Yapicioglu: Misliman dê nîşan bidin ka Trump ehmeqîyeke çawa kiriye

Yapicioglu: Misliman dê nîşan bidin ka Trump ehmeqîyeke çawa kiriye

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu derbarê qerara Qudsê ya Amerîkaya emperyalîst de ji ser wisa got: “Bi izna Xwedê Misliman dê bi zimanekî ku ew(Trump) jê fêm bike nîşan bidin ka ew ehmeqîyeke çawa kiriye.”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu derbarê  veguhastina sefareta Amerîka li Qudsê û Qudsê wek paytexta îşxalkerên sîyonîstan naskirinê de ji ser hisaba xwe twîtterê daxuyanî da.

Yapicioglu di parvekirinên ku ji ser hisaba xwe ya twîtterê kir de derbarê mijarê de wisa got: “ Ez zen nakim ku Trump fêm bike ka wî derîyeke çawa vekiriye û eqlê wî jî têra vê yekê nake. Lê bi izna Xwedê Misliman dê bi zimanekî ku ew(Trump) jê fêm bike nîşan bidin ka ew ehmeqîyeke çawa kiriye. Wê demê sîyonîst bi xwe jî dê ji Trump re lanetê bînin.”(ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/10732/yapicioglu-misliman-d-nsan-bidin-ka-trump-ehmeqyeke-cawa-kiriye 


Ê Berê Trûmp planê şer eşkere kir
Ê Li Pey Abbas: Em ê bo Qudsê şer bikin

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.