JI WEŞANKARÊ KELHAAMED

JI WEŞANKARÊ KELHAAMED

Kovara İslamî, Çandî û Hûnerî Banga Heq Ji Kelhaamed bi hejmara Biharê derket

الحمد لله رب العالمين والصلاة والسلام علي خير خلقه محمد وعلى اله و صحبه اجمعين

Bihar e.

Ji bo wîladeta pîroz kaînat bi ‘eşq û coş di haziriyê de ye.

Meha adarê berf û seqema çîle dihelîne, paqij dike. Meha nîsanê rehmetê dibrîne. Meha gulanê li her derê bî gulê Mûhemmedî wechê me dîkenîne. Deşt û zozan û çîyayên me bi gul û kulîlkan xwe di xemilandinin. Rihber bicandibin. Zerrat û heşerat û nebatat û teyr û tuyûr xwe nîşandidin, bi zimanê xwe hemd û sena û şukrê Rebbê xwe dikin.

Û mumin,

Di malên xwe, camî û meydanan de bi selewat û tekbîran Fexra Kaînatê, Qasidê Rebbê ‘Alemê, Rehmeta mucessem ji bo ‘aleman, Sedra Rîsaletê, Rêberê însanîyetê… bibîr tînin, vî nî’metê mezin tînin ziman, şukur dikin.

Xwendevanên hêja!

Em malbata kelhaamed jî di nav van hazirîw xebatan de ciyê xwe distînin. Ji ‘aşiqekî Pêxemberê Xweda Mela Hesenê QERENAZÎ qesîdeyek şibhê qesîdeyên Melayê Cezerî, me ji we re neqand. Bi van malikan gazîdike:

Ya Resûlellah Resûlê Qureşiyû Medenî

Selwê bağê melekût î we gula her çemeni

Ev qesîde, wek aveke şêrîn diherike û xwendevanê xwe dibe huzura Fexra Kaînatê û tîne. Wekî din jî çend helbest û nesrên bi qîmet di vî warî de nivîskarên me ji bo we nivîsandin.

Demsala bîharê bi hinik bîranînên din jî dagirtî ye. Salvegera wefata pêşkêşê serhildana Kurdan li hember zulma nejatperstîyê Mela Mustefa Barzanî di yekê adarê de ye. Bi vê munasebetê şi’ra T. Î. Doskî ya bi navê “Serkêşê Kurdanî Mela” me ji bo we hilbijart.

Wekî din:

Fexreddîn Şemrexî bi şeklê skeçê “Gulîzar û Gulîstan” nivîsandiye. Ji bo jiyana civaki ya Îslamî û ğerbî nivîseke gelek bi zewq merev dixwîne. Nivîskar Cewdet Kraman rêzenivîsa xwe ya bi qîmet a bi navê “Tew Dinyayê” di vê hejmarê de jî didomîne.

Çend nivîsên bi zaravayê Zazakî jî di kovarê de cî digrin. Wek helbest, çîrok û meqaleyên Îslamî.

Ji ğeyrî van bi hemî nivîsên xwe yên cûr be cûr kovara me tije û dagirtiye û ji bo na îstîfadekirina we xwendevanên bi qîmet amade ye.

Keremkin.


Ê Berê Qazî Muhammed di 71emîn salvegera îdamkirina xwe de tê bîranîn
Ê Li Pey Ji xanima Şeyhmus Alpsoyî nameyeke dilzîz

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.