Ya Resûlellah Resûlê Qureşiyû Medenî

Ya Resûlellah Resûlê Qureşiyû Medenî

Mela Hesenê QERENAZÎ Amadekar: Ehmed FARÛQ

Ya Resûlellah Resûlê Qureşiyû Medenî[1]

Selwê bağê melekût î we gula her çemeni[2]

 

Qabe qewseyn nezera wehdetê sirrê la mekan

Ji melek û îns û cinnan xassê tu bûyî tenê[3]

 

Textê lewlak ji evîna ezelî da te Xudê[4]

Bi qudûma te senem bûn di cîhanê pêkenî

 

Te nezer kir li semaê ji heybet ker bû hîlal[5]

Hate îmanê bi tesdîq xweş melikê Yemenê

 

Rehmeten lîl’alemîn bû hat cîhanê ey beşîr

Ji mesx û xesfê[6] hin xelasbûn hin bi îman bûn ğenî

 

Mewlûda te narê Faris, Nehrê Sawe kir ‘edem

Kullê esnam û melikan sernuşîvbûn[7] di dine

 

Paye textê te gihîşt eywanê Kîsra kir xerab

Deng ji Ke’bê hat û go pak bûm ji esnamê dine

 

Mu’cîczê te dersebawet hiştî heyran kahinan[8]

Payê te şînkir di gavê hişkê daran ‘elenî[9]

 

Nîv esabi’ê te avek şubhê Kewser bûn rewan

Têr vexwarin leşker û wan xuyûlê tîhenî[10]

 

Hêj tu derpuştê peder bû[11], dê Yehûd hatin bi kîn

Kir helak narê semawî wan cuhûdê wesenî[12]

 

‘Acizê cahil çi zanit qedrê mewsûfê Xuda

Kafiyê wesfê te nayê medhê ezman û çenî[13]

 

Bê edeb hatim tewafa Te eya nûrê Xuda

Dê bixum ah û enînan ta biçim nîv kefenî

 

Ax û sed hesret dibêjim min dîsa carek bidîta

Bikira surmeê çeşman heriya wî wetenî[14]

 

‘Asiyû şermende me ey Şahê ‘alem destegîr[15]

Kun şefî’en lî bî cahî neclîke el Hesenî[16]



[1] Qureşî: Qureyşî. Medenî: Ji Medînê (Medineli)

[2] Selwê bağê melekût î: Tu dara selwayêyî (selvi ağacısın) di bağê ‘alema melekût de. Çemen: Çîmen

[3] Qabe qewseyn: Nêzîkbûna bibal Xuda ve bi qasî du kevanan. Sirrê la mekan: Sirrê wî Xwedayê ku mekan jê re nîne. Yanî nêzîkbûna bibal Xweda ve bi qasî du kevanan û nêrîna Xwedayê bi tenê û jê re mekan tuneye ku ev jî sirr e, ev sirrê ha, ji melek û însan û cinan ji te tenê re vebûye.

[4] Bi sebeb ku Xweda ji ezel ve ji te hezdikir te gihand meqamekî werê ku di wî meqamî de ji te re got: Eger ne ji te bûna min felek nedixuliqandin.

[5] Ker bû hîlal: Hîlal bu du şeq

[6] Mesx: Baweriya ku dibêje rihê însan di keve heywanan. Xesf: Rezalet, kêmketin, helak

[7] Sernuşîv: Ketin, hilweşandin

[8] Dersebawet: Di zarokantiyê de. Kahinan: Kahinler

[9] Cihê ku te pêlêdikir bi şeklekî ‘elenî darê wê yê hişk şîndikir.

[10] Esabî’: Tilî. Xuyûlê tîhenî: Hespên tî

[11] Tu hê di pişta bavê xwe de bûy. Yanî tu hê ne welidîbûy

[12] Cuhûdê wesenî: Cihûyê pûtperest

[13] Medhê ezman û çenî: Medhê ku bi ziman û bi çenê tê kirin

[14] Min heriya wî wetenî (welatî) bikira kil û di çavê xwe bidana.

[15] Destegîr: Alîkar, yerdımsever

[16] Bi hurmeta lawê (neviyê) Xwe Hz. Hesen tu j imin re bibî şefa’tkar. Ev malik ‘Erebi ye.


Ê Berê “Xwedîbûna statûyê mafê Kurdan e jî”
Ê Li Pey Platforma Nesla Qur’anê ji daneza bêedeb a li Fransayê re berteka tund nîşan da

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.