JI Weşankarê Kelhaamed

JI Weşankarê Kelhaamed

الحمد لله رب العالمين والصلاة والسلام علي خير خلقه محمد وعلى اله و صحبه اجمعين

Xwendevanên hêja!

Bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal û sal hevdû dişopînin, xwe nû dikin. Rebbê ‘Alemê bi vê dewrkirina zeman firseta xwenûkirinê didie me jî. Bi hejmareke nû, hejmara sîw nehan em bi we re ne.

Di sernivîsa vê hejmara me de, di xeberdan û nivîsandinê de bikaranîna zimanê Kurdî hatiye nirixandin. Di mijara Kurdayetiyê de vêya meseleke gelek muhîmm e. Zimanê Kurdî bi sebeb ku ne direwacê de ye û di nav qewmê xwe de ne zimanê perwerdehiyê ye her wekî qewmê Kurd ew jî nayê muhafezekirin. Her kes li gora zanebûn û nezanebûna xwe wî bikar tîne, pê diaxive û dinivîse. Bi vî hawayî gelek ğeletî him bi him di ziman de cî digrin, meşhûr dibin. Lazim e kesên ‘eleqedar li meselê xudî derkevin.

Nivîsa nivîskarê me Mûhemmed Baran, Cevdet Karaman û Osmanê Hemîd derheqê dîroka me ya nêz a civakî û siyasî de ye. Dîroka me ya nêz a civakî û siyasî jî her wekî me’lûmê we ye, mixabin dîroka jan û êş û elemê ye. Bi rastî Kurdan, mudaxele bi siyaseta dewletê jî nekirine. Çi dema siyaseta dewletê bû mekanizma zûlmê û zulmû te’de li Kurdan jî kir, Kurdan jî xwest ku xwe biparêzin, nehêlin zulum werekirin. Mesele tev ev e. Çi dema em dixwazin hinkî dîroka xwe bibîr bînin tu dibînî ku jan bi dilê me dikevbe. Çimkî bûyer tev li ser vê hatine hûnandin. Îdî lazim e ku zalim neyên jibîrkirin.

Nivîsa M. Mustefayê Mela ‛Elîyê Êzdarî bi navê Kevoka Delal bi terzê şi’ra sebest hatiye nivîsandin. Şi’reke gelek hêja û edebi ye, bi remz û nişana hîs û xiyalên dûr di nav kelîman de nêzî ‘eqil kiriye.

Her wiha nivîsa Fethullah Yalçın bi navê Navê Te Zînet jî wek şi’rê hatiye nivîsandin. Gelek telmih û îşaret tê de hene. Bi kelîmeyên kevn û nû me’neyên ku di fikrên me de derbasdibin hatine îfadekirin.

Bi xwendina van her dû nivîsan fikr û qelbê merev di ‘alema xiyal û heqîqetê de derdikeve seyrû temaşa zeman. Madî, musteqbel û hazir… dozvanê heqîqetê, laûbalîtiya heqnenasan, quretiya ehlê îqtîdaran, dengê herikandina avên kaniyan bi nermayî, zewqa sırra bayê zozana, babîsok û firtone…

Di vê hejmara me de nivîsek li ser ‘Aimek Welûd û Rêzanek Navdar “Mela ‘Ebdulkerîmê Muderrîs” Hêmnin Omar nivîsandiye. Û hûnê şi’ra ku li ser seyyid, ‘alim, mucahid, mutteqî, rêzan û muhacir Seydayê Mela Se’îd hatiye nivîsandin bixwînin. Seyda di ber doza Îlahî a mezlûma de hîcret kiribû û li muhaceretê ‘erebe lê qelibî, di fedla şehîdan de çû ber rehma Xweda. Esasen tu şi’r, tu nivîs van kesayetan nikarin îfade bikin. Li ser kesayet û jiyana rêzanên wiha lazim e bi hindikayî kitêb werin nivîsandin. Baweriya me ev e.

Û Roboskî. Her wekî hûn jî dizanin me ew ji bîr nekirye û em ji bîr jî nakin. Ev jî pelek ji pelê dîroka mezlûmiyeta me û rûreşiya qirêj a Xwedê nenasa ye. Fexreddîn Şemrexî bi şeklê tiyatroyê li ser Qerqelî û Roboskîyê nivîsandiye.

Nivîsên me yek ji yekê bi qîmettir e. Bi xwendina vê hejmara em bawerin xwendevan wê gelek îstîfadê bibinin.

Bimînin di xêr û xweşiyê de.


Ê Berê Kerwana Umûdê ya Êlihê raporta fealîyetên xwe ya sala 2018an daxuyand
Ê Li Pey Li 10 welatan 51 hezar Qur’ana Kerîm hat belavkirin

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.