Remezanên berê

Remezanên berê

Hadî Çîftyurekê 110 salî yê ku li Hîlwana Rihayê dijî qala wan remezanên berê kir û diyar kir ew 3 caran di demsala havînê de rojî girtîye.

Kalê bi navm Hadî Çîftyurekê 110 salî yê ku li Hîlwana Rihayê dijî qala wan remezanên berê kir û diyar kir ew 3 caran di demsala havînê de rojî girtîye. Kalê Hadî di berdewma axavtina xwe de remezanên berê û yên îro da ber hev.

“Ji bo wextê fitarîyê top dihat teqandin lê belê dîsa deng nedihat me”

Kalê Hadî di axavtina xwe de qala wan remezanên ku ew di demsla havînê de leqayî wan hatiye kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ez 110 salî me. Berê tiştek zêde tune bû, bêkarî û rezalet hebû. Min di kelekela havînê de ji dayika xwe dipirsî ka te di paşîvê de bo me çi amade kiriye, wê jî ji min re digot ku “Min ji re tû qeland û hêk jî xist navê.’ Xwedayê min, de were tî nebe! Me paşîva xwe wisa dikir.  Me rojîya xwe jî bi wê nanê ku ji Sêweregê distand vedikir.  Berê dengê azanê nedihat gund.  Ji bo bê fêmkirin ku wext e meriv rojîya xwe vekin li Sêweregê top diteqandin. Lê belê dengê wê jî nedihat gundê me.  Ji ber vê yekê me gelek caran rojîya xwe bi texmînî vedikir.  Dema ku em bi rojî bûn me paleyîya xwe bi destê xwe dikir. Xwarina me xelbe şorbe bû.  Carinan jî genim dikelandin û savar çêdikirin.  Xweda  ji Ummeta Muhammed re bibe alîkar û wî perîşan neke. Xweda ummeta Muhammed li dijî dijmin payîmal neke. Wan salan salên xelayê bû. Niha gelek zêde nimet chene, lê belê ez bes mast û dimsê dixwim.

 “Berê dema ku qala dîn dihat kirin însan mirinê didan li ber çavên xwe û xwe nedidan alîyekî”

Kalê Hadî di berdewama axavtina xwe de diyar kir însanên vê demê li pey malê dinyayê de baz didin û xwe di vê oxirê de winda kirine. Kalê Hadî dû re wiha li axavtina  xwe zêde kir: “ Niha her tişt zêde bûye lê belê Mislimantî kêm bûye. Ez bibêjim, nizanim?  Xwedê neke, ger niha şerek biqewime ew ê kesek bêje malê min, ê din bibêje wesayîta min û ê din jî dê bibêje malê min. Lê belê berê dema ku qala dîn dihat kirin însan mirinê didan li ber çavên xwe û xwe nedidan alîyekî. Însan berê di nav birçûbûn û sefaletê de bin jî qedr û qiymeta nimetê dizanibûn. Lewra tunebûn û xela hebû.”

 “Ez 3 caran leqayî rojîya di demsala havînê de hatim”

Hadî Çîftyurek di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew di 20 salîya xwe de dest bi girtian rojîyê kiriye û dû  re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez 3 caran leqayî rojîya di demsala havînê de hatim.  Meha remezanê  li gorî taqwîma mîladî serê 30 salê carekî leqayî heman mehê tê.  Ger em bi vî awayî hisab bikin teqabûlî 90 salan dike. Tê bîra min carekê diya min ji min re got ‘rojî negire, ew ê zadê me tev ji destê me biçe.’ Min jî ji diya xwe re gotibû, mêze bike dayê, bavê min rehmet kir, mirin heye. Min digel vê gotina xwe terka rojîya xwe nekir û di wan german bi xwe de jî rojîya xwe girt.  Li vê dinyayê tiştê herî şîrîn nimêjkirin û di rêya Xwedê de çûyîn e.  Bi heman awayî tenduristî û hizûra malbatê jî wisa ye.”

“Ji ber ku zekat nayê dayîn bereket nemaye”

Kalê Hadî di dawîya axavtina xwe de diyar kir berê însanên baş û nebaş hebûn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Hemd ji Xwedê re niha sihheta min baş e. Carekê yekî ji min pirsî ‘tu çawa wisa bi sihhet î, tu kîjan rûnî bi kar tînî?’ Min jî jêr e got, ehemîyetê bide şevnimêjan, dohnê sereke şevnimêj e, ew dohnê ku di  nav xwarinê de tê bikaranîn fêdeya wê ji însên re tune ye.  Hemd ji Xwedê re ku het îro hema hema ez ji nimêja xwe ya şevê nemam. Di roja me de  bereket nemaye, lewra tu kes zekatê nade. Malê wî çi qas zêde dibe bila bibe dibêje malê min hindik e. Halbûkî zekatê bidin ew ê bereket bikeve mala we.”

Kalê Hadî di dawîya axavtina xwe de diyar kir “Ger em guh nedin fermanên Rebbê xwe em ê perîşan bibin.”(ÎLKHA)

 



: https://ku.ilkha.com/haber/15671/kal-110-sal-qala-wan-remezann-ber-kir 


Ê Berê Şivanên koçer rojîya xwe li ber pêz vekirin
Ê Li Pey DERDÊ BÊDERMAN FÎRAQ E

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.