Serokatîya Daîreya Harekata Taybet hat rakirin

Serokatîya Daîreya Harekata Taybet hat rakirin

Digel qerara Lijneya Wezîran a ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin Serokatîya Daîreya Harekata Taybet hat rakirin.

Digel qerarnameya di hukmê qanûnê de ya bi nimreya 697 a ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin Serokatîya Daîreya Harekata Taybet a di bin bunyeya Midûrtîya Giştî ya Ewlehîyê de hat rakirin.

Serokatîya Daîreya Harekata Taybet a ku di sala 1987an de ji bunyeya Serokatîya Daîreya Asayîşê hat wergirtin  û di Serokatîya Daîreya Harekat û Micadeleya bi Terorê de organîze bû ku di sala 1993an de ji ber ku bûyerên terorê zêde bûn navê wê gelek caran hat rojevê û navê wê tevlî gelek bûyerên dereqanûnê yên mîna Çeteya Susurlukê bûbû.

Di salên 1990an de ji  ber ku personelên wê rayeyên zêde suîstîmal kirin dem bi dem dihat rojevê.(ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/11166/serokatya-dareya-harekata-taybet-hat-rakirin 


Ê Berê Teleba tahlîyeya Alpay, Altan û Ilicak hat redkirin
Ê Li Pey Wezareta Karên Derve kesên ku dê biçin Amerîka hişyar kir

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.