Bi hezaran Kurd li çolan zindî hatin binaxkirin

Bi hezaran Kurd li çolan zindî hatin binaxkirin

Ji ser wê polîtîkaya qetlîamê ya ku di sala 1983yan de li Iraqê ji teref rejîma Baasê ve li hember Kurdan li herêma Barzan hat destpêkirin 36 sal derbas bûn.

Rejîma Baasê li derdora Basra û Kerkukê 8 hezar kesên ku endamên Eşîra Barzan bûn  zindî binax kir.

 Di wê heyama qetlîaman a ku di sala 1983yan dest pê kir û heta 1991an berdewam kir de 182 hezar Kurdên ji Kurdistana Başûr hatin qetilkirin.

Piştî sala 1991î termên hinek kesên ku ji teref rejîma Baas ve hatin qetilkirin hat dîtin. Di sala 2003yan de li Basra û Kerkukê li rasta bi sedan cenazeyên ku hatibûn binaxkirin hat. Hêj tê texmînkirin ku cenazeyên bi hezaran Kurdên ku hatine qetilkirin nehatine dîtin.

Dema ku dîrok 16ê Adara sala 1988aa nîşan dida li Helepçê zêdetirî 5 hezar Kurd bi çekên kimyewî hatin qetilkirin û zêdetirî 5 hezar Kurd jî birîndar bûn.

Komîteya Gorên Komî yê Iraqê berî vê çendakî bi daxuyanîya ku belav kiribû destnîşan kiribû ku li Çola Samawahê goristaneke komî ya kesên ku ji teref Saddam ve hatine qetilkirin hatiye dîtin.

Di goristana ku hat dîtin de hat diyarkirin 70 Kurdên Feîlî yên ku di nav wan pîrek û zarok jî hene  hatine tespîtkirin.(ÎLKHA)


Ê Berê ÎYAZ BÎN GANEM KÎ YE?
Ê Li Pey Kerwana Umudê li Yemenê xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.