Salih Begê Hênî: Profîla Rewşenbîrekî

Şêx Seîd û rêhevalên wî, ji îmkanên xwe hayîdar bûn. Wan digel îmkanên xwe qiyam tercîh kir.

Salih Begê Hênî: Profîla Rewşenbîrekî
Salih Begê Hênî: Profîla Rewşenbîrekî

Hinek dewrên tarîxê pêk tên ku di wan de mesûliyeteke ji mesûliyetên rojane cûdatir dikeve ser milê însên. Rêzanên millet, ya wê mesûliyetê bînin cî û wek pêşîvanekî mezin têkevin tarîxê, yan jî ewê mistehaqê ğezeba Xweda bibin û ji aliyê millet ve wek newêrek û xaîn bên bibîranîn.  Şêx Seîd û rêhevalên wî hayîdar bûn ku bi giştî Îslam, bi taybet jî xelkê wan bi pêvajoyeke tarîxî re rû bi rû mabûn. Lazimiya herî mezin ku bawerî pê anî bûn, nebêdengî bû, bertek nîşandin bû, qiyamkirin bû. Yên mayî teferrûat bûn. Di qiyamekê de hêzeke ku li ber wê tê sekinandin heye, pêşîvanên qiyamê hene û xelkekî ku gazî qiyamê tê kirin heye. Pêşîvanên qiyamê Şêx Seîd û rêhevalên wî, hem hêza ku li ber wê sekinîbûn û hem jî xelkê ku gazî qiyamê dikirin baş nasdikirin.

Şêx Seîd ‘alimek û pêşîvanekî terîqetê bû. Bi wasîteya xwendekarên li medresê di heqê ehl û aliyên civatê yên mixtelîf de xwedî agahiyên qewî û berfireh bû. Digel vêya jî tim rêwîtiyên îrşadê tertîb dikir, li wan deveran piştî nimêja ‘esrê xîtabî xelkê dikir, bi şev jî bi maqûl û eşrafê civatê re civînên xisûsî li dar dixist, der heqê derdên millet de agahî distendin. Hayîdar bû ku kîjan ‘eşîr dikare çi bike?

Şêx Seîd Efendî weka di mehkemê de jî îfade kiribû, herî zêde bi Salih Begê Hênî bawer bû. Salih Begê Hênî hem xwedî zanîn û çavdêriyên wî bû, weke wî kûpê sirran ê civakê bû, hem jî xwedî qabîliyet bû ku dikaribû zanîna xwe bi peyvan îfade bike, nirxandinên teknîkî bike. Di wan rojan de li ğerbê û li Stenbolê civaknasî zêde dihat ‘ecibandin. Yek kesê ku bi wê zanînê dişteğilî Ziya Gokalp bû. Nêzîkiya Salih Begê Hênî ya bi Ziya Gokalp re çê bûye, dewrekê wek wî ‘eynî eser xwendine. Li nav ‘alema Îslamê gava ku ‘ilmê medresê û zanyariya teknîkî tên cem hev, dahî der tên holê. Salih Begê Hênî ku çend ziman zanibûn, dahîkî heqîqî ye.       

MILLET LI BER TESÎRÊ BERTEKÊ NÎŞAN DIDE

“Dema emrê girtina medreseyan hat dayîn, li her derê tesîreke neyînî kir. Gava hînkirina dînê xwe hat yesaxkirin, tesîrê jî dest pê kir. Qanûna hiqûqa malbatê û yên din… Ğeleyan zêde bû, me armanca xwe zanibû.” “Xelk weka xwe bavêje mirinê xwe diavête pêş, me digot bila em çend kes di oğira dînê xwe de bimrin.” “Ev tevgera me, weka mîtîngeke wehşiyane bû.”* Li gorî Salih Beg îdara ku li Enqerê hatiye avakirin, Şerîeta Îslamê hilanîye û tesîrek pêk anîye. Ji ber tevgera li ber vê tesîrê, xelk hatiye ğeleyanê û “wehşiyane” îsyan kiriye. Tabîra “wehşiyane” ku îro di me’neyên cûda de tê bikaranîn, wê demê di civaknasî de bi me’neya “berteka xelkê ku ya ku karbeşîya wê ya munasîb nehatiye kirin, hiyerarşiya wê nehatiye avakirin û nebûye teşkîlatî” dihat bikaranîn. Salih Beg dide zanîn ku berteka li ber tesîrê gur bûye, bêyî teşkîlatbûnê bûye îsyan û qeyd dike ku kêmasiya herî mezin a qiyamê, ji ber salek zûtir dest pê bûye.

Salih Beg rewşenbîrek e ku qîmetê dide civaknasiyê, nirxandinên xwe li gorî mêzênên wê zanînê dike. Mesûliyeta karekî, li ser sebebên ku wî tiştî pêk tînin e. Li gorî Salih Beg sûcdarê meğdûriyetên ku di qiyamê de qewimîne, bîzzat hikûmeta Enqerê ya wê demê ye. Lewra hikûmet digel zanibû ku wê ev ğeleyan biqewime jî ev tesîr çêkiriye, encam û netîceya wê pêşîn hesab kiriye û plan kiriye û ev plana xwe bi cî aniye. Yên qiyam kirine û xelkê tevlî wan bûye ne sûcdar in, ew meğdûrê tevgerên hikûmetê ne.

KURD MESÛLIYETÊ DIDIN SER MILÊ PÊŞÎVANÊN XWE

Di tarîxê de hemî civatên ku êşên giran dîtinin û ew êşan bi perwerdeyê nekirine sermaye û ji bo pêşerojê nekirine hewm û tecrûbe 1- îtîrazkar in 2- Gava îtaet bikin, dikin mitleq 3- (Lê) ji bo encamê, mesûliyetê nadin ser milê xwe. Ji lew tim pêşîvanên xwe tenkît û rexne dikin, bi qasî ku ewê wan(pêşîvanan) ji bidestxistina hedefên mezin mehrûm bikin, di merhaleya planê de tevger û lebatên wan vedipirsin, gava qani’ bibin dikevin hereketê, lê netîceya hereketê neyînî û menfî be, dibêjin “pêşîvanên me nizanibûn wê çi bikin” û xwe dûrî hereketê dikin. Salih Beg dizane ku ev heqîqet ji bo xelkê Kurd e jî û vêya di mehkemê de bi van gotinan tîne ziman: “…. Niha gava dikeve tengasîyê şêx sûcdar dike, ağa sûcdar dike, li ser herkesî cesareta medenî tune ye ku bêje ‘Belê min ji bo dîn kir’ Kurd jî ji xwe ditirse, ji wî heye ku wê bike sûcê ağa û xwe xelas bike.”*

Şêx Seîd û rêhevalên wî digel ku ev heqîqet zanibûn, çima pêşîvaniya xelkê kir? Ya rastir gelo baweriya xwe bi sedeqeta xelkê anîn û qiyam kirin? Qet’î na xêr… Ew ji wî eqlê ku dikeve nav mêzîna îmkan û hereketê û însên newêrek dike, însên ji bicîanîna rol û wezîfeya xwe dûr dike berî bûn.
Salih Beg vêya bi vê gotinê îfade dike: “Hûn dixwazin ku ji serî heta binî tev mentiqî be, lê planeke me ya weha tune bû.” Yên weha tev digeriyan ne tenê Şêx Seîd û rêhevalê wî bûn. Hemî pêşîvanên misluman ên sedsala 20î ya mîladî ku îmkan çi bin bila bibin bawerî bi esasê rabûna qiyamê anîbûn jî wek wan bûn.

Ma mimkun e ku meriv qiyama Omer Mixtarê ku bi mawzera xwe li ber topên Îtalyayiyan disekinî îzah bike? Yan jî li Bosnayê serhildana rewşenbîrên misluman ku ewilî li ber Yûgoslavyayê paşê jî li ber Sirbistanê sekinîn… Merhûm pêşvînê mislumamanên Bosnayê ‘Aliya Îzzzetbegovîç, vê heqîqetê weha îfade dike: “Em tev nîv dîn in, ciyê baqilan di nav me de tune ye.” Wan weke Hz. Huseyîn, bawerî bi wacibiya qiyamê anîbûn û hewceyiya vêya anîbûn cî. Gava meriv qiyamên wan bi îmkanan îzah bike, meriv ew nasnekirine. Digel tunebûna îmkanan sûcdarkirina rabûna wan a qiyamê, karê wan kesa ye ku li gorî îmkanan li xwedîderketina doza wan difikirin.

LI NAV ME CIVAKA SIVÎL TUNEYE

Du aliyên civaka sivîl hene: 1. Îdareke ku qîmetê dide berteka civaka sivîl 2. Civata xwedî perwerde, kultur, şi‘ûr û sebra wê civaka sivîl pêk bîne… Dema qiyamê ne hikûmeteke ku bawerî bi civaka sivîl anîbû hebû, ne jî xelkê ku dikaribû çalakiyeke civaka sivîl çê bike. Hikûmetê hemî bertekên li hemberî xwe wek “îsyan” didît, têk dibirin û derhal ceza dikir. Li merkeza Diyarbekirê ji berê de, her çiqas qismeke civaka sivîl hebe jî, sîstemeke ku li vê herêmê civakeke sivîl pêk bîne tunebû. Salih Beg ev herdu heqîqetan dizanibû. Li ser pirsa “We îsyaneke sivîl pêk bianiya, ma ewê ne medenîtir ba?” ya heyeta Mehkemeya Îstîqlalê ya ku ji bo dana cezayê îdamê hatibû wezîfedarkirinê, Salih Beg dibêje “Ewê hikûmetê derhal ew îsyan ji hev belav bikira” û piştre jî heqîqeta civaka wê demê tîne ziman: “Nîzameke me ya weha tunebû”*

Di vêya de rastiyeke veşartî heye. Salih Begê ‘alimeke mezin û rewşenbîr, heta dikare gotinên xwe bidîqet dibêje. Mesajên xwe bi nişmîtî digihîne neslên pey xwe. “Întîzam” di me’neyên birêkûpêk, rast û durust, duzen û edilandî de îfadeke erênî ye. Îfadekirina tunebûna wê, serzenîşek e, şîkayetek e, gazin û giliyek e.  Gotina “Nîzameke me ya weha tuneye” ya Salih Beg, dixwaze bila bi Tirkî be û dixwaze bila Kurdî be ku Salih Beg di hûnandina helbestên Kurdî de hosta bû, Salih Beg bi vê gotinê ji bo xelkê xwe, hesret û baweriya xwe ya bi hebûna civaka sivîl îfade dike.    

LAÎK LI ME TESÎRÊ NAKIN

Di heyama Qiyama Şêx Seîd de li Stenbolê, arîstokrasîya Kurd a laîk ku di wê dewrê de bi qasî Wezareta Perwerdeya Mîllî bidene wan û Perwerdeya Bilind teslîmî wan bikin hebû. Ew di quncikên xwe de bi edebiyata li ser Kurdan re meşğûl bûn. Yê tayînî wezîrê Perwerdeya Mîllî dibû, ji begên Cizîrê bû. Yê tayînî Perwerdeya Bilind dibû jî ji Babanan bû. Ew mîrasxurên malbatên mezin bûn. Ew çiqas ji malbatên mezin bin jî, bi fikr û bîr û baweriya xwe ji tesîrkirina li xelkê dûr bûn. Li Diyarbekirê jî çend heb navên nêzî wan hebûn. Diyarbekirê ew hinekî hessas dikirin û nêzî meşğûlbûna bi derdên xelkê re dikirin. Lê dîsa vana îmkan nedida wan ku weke Şêx Seîd û Salih Beg rêzantiyê bikin. Wê demê xelkê, kesên ku ji îman û baweriya wan dûr bana, ji fikr û heyata xwe ya rojane dûr dihiştin. Salih Beg bi qasî xelk nas dikir, kesên di klûbên siyasî de fealiyet dikirin jî baş nas dikir.

Berî qiyamê Dr. Fûat bi Şêx Eyyûbê Sîwregî re tê qetilkirin. Ji Salih Beg Dr. Fûat tê pirsîn, ew jî weha dibêje: “Ez şexsî wî nas nakim, lê ez nikarim bêjim ku Dr. Fûat terefdarê şerîetê bû.” Dr. Fûat mezlûmane hatiye qetilkirin, ne terefdarê şerîetê ye û madem ne terefdar e bi gotina Salih Beg “Di tevlîbûna me ya qiyamê de tesîra kesên wek Dr. Fûat bi qasî zerreyê tuneye.”

Di dewra paş de yên mixalefeta Kurd bi ğeyreteke mezin kirin laîk, tim bi vê heqîqetê hereket kirin, dizanibûn ku ewê li ser xelkê qet tesîrê nekin, ji lew destek dan wan, digel vêya jî nikaribûn pêşiya xizmetên Îslamî bigrin. Piştre xelkê ku berê kesê dûrî baweriya xwe ji xwe dûr dihişt, zihniyeta ku xwe nêzî wan kesên ji baweriya wan dûr jî bike dayê, ji bo mixalefeteke hêsan, mixalefeteke weke xwe der anîn. Îro mixalefeta ku wan bi xwe der anîye, jê re dibêjin “Hereketa siyasî ya Kurd” û bi wê re hemhal in.   

‘ALIM Û SALIH

Şêx Seîd Efendî pêşîvan û giregirên xelkê bi navê “ûlema, fûdala û ûqela” dikir sê sinif yanî ‘alim, xwedî fezîlet û yên bi’aqil… Salih Beg vê sinifandinê dike du qisman: ‘Ûlema û suleha yanî kesên ‘alim û salih. Salih Beg ne li şeklê, li heqîqeta hundir dinêre. Li gorî wî kesekî mela dibe ku devlok û sefîh be, dibe ku ne liyaqî pêbaweriyê be. Jê re kesê bi navê Mela Yûsûf tê pirsîn, ew jî weha cewab dide: “Devlokeke serserî ye, tucar ne liyaqî wesfê pêbaweriyê ye.”*

Lê ji bo Naqib Begê Diyarbekirî dibêje: “Bi kincê xwe ûlema ye û pir salih e.” Ji bo malbata Cemîlpaşazade ya ku li Diyarbekirê giregir û di dewra piştre de xetteke rast nemeşandine jî digel israra heyeta mehkemê Salih Beg nabêje suleha yanî salih û ji vê wesfandinê bidîqet xwe diparêze. Digel li gorî tiştên ji Naqib Bekir Beg stendibûn ku meylî şerîetê dikin jî, Salih Beg wan ji suleha nahesibîne. Li gorî wî salihbûn meqameke xisûsî ye, meyîlkirina şerîetê însanan nake ji ehlê salihan. Salihbûn tiştên ji vêya zêdetir dixwaze. Li gorî Salih Beg divê pêşîvan û rêzanên xelkê, alim û salih bin. Ne hêvîdar e ku qismeke xelkê kultura xwe biguherîne û bilindî meqameke bilindir bibe. Vê bêhêvidarbûna xwe di helbesteke xwe de bi Kurdî weha dibêje:

Eger çêkî ji bo cehşê kerê ra
Ji zêr afîr, li nêv eywanê kesra
Mu`ellîm be ji bona wî Felatûn
Bibe saqî ji bo wî îbnû Sîna
Tu wî av dî ji yenbû`a heyatê
Di şûna êm, bidî wî lewz û xurma
Meke bawer ku dê sahibhuner be
Ewê dîsa wekî bavê xwe ker be
Dema tu wî ji eywanê derînê
Huner nayê ji wî xeynê zirrînê"

Peyva paşîn… Her hal ferqiya Ustad Bedîuzzeman a ji Salih Beg ew bû ku Ustad bawer dikir meriv dikare her qism û aliyên millet perwerde bike. Salih Beg alimekî mezin û rewşenbîr e. Ustad digel vêya mu‘ellîmekî mezin e. Salih Beg di wê baweriyê de ye ku civat çi cewabê bide bila bide, divê meriv gazî wê bike û meriv xwe di oğira hedefên mezin de feda bike; hewceyiya vêya tîne cî. (Belkî jî difikire ku dibe civat bi fedekariyeke mezin şoq bibe û vegere xetta guherbûnê)

Serê mu‘ellîmbûnê baweriya bi îhtîmala guherbûna civatê ye. Ustad bawer dike wê civat bi perwerdeyê biguhere, hemî hebûna xwe feda dike ku civatê perwerde bike. Xweda Allah ji Salih Beg, ji Ustad Beîuzzeman, ji kesên ew gihandine û ji yên di rêya wan de meşiyane razî be.

* Îfadeyên Salih Beg û Şêx Seîd ên di mehkemeyê de


Bertek: Tepki

Birêkûpêk: Düzenli

Çavdêrî: Gözlem

Devlok: Boşboğaz

Hewm: Birikme

Karbeşî:

Lewz:

 

Neyînî: Olumsuz

‘Ebdulqadir TÛRAN

Ê Berê ŞÊX ‘ELÎYÊ HERÎRÎ -1
Ê Li Pey ŞÊX ‘ELIYÊ HERÎRÎ -2