Bikaranîna Zimanê Kurdî

Bikaranîna Zimanê Kurdî

Sernivîsa Kovara Kelhaamed hejmara 39an

Di medyaya Kurdî û gelek berhem û axaftinê Kurdî yên roja me de zimankî cuda hin bi hin rûdinê. Bikaranîna zimanê Kurdî jixwe hindik e îja îro zimankî ne tebî’î, ji eslê Kurdî dûr, teqlîd û tercume, ne ‘ilmî û ne edebî pêş ve diçe.

Ziman jî wek çand û ‘ilm û fêmber û fikrê bi derbasbûna zeman çêdibe, pêşde diçe û xwe nû dike. Eviya tişkî tebî’î ye û gerek çê jî bibe. Lê ev çêbûn û pêşveçûn gerek li ser esasê xwe were avakirin. Çewa ku li ser halê xwe yê kevnare bimîne nabe, xwenûbûneke ku wî ji esl û esasê wî dûr dike jî nabe. Mesela zimanê Tirkiya îro ne zimanê Tirkiya beriya Îslamê, dewra şamanizmê ye. Em karin bejin ji sedî not zêdetir hatiye guhertin. Tirkên îro ji zimanê wê demê qet fêm nakin.

Piştî ku qewmê Kurd dînê Îslamê qebûl kir û bû Musluman çand û zimanê wî jî bi derbasbûna sal û qerna li gora Îslamê him bi him xwe nû kir û şekil sitend. Bi vî hawayî zimanê Kurdî bi wehya Îlahî re hevnasîkir. Bi vê hevnasiyê re hinik kelîme û îstîlahên nû ji xwe re qebûl kir û di nav xwe de mezckir. Kelîmeyên ku bihna şirk û delalet û xurafeyan ji wan dihat him bihim hatin jibîrkirin û avêtin. Zimanê Kurdî bi rengê heqîqet û hîkmetê hat xemilandin. Çewa ku ‘adet û exlaqê cahilî hatin terkkirin, kelîme û îstîlahên ku wan ‘adetan didin îfadekirin ew jî hatin terkkirin.

Di pêvajoya dîrokê de zimanê Kurdî çewa ku ji dînê Îslamê bandor sitend, ji zimanên cîranên xwe yên Musluman jî bandor sitend û bandor li wan kir. Zimanê ‘Erebî, Farisî û Tirkî. Zimanê Kurdî digel van her sê zimana bû bira û malbat.

Her çiqas dînê me yê ‘Ezîz û pak û paqij sekulerizm û neteweperestiyê munker dîtiye û nehya me jê kiriye jî di nav me de kesên nezan, kesên ku zû tên xapandin û kesên ku meyla wan pirtir li ser dunyayê bû xwe bi sekulerizm (dunyaperestî) û neteweperstiyê ve girtin. Piştî herba cîhani ya yekemîn ‘Ereb û Tirk ji hev veqetiyan û her qewmî dewleta xwe sazkir, Faris jî ji berê ve xweyê dewleta xwe bûn, Kurd di nav her sê qewman de hatin parkirin û bê dewlet man. Ev hal, bû sebebê ku di nav Kurdan de sekulerizm û neteweperstî bêtir bela bibe. Neteweperstê Kurdan, li hermber Tirk û ‘Ereb û Farisan înfî’al û bertek nişandan. Di gelek zeman û mekanan de mucadela navbêna wan wergeriya bibal şer ve û ji heddê şer’î derket. De’wa her dû terefa jî bu de’weke ku Îslam pê ne razi ye.

Ev înfî’al sîrayetî civak, siyaset, ziman û edebiyata wan jî kir. Neteweperestê Kurdan di ziman de li hember kelîmên ‘Erebî, Farisî û Tirkî derketin. Di bedêla wan de kelîmê Kurdiya kevn a beriya Îslamê, yan jî kelîmê emperyalist û mêtingehkaran tercîh kirin. Çawa ku di bedêla alfabeya ‘Erebî de a latînî tercîh kirin.

Xaleke muhîm jî ev e: Em Kurdên bakûrê Kurdistanê di bin tesîra perwerdehiya bi Tirkî de mane. Gelek kesên ku xwe li axaftin û nivîsandina Kurdî dikin xwedî kelîme û cumleyên xwe wek ê Tirkî rêz dikin. Bi vî zimanê ku ji rihê Kurdî dûr, bête’m, şibhê tercumê û ne tebî’î rojname, kovar, tercume û hetta kitêp derdikevin. Ev hal fêdê nade Kurdan û Kurdayetiyê. Hetta em karin bêjin zirara wî ji fêda wî bêtir e.

Hacî Qadirê Koyî wiha nezm kiriye:

Her Kurd e le beynî kullî millet

Bê behr e le xundinî kîtabet


Ê Berê Kerwana Umûdê kêfa yetîman anî
Ê Li Pey “Hûn çima ji vê zilmê re bêdeng dimînin?”

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.

    Zêdetir