Yekîtîya Alimên Misliman a Cîhanê bo Qudsê banga çalakîyên girseyî kir

Yekîtîya Alimên Misliman a Cîhanê bo Qudsê banga çalakîyên girseyî kir

Yekîtîya Alimên Misliman a Cîhanê li dijî îlankirina Qudsê wek paytexta sîyonîstên îşxalker bo Qudsê banga çalakîyên girseyî kir.

Piştî ku ji teref Amerîka ve hat diyarkirin ew ê seferata xwe ya li Telavîvê veguhezînin Qudsê û ew ê Qudsê wek paytexta sîyonîstan bê îlankirin re ji teref Yekîtîya Alimên Misliman a Cîhanê ve li dijî vê qerarê daxuyanîyek hat belavkirin û ev qerar wek ‘gavekî ku dê herêmê bikin dojeh’ hat wesfandin.

Di berdewama daxuyanîyê de  bang li welatên Îslam û Ereban hat kirin da ku qerara Amerîka red bikin û dû re wiha hat gotin: “ Ev qerar dê temamê Mislimanan Fîlîstînî û yên din sewqî parastina maf û bajarên xwe yên pîroz bike. Em wek Alimên Misliman bangê dikin da ku xelk di vê mijarê de bê îhyakirin û bo Qudsê her roja înê li dijî qerara Amerîka xwepêşanan bê lidarxistin û çalakî bên kirin.”

 Serokê Yekîtîya Alimên Misliman a Cîhanê Yusuf El-Karadavî derbarê mijarê de diyar kir ji Mescîda Eqsayê û Qudsê tawîzdayîn ne tiştekî hêsan e  û dû  re wiha got: “ Em ji Mescîda Eqsaya qibleya duyemîn a Mislimanan e û ji Qudsê tawîzdayînê qebûl nakin. Qerarek wisa ji teref kî ve bê dayîn bila bê dayîn em ê vê yekê qebûl nekin.”(ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/10734/yektya-alimn-misliman-a-chan-bo-quds-banga-calakyn-girsey-kir 


Ê Berê Abbas: Em ê bo Qudsê şer bikin
Ê Li Pey Di TBMMê de bo Qudsê danezaneke hevpar hat belavkirin

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.