Çavuşoglu: Rejîm neketiye Efrînê

Çavuşoglu: Rejîm neketiye Efrînê

Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu destnîşan kir arteşa Sûrîyê neketiye Efrînê.

Mewlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derve derbarê îddîaya lihevkirina PKK/PYDê û birêveberîya Sûrîyê de daxuyanî da û nirxandinan kir.

Çavuşoglu di daxuyanîya ku belav kir de derbarê îddîayan de wiha axivî: “ Hêzên rejîmê neketine Efrînê û têketina wan jî nediyar e. Rejîma Esed di warê têketina Efrînê de dudilî ye.”

Çavuşoglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir “Helwesta me ya li dijî rêxistinên terorê eşkere û teqez e û kî hewil bide YPGê biparêze ew kes bo me wek YPGê ye.”(ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/11618/cavusoglu-rejm-neketiye-efrn 


Ê Berê Şehîdê ku dîwarê Ke’beyê lê kiriye: Şehîd Sileyman Akyuz
Ê Li Pey Rêwîyên ewil ên umrê yên sala 2018an bi diayan hatin şandin

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.