Yuksel: Dîroka rastî ya derbarê Kurdan de tê veşartin

Yuksel: Dîroka rastî ya derbarê Kurdan de tê veşartin

Dîroknas-Nivîskar Mufîd Yuksel nirxandinên nîjadperest û neteweperest ên ku ji ber salvegera “Zafera Melezgirt”ê tên kirin rexne kir û balan kişand li ser erka dîrokî ya Kurdan a li Melezgirtê.

Ji ber minasebeta “Zafera Melezgirtê” hinek bernameya hatin tertîpkirin û di van bernameyan de derbarê Kurdan de hinek nirxandinên neyînî yên wek “Di Zafera Melezgirtê de tu erka Kurdan tuneye, Kurd piştî zafera Melezgirtê bûne Misliman” tên kirin ku ev yek bû sedema bertekan. Ji bilî vê derbarê vî şerî de gotinên nîjadperest û qewmîyetperest tên gotin.

Dîroknas-Nivîskar Mufîd Yuksel, derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir û balan kişand li ser erka dîrokî ya Kurdan a di Şerê Melezgirtê de û gotinên nîjadperst ên ku derbarê Kurdan de tên gotin.

“Diroka rastî tê veşartin”

Yuksel di nirxandina ku kir de diyar kir ew şîroveyên ku derbarê Melezgirtê tên kirin de xelet in û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ew gotinên nîjadperest û qewmîyetperest ên ku di van pêlên dawî de tên bilêvkirin di hinek komên Îslamî de belav dibin. Gotinên mîna “Jixwe di nav Kurdan de Misliman tunebûn, PKK heye. Ji berê ve di nav Kurdan de Îslam zeîf bû an jî tunebû. Piştî ku Alparslan hat Melezgirtê, Îslam di nav Kurdan de belav bû. Berî niha tunebû” tên vegotin ku ev gotin heqaret in. Rastîyên dîrokî venabêjin û derewan dikin. A rastî nabêjin û tahrîf dikin. Derbarê vê mijarê de di destê me de gelek belge û gelek çavkanîyên dîrokî hene. Piştî Resûlê Xwedê, di dema Hz. Ebubekir de dema ku Misliman dest bi fethên ewil kirin, him hatin Iraqê û him jî Şamê. Di dewra Hz. Omer de jî Misliman heta Şêrt û Bidlîsê hatine. Dû re jî hatine Diyarbekirê(Amîd) û wê derê fetih kirine û dû re çûne Îranê. Li rojavaya Îranê exlebe Kurd dijîn.”

 “Warê sereke ya Kurdan herêma ku jê re Çiyayê Zagrosê tê gotin e”

Yuksel di berdewama axavtina xwe de de balan kişand li ser warê ewil a Kurdan û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Warê sereke ya Kurdan herêma ku jê re Çiyayê Zagrosê tê gotin e. Ji wê derê belavî hawîrdorê bûne û di dîrokê de cihê xwe girtine. Kurd berîya Îslamê jî heta Êlih û Çemê Dîcleyê hatine. Digel vê li herêma Silêmanîyê jî bi cîh bûne. Di dîrokê de cara ewil Mesûdî bi Kurdan re dikevin pêwendîyê. Mesûdî berî Selçûqîyan jiyane. Di berhemên bi navê Futuh-ul Buldan(Fethan Dewletan), Belazûrî(Ebu'l-Hasen Ahmed b. Yahyâ b. Cabîr b. Davûd el-Belazurî) û di çend cihên din de qala Kurdan tê kirin”

 “Di wê nexşeya ku di kitêba Mahmûdê Kaşgarî ya bi navê ‘Dîwana Lugata Tirk’ de derbas dibe de herêmeke bi navê Kurdistan heye”

Yuksel di berdewama axavtina xwe de derbarê dîroka Kurdan de agahî dan û nirxandineke wisa kir: “ Di kitêbên kevin ên erdnigarîyê de, di salên 370 ên hicrî de qala Kurdan tê kirin ku Melezgirt bi xwe di 470ê Hicrî de qewimîye. Ango tê qalkirin ku Kurd berî şerê Melezgirtê bi 100 salî bûne Misliman. Ji van kitêbên dîrokî yek jî kitêba bi navê Hudud-ul Alem e. Eslê vê kitêbê Farisî ye û wergera wê bi Ingilîzî û Erebî jî hatiye kirin. Di vê kitêbê de qala Cebelê ku jê re niha Hekkarî tê gotin tê kirin û tê diyarkirin ku ehlê wê derê Misliman in. Her wisa berîya Melezgirtê, hêj dema ku Selçûqî di holê de tunebûn di wê nexşeya ku di kitêba Mahmûdê Kaşgarî ya bi navê ‘Dîwana Lugata Tirk’ de derbas dibe de herêmeke bi navê Ard-ul Ekrad ango Welatê Kurdan-Kurdistan heye.  Ango di kitêbên berê de qala Kurdan tê kirin. Mesele di Musneda Ehmed bîn Hanber de qala Caban el-Kurdî tê kirin û tê diyarkirin ku ew ji tabîîn e. Ji bilî wê  di kitêban de qla Şêx El-Kurdî tê kirin ku ew jî ji tabîînan e. Hetta di kitêbên Osmanîyan de tê diyarkirin ku di sala 751 a hicrî de piştî Emewîyan wefat kiriye û qala keramet û pêwendîya wî ya bi Ehlî Beytê re tê kirin. Ji nav Kurdan ev qas alim,tabîîn û tebayê tabîînan derketine. Ji bilî van kesekî bi navê Ebul Wefa el-Baxdadî  heye. Di wan destnivîsên wî yên li pirtûkxaneya Parîsê ye de tê nivîsin ku ew Kurd e û hetta şêxê wî bi xwe jî Kurd e.Kopyayeke van destxetan li ba me heye û temamê van belgeyan aîdî berîya Selçûqîyan e.”

 “10 hezar leşkerên Kurd di bin fermandarîya Alparslan de li dijî Bîzans û Romê şer kirine”

Yuksel diyar kir Tuxrul Beg, berî şerê Melezgirtê û Alparslan bi 10 salan  hatiye Baxdayê û li wê derê bi cî bûye û yekîneyeke ku ji Kurdan pêk tê damezrandiye. Yuksel dû re wiha got: “ Piştî vê yekê jî Kurd û Tirk di bin xîlafeta Abbasîyan de hatin ba hev û ev heta hatina Alparslan  berdewam kir. Alparslan pêşî tê alîyê Qersê û ji Şeddadîyan destê alîkarîyê dirêj dike. Şeddadî jî Mislimanên Kurd bûn û li wê herêma ku jê re Anî tê gotin mizgeftên wêran ên ku ji dewra wan mane hene. Di du kitêbên bi navê ‘Sabt Îbn-ul Cevzî û Mîratuz Zaman fî Tarîhîl Ayan’ a ku zêdetirî 40 cildan e de tê gotin dema ku Alparslan tê Melezgirtê 10 hezar leşkerên Kurd beşdarî artêşa wî dibin. Ev yek di çavkanîyeke din a dîrokî de jî tê gotin. 10 hezar leşkerên Kurd di bin fermandarîya Alparslan de li dijî Bîzans û Romê şer kirine. Ev her du çavkanî di Selçûqîyan de çavkanîyên esil in. Digel vê yekê di Sazîya Dîroka Tirkan de, ji teref Alî Sevîm ve tê diyarkirin ku derbarê zafera Melezgirtê de ev her du çavkanî çavkanîyên dîrokî ne. Ango dewlet bi xwe vê yekê dibêje. Lê niha tiştekî cuda dibêjin.”

 “Îftîrayan davêjin alimên Kurd û dixwazin wan bêîtîbar bikin”

Yuksel di berdewama axavtina xwe de diyar kir heta berî vê du salan jî gotinên neteweperstî nedihatin bilêvkirin û ev gotin hêj nû nû derdikevin holê. Yuksel dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev yek projeyek e. Wek sekuler dixwazin neteweperstî û qewmîyetperestîyê bikin. Ev yek jî encama wê tifaqa ku bi MHPê re hatiye kirin e. Ji ber tifaqa ku hatiye kirin hikûmet meylî wan dike û wan rastîyên dîrokî weke ku hene neqil nakin, vedişêrin û naxwazin bibînin.  Dixwazin zirarê bidin îtîbara wan alim, zahid, fermandar, ewlîya, mutesewwûf ên ku ji nav Kurdan derketine. Wek mînak; Selahaddînê Eyyûbî, Nureddîn Abdurrahman, Molla Gûranî, Mewlana Xalid, Bedîuzzeman û gelek kesên din ên mîna wan ên ku ji nav Kurdan derketine îftîrayan davêjin wan da ku qedr û qiymeta wan a di nav Kurdan de kêm bibe û zirar bigihijê îtîbara wan. Ev şexsîyet nirxên hevpar a Mislimanan in. Vaye ev nirx niha tê xwestin bên tunekirin. Ev yek projeyeke mezin e. Bi vê projê tê xwestin ku di nav Mislimanan de şer bê destpêkirin. Hinek kes di nav îqtîdarê de hene ku berê kitêbên Seyyîd Kutub dixwandin û xwedîyê nasnameya Îslamî ne hebûn, ew bi xwe jî bes bo xatirê vê tifaqa ku hatiye kirin dengê xwe dernaxin. Ev rewşeke pir xirab e. Divê demildest dev ji vê yekê bê berdan.”

 “Gelek alimên Kurdan di Melezgirtê de cî girtin”

Yuksel di berdewama axavtina xwe de balan kişand ki ser erka Kurdan ên di Melezgirtê de û wiha axivî: “Tê gotin ku di Melezgirtê de û di şerên din de jî tu erka Kurdan tune ye.  Lê ya rastî ne wisa ye. Hatiye îspatkirin ku gelek alim û rêberên Kurd  di gelek şeran de cî girtine û destek dane.Wek mînak; di herbeke ku di dewra Osmanîyan de rû daye de Seyîd Taha digel murîdên xwe destek dayê. Ev yek di çavkanîyên Osmanîyan de hatiye nivîsandin. Hetta tê diyarkirin li ser Seyîd Taha aşîreke bi navê Soma ya Kurdan a ku li Îranê dijîya tê îqnakirin da ku digel Osmanîyan şer bikin û ji wan re alîkarîyê bikin. Ev belge di destê me de hene. Di vê projeya mezin de ji Milsimanan çend kom jî ji vî karî dibin amûr.”

“Hewl didin wê îxaneta ku ji PKKê dîtine malî temamê Kurdan bikin”

Yuksel di dawîya axavtina xwe de diyar kir hewl tê dayîn temamê Kurdan wek xaîn bên nîşandan û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “Niha dibêjin ‘Em bi PKK û Barzanî re hatin bal hev û em xapandin. Naxwe temamê Kurdan bi vî awayî ne.’ Di nav wan de fikreke wisa belav bûye ku ev yek pir bi xetere ye. Naxwe tu çima bes bi PKKê re hevdîtinê dike û bes wî ji xwe re muxatab digire? Ew Kurdên mayî bo we tê çi wateyê? Me vê yekê di televîzyonan de pir got, lê wê demê ji xeynî PKKê tu kes muxatab nehat girtin. Meseleya Kurdan bes bi wan re muzakere kirin Di meseleya Rojavayê de jî wisa kirin. Lê belê ji ser van meseleyan temamê xelkê bi tiştekî nehesibandin, muxatab negirtin û wek xaîn hesibandin tiştekî rast nîne. Mafê tu kesî tuneye ku vê yekê bikin û netîceya wê çi dibe bila bibe em ê li ser vê meselê bisekinin û destûrê nedin vî karî. Ev problem dibe sedem ku li memleket dabeşbûn û pevçûnên mezin pêk bê. Em nikarin  tiştekî wisa qebûl bikin û divê em ji vê yekê re bibin mani’.”(ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/13597/droka-rast-ya-derbar-kurdan-de-t-vesartin 


Ê Berê “Bila Qanûna Tekke û Zavîyeyan bê rakirin”
Ê Li Pey “Jiyan bi Nimêjê Xweş e”

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.