Ji Hamasê banga “Îna Xezebê”

Ji Hamasê banga “Îna Xezebê”

Hamas ji ber qerara Amerîka ya veguhastina seferetê ya li Qudsê û Qudsê wek paytexta îşxalkerên sîyonîst naskirinê roja înê wek ‘Îna Xezebê’ îlan kir.

Hamas ji ber qerara Amerîka ya veguhastina seferetê ya li Qudsê û Qudsê wek paytexta  îşxalkerên sîyonîst naskirinê bang li temamê komên li Filîstînê kir da ku roja înê li dijî vê qerarê bertekên xwe nîşan bidin.

Di daxuyanîya ku ji teref Hamasê ve hat dayîn de hat ragihandin Quds xeta sor a Filîstînê ye û dû re hat diyarkirin ew ê wek berxwedanê ji vê yekê re û dest danîna Qudsê qebûl nekin û dê ji vê razî nebin.

Di berdewama daxuyanîyê de ji xortên bexwedar hat xwestin ku bi rê û derfetên mimkûn ji planên Amerîka yên derbarê Qudsê de re bersiv bên dayîn.

Di dawîya daxuyanîyê de hat ragihandin roja înê wek ‘Îna Xezebê’ hatiye îlankirin û ji temamê koman hat xwestin ku xwe berdin kolan û meydanan û bertekên xwe nîşan bidin.(ÎLKHA)


Ê Berê 13 kesên ku ji ser medyaya civakî propagandaya PKKê kirin hatin girtin
Ê Li Pey Henîyye ji qerara kûstax a Amerîka re bertek nîşan da

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.