dilber‌

Ew miskê 'enber yan wesfê dildar

 

Ewsafê dilber min kirîye ezber‌

Ezman mi lew bû şîrê guherbar

 

Ev bilbil e hey, yan saqîyê mey

Mecnûn e bêdil, yan Şewqîyê zar

 

 

 



[1] Li dor jîn û berhemê wî heçîyê bivêt dişêṭ li kitêba me “Mela Xelîlê Sêrtî û Şî’rên wî yên kurdî û ‘erebî” bizivirit, ku li sala 2012 li Dihokê hatîye belavkirin.

[2] Êkemîn seydayê li dor berhemê wî nivîsî mamosta Mihemmed ‘Elî Qeredaxî bû, di bergê êkê da ji kitêba “Bûjandinewey Mêjûyê Zanayanê Kurd” ewa li sala 1998 hatîye çapkirin.

[3] Binêre: kitêba “Bûjandinewey Mêjûyê Zanayanê Kurd”, ya Mihemmed ‘Elî Qeredaxî, bp. 1/131.

[4] Binêre: kitêba “Gundê Mayî li Devera Berwarî Bala” ya ‘Asim Mayî, Dihok 2014, p. 96.

[5] Binêre: kitêba me “Îqdetu’l-Ceman fî teracîmu’l-‘Ulema’ wel Udeba el-Kurdî wel-mensûbîn îla Meden û qarî Kurdistan” Mektebetu’l-Asalet wet-teras eş-Şarqe el-Îmarat, t.1, sene 2008, 3/1238.

[6] Ev hersê rêz bi tirkî ne. (M.S.)

[7] Ev hersê rêz bi farisî ne. (M.S.)

[8] Ev hersê rêz bi ‘erebî ne. (M.S.)


Ê Berê Ava Sar
Ê Li Pey Hêlekan

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.