“Parastina statuya Qudsê deynê namûsê ya temamê welatên Îslam û Mislimanan e”

“Parastina statuya Qudsê deynê namûsê ya temamê welatên Îslam û Mislimanan e”

Arîkarê Serokwezîr Bekîr Bozdag derbarê qerara Amerîka ya Qudsê de diyar kir “Parastina statuya Qudsê deynê namûsê ya temamê Mislimanan, alema Îslamê û ya endamên NYyê ye.”

Arîkarê Serokwezîr ji qerara Amerîka ya veguhastina sefareta Amerîka li  Qudsê û Qudsê wek paytexta îşxalkerên sîyonîstan îlankirinê re bertek nîşan da.

Bozdag di daxuyanîya ku ji ser hisaba xwe ya fermî ya twîtterê belav kir de derbarê mijarê de weha got: “Quds izzet, şeref û rûmeta Mislimanan e. Quds ne tenê ya Filîstînîyan bi heman awayî doza hevpar a temamê Mislimanan e. Quds mifteya aştîyê ya Rojhilata Navîn û dinyayê ye. Quds xeta sor a Mislimanan e. Parastina  statuya Qudsê deynê namûsê ya temamê Mislimanan, alema Îslamê û ya endamên NYyê ye.”(ÎLKHA)



: http://ku.ilkha.com/haber/10724/parastina-statuya-quds-deyn-nams-ya-temam-welatn-slam-mislimanan-e 


Ê Berê Henîyye ji qerara kûstax a Amerîka re bertek nîşan da
Ê Li Pey HUDA PAR ji Mislimanên Arakanî re alîkarî belav kir

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.