Kesên ku mexdûrên ‘Mor Beyîn’ê bûn ji wezîfên xwe re hatin îadekirin

Kesên ku mexdûrên ‘Mor Beyîn’ê bûn ji wezîfên xwe re hatin îadekirin

Digel qerarnameya di hukmê qanûnê de ya bi nimreya 697 kesên ku berî niha ji wezîfeyên xwe hatibûn îhraçkirin ji wezîfên xwe re hatin îadekirin.

Di hejmara îro ya Rojnameya Fermî de qerarnameya di hukmê qanûnê de ya bi nimreya 697 hat weşandin. Li gor qerarnameya ku hatiye weşandin 1823 kesên ku berî niha di kamûyê de dixebitîn û ji ber sepana bi navê ‘Mor Beyîn’ a ku bi sepana ByLockê ya ku FETOyîst bi kar dianîn re têkildar bû ji wezîfê hatibû dûrxistin. Ji van kesên ku ji ber vê sepanê hatibû dûrxistin û mexdûr bûbûn tev de 1283 kes ji wezîfeya xwe re hatin îadekirin û 262 kes ji kamûyê hatin îhraçkirin.(ÎLKHA)

: http://ku.ilkha.com/haber/11160/kesn-ku-mexdrn-mor-beyn-bn-ji-wezfn-xwe-re-hatin-adekirin 


Ê Berê “Ji ber ku min nehişt sayaca min biguherînin ji min re cezaya ceyrana qeçax birîn”
Ê Li Pey “Dadgeha Qanûna Bingehî sînorên hiqûqî derbas kiriye”

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.