Ew ê Avrupa Yetim Eli li 85 welatan xebatên qurbanê bike

Ew ê Avrupa Yetim Eli li 85 welatan xebatên qurbanê bike

​Avrupa Yetim Eliya ku sazîya alîkarîyê ya navneteweyî ye û xebatên xwe yên qurbanê temam kir ew ê li 85 welatan xebata qurbanê bike.

Hat ragihandin Avrupa Yetim Eliya ku sazîya alîkarîyê ya navneteweyî ye û berî vê çend mehan li Almanyayê hat damezrandin û xebatên xwe yên qurbanê temam kir ew ê li 85 welatan xebata qurbanê bike.

Alîkarê Serokê Giştî yê Avrupa Yetim Elîyê  Huseyîn Ateş derbarê xebatên qurbanê yên ku dê li 85 welatan bên kirin de ji ÎLKHAyê re nirxandinan  kir.

Ateş di nirxandina ku kir de destnîşan kir ew  bi dirûşmeya “Qurbanên we bile di sifreyên mexdûr û yetîman de bibin dia” xebatên qurbanê dane destpêkirin.

Ateş di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ew ê di serî de li Tirkîyê û her wisa li Asya, Afrîka, Filistîn û li welatên Balkanan xebatên qurbanan bikin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “  Avrupa  Yetim Eli berî vê 3 mehan dest bi fealîyetên xwe kir.  Di meha Remezanê xêrxwaz eleqeyeke zêde nîşanî komeleya me dan.  Ev eleqe ezm û cehda me ya di warê xebatan de zêde kir. Di vê bergehê de  me li 75 welatan xebatên xwe da destpêkirin û xebatên me niha berdewam dikin.”

“Dema ku em kesên ku salê carekê goşt dixwin dibînin ezm û cehda me ya xebatê berdewam dike”

Ateş di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ê li Tanzanya, Zanbîyar û Kenyayê nûnerên wan bi xwe beşdarî xebatan bibin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Her wisa ew ê li Tirkîyê jî temsîlkarên me jî hebin. Em xebatên xwe yên qurbanê digel tecrûbeyên xwe yên heyî dikin.  Em diçin malan ziyaret dikin û em dibînin  ku hinek mal salê carekê goşt dixwin. Dema ku em van tiştan difikirin ezm û cehda me ya xebatê zêde dibe.”

Ateş di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ê ji bilî xebatên qurbanê xebatên alîkarîya cil û bergan jî bikin. Ateş di berdewama axavtina xwe de wisa got:

 “Di Îda Qurbanê de ew ê bes qurban nayên serjêkirin.  Me kesên êtîm ji bîr nekiriye. Înşallah em ê di Îda Qurbanê de li Afrîkayê alîkarîya cil û bergan û ya xurekê ji yetîman re bikin.  Her wisa em ê li Tirkîyê jî ji zarokan re alîkarîya cil û bergan bikin. Ez dixwazim ji vê derê bang ji xêrxwazan re bikim.  Ji ber li Ewrûpayê heyama destûrê ye xêrxwaz exlebe tev li Tirkîyê ne. Em ji wan dixwazin ku bila îdê ji bîr nekin.  B i qurbanekî ku dê bidin dibe ku ji wan re derîyeke xêrê vebe û dikarin ji êtîm û mexdûran re bibin hêvî.”

Ateş di berdewama axavtina xwe de diyar kri ew  ê li tevahîya cîhanê xebatên xwe yên alîkarîyê didomînin.(ÎLKHA)


Ê Berê Êşa ku 26 sal in nadeyne: Qetlîama Başbaxlar
Ê Li Pey Zilma PKKê ya li Gêra Cafer û berxwedana destanî

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.