Êş û jana Qetlîama Enfalê hêj nehatiye jibîrkirin

Êş û jana Qetlîama Enfalê hêj nehatiye jibîrkirin

Digel ku ji ser Qetlîama Enfalê ya ku bi destên pêlîstokên emperyalîstên Xerbî li hember gelê Kurd ê Misliman û mezlûm hat kirin 32 sal derbas bûbûn jî êş û jana qetlîamê nayê jibîrkirin.

Dema ku dîrok Sibata sala 1988an nîşan dida rejîma Baasê li Iraqê li hember xelkê Kurd ê Misliman hareketa jenosîd û qirkirinê da destpêkirin û vê êrîşên xwe heta serê meha Îlonê ya sala 1988an domand. Di encama êrîşên çekdarî û kimyewî de bi tevahî zêdetirî 189 hezar Kurd hatin qetilkirin. Digel ku ji ser Qetlîama Enfalê ya ku bi destên pêlîstokên emperyalîstên Xerbî li hember gelê Kurd ê Misliman û mezlûm hat kirin 32 sal derbas bûbûn jî êş û jana qetlîamê nayê jibîrkirin.

Hîndren Cafer Hemedê ku malbata wî di qetlîama Enfalê de hat qetilkirin derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivî û qala wan rojên bi êş û elam kir.

Hemed di daxuyanîya ku da ÎLKHAyê de destîşan kir dema ku êrîşa kimyewî ji teref rejîma Saddam ve li hember Kurdan hat kirin ew li gundê Balîsana Şeqlewaya Hewlêrê digel malbata xwe dijîya û ew wê demê 5-6 salî bû ku di wê êrîşa ku hat kirin de temamê malbata wî hat qetilkirin.

Hemed di berdewama axavtina xwe de diyar kir dema ku dîrok şeva 16ê Nîsanê nîşan dida Partîya Baasê ya Saddam bi çekên kimyewî êrîş bir li ser gundên wan û di wê êrîşê de ew û malbata wî xelas bûn; lê belê di êrîşa duyemîn de temamê endamên malbata wî hatine qetilkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di wê êrîşa duyemîn de bes ez xelas bûm, wê demê e 5 salî bûm. Niha ez li Hewlêrê  li camîyekê melatîyê dikim û li Diyarbekirê jî di beşa îlahîyatê de  lîsansa bilind dikim.”

 “Qetlîama Enfalê tevde ji 8 qonaxan pêk tê”

Hemed di berdewama axavtina xwe de diyar kir bi wan êrîşên ku li Kurdistana Iraqê hatin kirin hat xwestin gelê Kurd di pêvajoyan de ji holê bê rakirin û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: “ Êrîş bi Enfalê dest pê kirin. Ev êrîşên Enfalê tevde ji 8 qonaxan pêk tên ku êrîşên ewil li Bergûlê û Sergelûya Silêmanîyê dest pê kirin. Di wan êrîşên ku li van her du waran hatin kirin de gelek însan hatin qetilkirin.  Dû re jî êrîş birin li ser Koyê, Kelar Kifrî, Germîyan, Balîsan û Xoşnawetîyê. Ev êrîş jî ji 3 merhalayan pêk dihat û armanca wan a 3 merheleyan jî  ev bû; ji ber ku herêm çiya bûn, rejîm nikaribû wan deran têxe bin kontrola xwe. Ji ber vê yekê çendîn caran çekên kimyewî bi kar anîn. Hikûmeta Iraqê ji bo Kurdan qetil bikin û ji holê rabikin ayeta Enfalê ya Qur’anê dan êrîşên xwe. Gelê me top dikirin û di çalan de bi kepçeyan bin ax dikirin. Êrîşa ewil a kimyewî di 16 Nîsanê ya slaa 1987an de li Balîsanê hat kirin. Di vê êrîşê de 200-300 kes şehîd bûn. Wê demê ez li wê derê bûm. Demsal bihar bû û ez digel dê û bavê xwe dijîyam. Dema ku min ji diya xwe re got ku bêhna xazê tê, bavê min paçikek şil kir û avêt ser serê me da ku em jê tesîrdar nebin. Dû re em ketin wê şikefta pişta mala me da ku em ji xazê zirarê nebînin. Li Balîsanê şikeftek hebû, gundîyên me tev ketin wê derê da ku xwe muhafaze bikin. Em jî ji gund derketin û berê xwe dan çiyayên li hemberî gund.”

 “Çermê bedena min ji ber kîmyasalê wek cilan jê radibû”

Hemed di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew bi xwe teslîmî Saddam nebûne; lê belê hinek gundî bi waada Saddam ‘Ez ê we bidim tedawîkirin’ teslîmî wî bûne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber êrîşa kimyewî exlebeyê gundîyan  kor bûbûn û çermên wan şewitîbûn. Li gorî ku meta min dibêje, ez wê çaxê di hembêza diya xwe de bûm û dema ku min ji hembêza diya min girtin çermê bedena min ji ber kîmyasalê wek cilan jê radibû. 3 tesîrên çekên kîmyasal hebûn: korbûn, bêhn çikîn û şewitîna çerm.  Ji ber vê yekê xelk îdare nekir û teslîmî Saddam bû. Saddam jî wanan tevekan kuşt. Hinekan ji wan bir Hewlêrê û hinekan jî bir Silêmanî û ew bi zindî bin ax kir. Êrîş ber êvarî hat kirin, ji ber ku baran dibarîya tesîra kimyasalan kêm bû. Ger rehma Xwedê tunebana yek ji me jî sax nedima.”

Hemed di berdewama axavtina xwe de diyar kir di êrîşa ku wê rojê hat kirin de zêdetirî 100 kesan mirin û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: “Bavê min pêşmerge bû, ji ber ku dizanibû ew ê bê kuştin teslîm nebû. Lê belê xelkê sîwîl teslîm bû û Saddam ew kuştin. Bes pîrekan û zarokên 2-3 salî anî avêt Xelfanê. Xelkê Xelfanê Xweda ji wan razî be, ji wan re bûn alîkar û ew derman kirin. Wê demê kalê min jî li wê derê bû. Kalê min got ku ew  bi xwe 10 kesên birîndar şûşt. Di êrîşa ewil de zêdetirî 100 kesan hatin qetilkirin. Ji van 85 kes xelkê Şêxwesanê bûn ku ew gund li pişta Balîsanê bû. 42 kes jî ji gelê Balîsanê bûn.”

 “Dê, bav û xweha min a 2 salî şehîd bûn”

Hemedê ku diyar kir ‘êrîşa duyemîn di pêvajoya heftemîn a Enfalê de hat kirin’ di berdewama axavtina xwe de diyar kir “ Di wê pêvajoyê de Saddam hat Xelîfanê û got ku ‘Divê derdora Balîsanê ji Kurdan bê paqijkirin.’  Di 31ê Tîrmeha sala 1988an de dîsa êrîşa kimyewî li Balîsanê hat kirin û di vê êrîşê de nexasim malbata me hat hedefgirtin. Li derveyî Balîsanê şikefteke bi navê “Kûne Sîxûr” hebû. Di vê şikeftê de dê, bav û xweha min û ji bilî wan 4 kesên din tevde 7 kes dijîyan. Di vê êrîşa ku hat kirin de diya min a 23 salî ya ku ducanî bû, bav û xweha min a 2 salî şehîd bûn. Wê demê ez ne li wê derê bûm. Kalê min ji bavê min re gotibû ‘Ger tu di êrîşa Saddam de bimirî, bila ev zarok li ba min bimîne. Di malbata me de bes ev lawik heye, bila nesla me pê berdewam bike.’ Dema ku 2 meh ji ser vê gotinê derbas bûn, êrîş hat kirin. Xelkê derdorê hatin hawara birîndaran û kesên mirî jî binax kirin. Ji ber ku êrîşa kimyewî bes li herêmekê hatibû kirin hejmara mirîyan kêm bû. Weke cara ewil êrîş nehatibû kirin. Di êrîşa ewil de Balîsan, Şêxwasan û derdora wan hatibû hedefgirtin. Lê belê êrîşa duyemîn li herêmeke ku ji 500-600 metre çarçik pêk dihat hat kirin ku di vê êrîşê de malbata min şewitî û şehîd bû. Êrîşa ewil li gund û ya duduwan jî ji bo zêdetir kes bimirin li çîyayan hat kirin.”

 “182 hezar Kurd hatin qetilkirin”

Hemed di berdewama axavtina xwe qala wan rojên bi elem û keser kir û wiha axivî: “Êrîşên Enfalê di pêvajoyê de li herêma Badînana Dihokê û li Kerkuk, Silêmanî û Hewlêrê hat kirin. Li gorî gotinan di van êrîşan de 182 hezar Kurd hatin qetilkirin. Elîyê Kîmyewî di axavtina xwe de dibêje ‘ Çi ye, hema hûn dibêjin 182 hezar; qet nebe herî kêm 100 kes ji teref me ve hatine kuştin.’  Di rastîyê de ew bi xwe jî tiştên ku ew kirine îtîraf dike. Li herêma me Balîsanê 200-300 kes mirin.  Di 16ê Adarê de êrîşeke kimyewî li Helepçe, Sergelû, Bergelû, Koyê, Balîsan, Wera, Xeta, Melkan ûm Dihokê hat kirin. Di êrîşa ku li Helepçeyê hat kirin de 5 hezar Kurd hatin qetilkirin û gelek zêde însan birîndar bûn. Ji ber ku kesên ji ber êrîşa kimyewî birîndar bûbûn nedihatin dermankirin tev dimirin. Temamê xelkê herêmê birîndar bûbû. Di fermîyetê de hejmara kesên birîndar hatibû tespîtkirin, lê di rastîyê de hejmara birîndaran zêdetir bû. Divê yekîneyek bê damezrandin û derbarê vê yekê de xebatekê bidin kirin.”

Hemed di berdewama axavtina xwe  de diyar kir digel  32 sal ji ser êrîşan derbas bûbe jî  hêj tesîran kimyasalan xwe di bedenên însanan de nîşan didin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Li ser Wezareta Şehîdan û hikûmeta Kurdistanê wezîfe ye ku ji birîndaran re alîkarî bikin.  Ji wan kesên ku navê wan li ba Wezareta Şehîdan qeydkirîne re alîkarî tê kirin û ger pêwîst be li derveyî welêt jî tên dermankirin. Li gorî derfata xwe dibin alîkar. Elbet hinek nexweşî hene nikarin bên tedawîkirin. Digel  32 sal ji ser êrîşan derbas bûbe jî  hêj tesîran kimyasalan xwe di bedenên însanan de nîşan didin ku ev yek xwe di zarokên ku nû tên dinyayê de zêdetir nîşan dide. Li Balîsanê hinek kes hene ku divê reşikatîya çavê wan bên guhartin ku ji bo vê yekê ji Amerîkayê derman hatin anîn. Mînak ez bêyî berçavkê ber xwe nabînim. Di sala 2013an de doxtor ji min re got ku ew ê tu ji ber tesîra kimyasalê kor bibî. Wezareta Şehîdan ez birim Tahranê û min da amelîyatkirin. Piştî amelîyatê vê berçavkê dan min û ji wê rojê ve çavê min baş in. Ev jî îmtîhaneke Xwedê ye.”

 “Tolhildana esil li ba Xwedê ye”

Hemed di dawîya axavtina xwe aqûbeta Saddam Huseyîn û yên din ên ku qetlîaman kirin di bîran xist û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Zalim û zilma wan heta heta dewam nake. Dixwaz bila ev kes Saddam be û dixwaze bila kesekî din be.  Xweda muhlet dide wan; lê belê wan îhmal nake. Em Saddam dibînin. Ew qas zilm kir, zarok û pîrekan, ciwan û extîyaran kuşt. Lê di netîcê de li ber çavên du lawên xwe yên bi navê Kusey û Udey  hat kuştin. Çi wextî dibe bila bibe, Xweda dê întîqama mezlûman bistîne.  Xweda nesîb kir ku em bi van çavan întîqama zilmên ku li Kurdan hat kirin bibînin. Ev a li dinyayê bû; em ê li qiyametê jî bibin gilîdar. Înşallah ew ê şehîdên me ji me re bibin şefaatkar. Em naxwazin bi gotina hakimekî întîqama me bê girtin.  Înşallah ew ê Xweda tola me jê bistîne. Ew ê tola bêdê û bêbav mayîne û ji hezkirina wan dûrmayînê li vê dinyayê çawa bê standin?”

(ÎLKHA)


Ê Berê Şehîdên Qerecdaxê li ber serê qebrên xwe hatin bîranîn
Ê Li Pey Teqwîma bernameya “Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Sinneta Wî” diyar bû

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.