Şehîd Seyyîd Kutub

Alim û mutefekkîrê Misirî Seyyîd Kutubê ku di warê Îslamî de bûye xwedîyê nasnameyeke bijarte û di oxira bawerîya xwe de micadele kiriye û şehîd bûye.

Şehîd Seyyîd Kutub
Şehîd Seyyîd Kutub

Seyyîd Kutubê ku li Misirê meyla ber bi Xerbê ve rexne dikir, li dijî  bêexlaqîyê radiwestîya û bo xelk bibe xwedîyê şiûr û nasnameya Îslamî  ya winda bûyî hewl dida û xebatan dikir û her wisa digot ku divê têgihiştina Îslamî divê ji nû ve bê înşakirin berî vê 52 salan ji teref serokê dewleta Misirê Cemal Abdunnasir ve hat şehîdkirin.

Kutubê ku xwedîyê tefsîra bi navê Fî-Zîlal-îl  Qur’an a ku alema Îslamê jê îstîfade kiriye û ji gelek hereketên Îslamî re bûye meşal e ye, di sala 1906an de li Kalîaya gundê AsyUta bajaroka Misirê ji dayik bû û hêj nebûbû 10 salî ku Qur’anê hifz kir.

Di serê wan seydayên ku perwerdehîyê didan Seyîd Kutub û jê re seydatî dikirin de Mehdî Allame dihat.  Allema derbarê telebê xwe de di wextê wê de wiha gotibû ‘Ji ber ku Seyyîd Kutub bûye telebê min ev yek bo min şahî û kêfxweşîyeke pir mezin e.’

Seyyîd Kutubê ku bi nêrîn û têgihştina xwe tesîrî geleke kom û camîayan kir, perwerdehîya xwe ya navîn û lîseyê li el-Ezher kuta kir û dû re li Fakulteya Dar’ul Ulum a Zanîngeha Qahîrê dest bi xwendinê kiri. Kutup piştî ku di sala 1993an de mezûn bû re li heman fakultê wek wezîfedarê perwerdehîyê dest bi kar kir.

Kutub ji sala 1939an pê ve berê xwe da li ser fikra Îslamî û disa sala 1946an de gotareke bi navê “Dersên Rewşê” nivîsand û di gotara xwe de diyar kir islaha civakê û di vî warî de xebitîna Mislimanan emrê Qur’anê ye. Kutubê ku vê gotarê nivîsand xerabûna exlaqî û civakî ya li Misirê rexne kir. Li gor piranî kesan ev gotar merheleya ewil a têketina Kutub li fikra Îslamî bû.

Kutubê ku di sala 1949an de çû Amerîka nêzî 3 salan jiyana xwe li wê derê domand. Di navbera van 3 salan de Kutup rexneyên gelekî tund li şêwaza jiyanê ya li Amerîka û nijadperestîya ku li wê derê tê kirin rexne kir û medenîyeta Amerîka(!) medenî qebûl nekir û wê red kir. Di heman salan de dema ku li derveyî welêt bû berhema bi navê “Di Îslamê de Edaleta Civakî” amade kir û da weşanê. Kutup dema ku li Amerîka bû ji hevalên xwe re name dişand ku di wan nameyan de her tim rexneyan li civaka Amerîkayê dikir. Di nameyên xwe de digot ku ‘Di medenîyeta Amerîkayê de nirxên rûhî qet tuneye.”

Kutubê ku di berhemên xwe de li dijî têgihiştina Îslamê ya ku bi hurafeyan hatiye dagirtin xêza Îslama rastî micadele dikir, dema ku vegerîya Misirê dev ji karê xwe berda û beşdarî Teşkîlata Birayên Misliman bû. Kutup piştî ku pişta xwe da edebîyatê û berê xwe da Teşkîlata Birayên Misliman bo wî pêvajoyeke nû û girîng dest pê kir. Kutup di nav vê teşkîlatê de dest bi xebatan kir û di tora medyayê ya teşkîlatê de bo xelkê Misirê zirarê meylkirina xerbê kir û hewl da xelkê Misirê îhya bike.

Şehadeta Seyyîd Kutub

Dema ku dîrok 1ê Mijdara sala 1954an nîşan dide Îxwanul Muslîmun bi têeşebûsa sûîqestê ya li dijî Cemal Abdunnasir hat îthamkirin ku di wan salan de Kutub bi xwe jî di nav sefên Îxwanê de bû. Di encama vê îthama ku hat kirin de Kutub jî di nav de gelek endamên Teşkîlata Birayên Misliman hatin girtin û ji Seyyîd Kutup re 15 sal ceza hat dayîn.

Di pêvajoya girtîbûnê de gelek îşkenceyên giran li Seyyîd Kutub hatin kirin ku di encama van îşkenceyan de ji rovîk û mîdeyê Kutubî xwîn hat. Piştî ku 10 salan di girtîgehê de hat girtin re ji ber problemên tenduristîyê bi şerta ku di mala xwe de bimîne û derneyê derve di sala 1964an de hat berdan.

Seyyîd Kutub piştî ku hat berdan re di sala 1965an de berhemeke bi navê “Nîşaneyên Li Ser Rê” weşand ku ji ber vê yekê hat girtin. Piştî vê pêvajoyê ew û Îxwanul Muslîmun bi teşebûsa darbeya li dijî dewletê hatin îthamkirin.

Dema ku derbarê wî de qerara îdamê hat dayîn ew bişirî

Di pêvajoya darizandinê ya ku berdewam dikir de derheqê Kutub de qerara îdamê hat dayîn, lê belê ew di beramberê vê qerarê de bişirî û kêfxweş bû, lewra ew dê gihaştibana Xwedayê xwe.

Piştî ku derbarê Seyyîd Kutub de qerara îdamê hat dayîn re, zilmên Cemal Abdunnasir bo ku wî ji doza wî vegerînin  bi xweha wî Hamîde Kutub re ketin pêwendîyê û bi wasitaya wê ji Seyyîd Kutub re vê peyamê şandin “ Ger beyan bike ku gotin û hareketên te yên heta niha tev şaş û xelet in û ger tu Serokomar Cemal Abdunnasir lêborîna xwe bixwazî dê hikmê îdamê ya derheqê te de xera bibe û tu dê serbest bimînî.”

“Ez ne zelîl im ku ji Xerbê merhemetê teleb bikim”

Hamîde Kutuba ku nedixwast kekê wê Seyyîd Kutub bê îdamkirin, peyam û daxwaza zilamên Nasir gihand Seyyîd Kutub; lê belê bersiva Kutub teqez û bêtawîz bû: “ Ger min îdam heq kiribe û ev yek bi fermana Xwedê be, ez nikarim ji vê yekê re îtîrazê bikim; lewra ji vê yekê re îtîrazkirin neheqî ye. Lê ger ez bibim qurbanê zilma xerbê, wê demê jî ez ne zelîl im ku ji Xerbê merhemetê teleb bikim!”

Resûllah ji min re got ‘Tiştê ku ketibû li ser milên te, te kir. Şehîdî li te pîroz be.’

Ustad Seyyîd Kutub piştî qerara îdamê ji wan kesên ku dihatin ziyareta wî re van gotinên wek dûr û gewheran digot: “Xemgîn nebin, Resûlê Xwedê hat xewna min. Li hespa spî siwar bûbû û ji min re got ‘Tiştê ku ketibû li ser milên te, te kir. Şehîdî li te pîroz be.’ Kutub bi van gotinên xwe îxlas, samîmîyet » teslîmîyeta xwe ya ji Xwedê re nîşan dida.

Ev gotinên Seyyîd Kutub cardin teslîmîyeya wî ya ji Xweda re û qewîbûna wî ya bawerîyê nîşan da û ev ek bû wesîle ku di nav alema Îslamê de wek mucahîdekî mînak û rêber bê naskirin.

Qerara ku derheqê Kutub de hat dayîn alema Îslamê rakir ser pîyan, meş û xwepêşan hatin lidarxistin û qerara ku hat dayîn hat şermezarkirin. Û hat daxwazkirin ku qerara ku hatiye dayîn bê betalkirin; lê belê di 29ê Tebaxa sala 1966an de Seyyîd Kutubê alim û mutefekkîr hat şehîdkirin.

Ji Seyyîd Kutubê ku di oxira Îslamê de canê xwe feda kir çend gotinên watedar:

-Ew kesên ku rêwîyên rêya Xweda ne qetiyen ji wê rêya ku lê dimeşin bi paşve venagerin û bê hêvî nabin

-Kesên ku xwedîyê pênûsê bin dikarin gelek tiştan bikin, lê bi şerta ku ji bo fikrên wan bijîn dibê xwe feda bikin.

-Ew kesên taxût!Hûn dikarin li ser bedenan hukim bikin, lê li ser fikran qetiyan.

-Bi şêwazeke zelîl tu kes nagihijê hedefeke bi şeref.

-3 kesên ku bûbin yek, ji 100 kesên ku di nav wan de tifaqî tunebe çalaktir in.

-Elbet ummet dê rojekê biwelide, tu welidîn bê êş û elem nabe.

-Ew Îslama ku li heyatan hukim nake ne Îslam e. Dîsa ew Mislimanê ku wê li heyeta xwe tetbîq nake jî ne Misliman e.

-Ev rê rêyeke bi meşeqqet e, stirî  lê hatine reşandin û bi xwîne hatiye xemilandin; ne rêyeke ku gul û çîçek lê hatine reşandine.

-Ew hareketên Îslamî yên ku herêmî ne, jê ne haydar in; lê belê dema ku bi teleb û hareketên siyasî mijûl dibin, hedefên xwe yên esil ji bîr dikin. Dîsa ev hereketên herêmî dûrketina xelkê ji bawerîya Îslamê li ber çavan nagirin û radibin ji hikûmetê teleba tetbîqkirina nîzam û şerîata Îslamê dikin. 

Ê Berê Şêx Ahmed Yasîn
Ê Li Pey