MELA ḤUSEYNÊ BATEYÎ

Melayê Bateyî yekem nivîskarê Mewlûda Kurdî ye ku ji temmamê mewlûdên piştî xwe re bûye mînakek destpêkî.

MELA ḤUSEYNÊ BATEYÎ
MELA ḤUSEYNÊ BATEYÎ

Digel niqaşên cûrbecûrên wek sedsala panzdehemîn, sedsala şanzdehemîn û…hwd li gorî beyana Xalid Sadînî; Melayê Bateyî teqrîben di salên piştî sala 1650yê mladî de li gunde Batê hatiye dinê. Ev gund ḥalê ḥazir bi bajarê Hekarî ve girêdayîye. 

Li gorî Me’rûf Xeznedar jî Melayê Bateyî di sala 1675ê miladî de hatiye dinê. Ev agahî bi me didin zanîn ku Melayê Bateyî di serê sedsala qirnê hivdehemîn de hatiye dinê bes di warê dîroka wîladeta wî de wek gelek hevçaxên wî ji bil texminan tarîxek qet‘î nîne. Digel ku di hinek çavkanîyan de hatiye gotin ku Melayê Bateyî bi eslê xwe Ertûşîye jî li gorî beyana Xalid Sadînî ew ne Ertûşî ye. Ew bi xwe Bateyî ye. Mimkune ku binemala malbata wî ji koçerên Cizîrê be.

Navê Melayê Bateyî yê eslî Ḥuseyn e. Ji ber ku wî di helbestên xwe de mexlesa “Baxtê, Bateyî, Batê Hekarî” bikar anîye ew di nav gel de wek Melayê Bateyî hatiye naskirin. Navê bavê Melayê Bateyî Sofî Mustefa ye. 

Melayê Bateyî di destpêkê de li berdestê birayê xwe ê bi navê Mela Eḥmed dest bi xwendinê dike. Paşê di medresa Zeynel Begê Hekarî de, paşê jî li Miksê di Medresa Mîr Ḥesenê Welîyan de dixwîne. Her wekî ku tê zanîn Feqîyê Teyran jî ji vê medresê rabûye. 

Di warê şi’rê de hostatîya Mela Ḥuseynê Bateyî bê nîqaş e. Bi qasî ku ji helbestên wî dixwîye wî di warê hemî ‘ilmên Îslamî ê wek tefsîr, ḥedîs, belaẋet, edebîyat, fiqih, kelam û… hwd.’de xewndiye xwe ragihandîye û pisporîya wî di van ‘ilman de heye. Ji ber ku wî di nav helbestên xwe de peyvên Farisî, Kurdî, Tirki û ‘Erebî bi hostayî bikar anîye em dikarin bêjin ku wî baş bi van zimanan zanibû. Lewra kesê ku ji zimanekî agahdar nebe nikare di nav helbestên xwe de wî zimanî bikar bîne.

Helbestên Melayê Bateyî ji roja te’lîfê ta nuha li ser zarê gel gerîyane, ji teref gel ve hatine jiberkirin, di medrese û tekyeyên Kurda de, di şîn û şahîyên wan de hatine xwendin. Wek mînak helbesta wî ya bi navê “Hilo Rabe Ebulqasim” a ku li gorî rîwayetekî li ser meqbera ḥezretî Pêxêmber hatiye hûnandin û ji roja hûnandinê ta nuha ji teref gel ve hatiye jiberkirin û ta nûha tê xwendin. Melayê Bateyî di vê helbesta xwe de hesreta xwe ya ji Ḥezretî Pêxember re nîşan dide û bi awayên cûrbecûr bi meqbera wî re dişteẋile. Di vê helbesta wî de hîssîyat û evîn digel hev difûrin. Di dawîya helbestê de daxwaza şefa‘etê bi awayeke aşîkar û zimaneke herikbar tê ziman. Dîsa di helbesetên Melayê Bateyî mijara tewhîd, gazî û zarîyên ji Xwedê Te‘ala bi awayeke aşîkar hatiye ziman. Ji bil evîna Ḥezretî Pêxember û tewḥîdê di helebsetên Melayê Bateyî de evîna beşerî jî bi awayeke aşîkar xwe nîşan dide. Di vî warî de helbesta wî ya bi navê “El-wefayê weslê canan ẋemzidara min nehat û Subḥ û êvarî şeva tarî şemala kê yî tu”  du mînakên balkêş e.

Di warê tarîxa wefata Melayê Bateyî de tarîxek qet‘î nîne. Bes ji ber ku wî helbesta xwe ya bi navê “Ji Çirya Paşî û Pêda Melayê Bateyî Kanê” teqrîben di sala 1760ê miladî de nivîsîye em dikarin bêjin wî yan di vê tarîxê de, yan jî piştî vê tarîxê wefat kiriye. Lewra li gorî agahîyên devkî dema ew bo sefera Muksê ji mala xwe derketiye çûye li ba û bahozê asê bûye û xeniqiye. Piştî ku bihar hatiye cenazê wî di nav berfê de dîtine û ev helbest ji berîka wî derketiye. Li gorî rîwayeteke din wî salekî piştî nivîsandina vê berhemê wefat kiriye. Rastîya herî rast her Xwedê Te‘ala dizane. Di warê cîhê meqbera wî de jî îxtîlaf heye. Li gorî hinek agahîyan ew li Gundê Batê Medfûn e, li gorî hinekan meqbera wî li Muksê ye.

Melayê bateyî bi navê Zulfê û Asmîn du keç, bi navê Tahir kurek li pêy xwe hiştiye. Bi qasî ku em dizanin berhemên ku li pêy Melayê Bateyî mane ev in:

1- Mewlûdname: Ev berhema wî yekem mewlûda Kurdî ye ku di dewsa Mewlûdên ‘Erebî de di şîn û şahîyên gel de hatiye xwendin û piştî xwendina wê ziyafet hatine dayîn. Ev berhema Melayê Bateyî gelek caran li gelek deveran hatiye çapkirin. Gelek şerh li ser hatine çêkirin û ji teref gelek kesan ve hatiye îstînsaxkirin. Eḥmed Ḥîlmî bi xwe jî şerhek li ser çêkiriye.

2- Zembîlfiroş: Melayê Bateî di vê berhema xwe de destana Zembîlfiroş bi awayê nezmê bi zimanê Kurdî vegotiye.

3- Ḥemaîl: Ev berhem bi zimanê ‘Erebî û Farisî hatiye nivîsandin û agahîyên di warê nivişt, ḥemaîlan û fezîleta du‘ayan de ye. 

4- Dîwan: Ev berhem ji helbestên Melayê Bateyî pêk hatiye û bi zimanê Kurdî hatiye nivîsandin. 

Eḥmed Ḥîlmî di Dîwana Cami’ de bi sernavê “Çend Qesîdeyên Mela Ḥuseynê Bateyî Reḥîmehullah” cîh daye şeş helbestên wî.

 

 

Herçî Ku Bi Şer‘A Te ‘Emeldar E Di Dunya

Mela Huseynê Bateî

 

 

Ey ne’tê tu ez ‘erşê ḥeta ferşê şehîra

Ey pertewê nûra te cehan geşte munîra

Ey seyyîdê ‘alem bike perwayê esîra

Ey tacê serê şahan û sultan û emîra 

 

Qed kane lekel-fedl û lekel-cûd û kesîra

Ursîlte îlel-xelqî beşîren we nezîra

 

Taha tu resulê Melîkê ‘erşê ‘ezîm î

Der beḥrê cemalê tu tenê durra yetîm î 

Lu’lu’sifetî der sedefê beḥrê kerîm î

Eḥsentir î ez Yûsûfê siddîqê ḥelîm î

 

Ma kane leken-nasû şebîhen we nezîra

Ursîlte îlel-xelqî beşîren we nezîra

 

Ey serwerê dîn mehbetê ayatê mukerrem

Îsmê te li hindê suḥûfan bûye mufexxem

Lutfa te şeyatîn ji sema kirne mureccem

Ger dê tu nebûya nedibû çerxê mu‘ezzem 

 

Tûba lî men eşfeqte lehû kunte mucîra

Ursîlte îlel-xelqî beşîren we nezîra

 

Ey le’lê lebet ‘ezmê remîmî dikit îḥya

Cûşanî û xurûşan ji firaqa te ne derya

Ber şewqa rûwê tû bûye sergeşte sureyya

Herçî ku bi şer‘a te ‘emeldar e di dunya

 

Kanet lehumul-xuldû ḥerîren we serîra

Ursîlte îlel-xelqî beşîren we nezîra

 

Fexra melekan padîşhê textê Medînî

Yek leḥze giha ‘erşê xeraman bi meşînî

Neh çerxê felek bo te ne sergeşt e evînî

Xelqê ku neînit bi te îman û yeqînî 

 

Têk bûne xesaret we seyeslewne se‘îra 

Ursîlte îlel xelqî beşîren we nezîra

 

Baranê selatan ji Xuda subḥ û ‘eşîyya

Ber seyyîdê muxtarê resûlê ‘Erebîyya

Ber al û we esḥabê ḥebîbê Qereşîyya  

Siddîq û çi Farûq û çi ‘Usman û ‘Elîyya

 

Kanû leke fîd-dînî mu‘înen we nesîra

Ursîlte îlel-xelqî beşîren we nezîra

 

Ey seyyîdê ‘alem senedê nûra hîdayet

Hêvî dikitin em ji te ey sedrê risalet

Meḥrûmê negirî me ji dîwanê şefa‘et

Batî bi cehennem neşihîn rojê qiyamet

 

Qed kunte lehû semme şefî‘en we zehîra

Ursîlte îlel-xelqî beşîren we nezîra

 

 

اَيْ نَعْتِ تُو اَزْ عَرْشِ حَتَا فَرْشِ شَهِيرَا 

اَيْ پَرْتَوِێ نُورَاتَه جِهَانْ گَشْتَه مُنِيرَا

اَيْ سَيِّدِێ عَالَمْ بِكَه پَرْوَايِێ اَسِيرَا 

اَيْ تَاجِێ سَرِێ شَاهَانُ و سُلْطَانُ و اَمِيرَا 

قَدْ كَانَ لَكَ الْفَضْلُ لَكَ الْجُودُ كَثِيرًا 

اُرْسِلْتَ اِلَى الْخَلْقِ بَشِيرًا وَنَذِيرًا

طٰهٰ تُو رَسُولِێ مَلِكِێ عَرْشِێ عَظِيمِي 

دَرْ بَحْرِێ جَمَالِێ تُو تَنِێ دُرَّا يَتِيمِي

لُؤْلُؤْ صِفَتِي دَرْ صَدَفِێ بَحْرِێ كَرِيمِي 

اَحْسَنْ تِرِي اَزْ يُوسُفِێ صِدِّيقِێ حَلِيمِي

مَا كَانَ لَكَ النَّاسُ شَبِيهًا وَنَظيرًا 

اُرْسِلْتَ اِلَى الْخَلْقِ بَشِيرًا وَنَذِيرًا

اَيْ سَرْوَرِێ دِينْ مَهْبِطِێ آٰيَاتِێ مُكَرَّمْ 

اِسْمِێ تَه لِهِنْدِي صُحُفَانْ بُويَه مُفَخَّمْ

لُطْفَاتَه شَيَاطِينْ ژِسَمَا كِرْ نَه مُرَجَّمْ 

گَرْدِێ تُو نَبُويَا نَدِبُو چَرْخِێ مُعَظَّمْ

طُوبَى لِمَنْ اَشْفَقْتَ لَهُ كُنْتَ مُجِيرًا 

اُرْسِلْتَ اِلَى الْخَلْقِ بَشِيرًا وَنَذِيرًا

اَيْ لَعْلِێ لَبَتْ عَظْمِێ رَمِيمِي دِكِتْ اِحْيَا 

جُوشَانُ و خُرُوشَانْ ژِفِرَاقَاتَه نَه دَرْيَا

بَرْ شَوْقَا رُوىِێ تُو بُويَه سَرْ گَشْتَه ثُرَيَّا 

هَرْچِي كُو بِشَرْعَا تَه عَمَلْدَاره دِدُنْيَا

كَانَتْ لَهُمُ الْخُلْدُ حَرِيرًا وَسَرِيرًا 

اُرْسِلْتَ اِلَى الْخَلْقِ بَشِيرًا وَنَذِيرًا

فَخْرَا مَلَكَانْ پَادِشَهِێ تَخْتِێ مَدِينِي 

يَكْ لَحْظَه گِهَا عَرْشِێ خَرَامَانْ بِمَشِينِي

نَه چَرْخِێ فَلَكْ بُۆ تَنَه سَرْگَشْتَه اَڤِينِي 

خَلْقِێ كُو نَه اِينِتْ بتە اِيمَانُ و يَقِينِي

تِێكْ بُونَه خَسَارَتْ وَسَيَصْلَوْنَ سَعِيرًا 

اُرْسِلْتَ اِلَى الْخَلْقِ بَشِيرًا وَنَذِيرًا

بَارَانِى صَلَاتَانْ ژِخُدَا صُبْحُ و عَشِيًّا 

بَرْ سَيِّدِێ مُخْتَارِێ رَسُولِێ عَرَبِيَّا

بَرْ ئالُ وَ اَصْحَابِى حَبِيبِى قَرَشِيًّا  

صِدِّيقُ و چِه فَارُوقُ و چِه عُثْمَانُ و عَلِيًّا

كَانُوا لَكَ فِي الدِّينِ مُعِينًا وَنَصِيرًا 

اُرْسِلْتَ اِلَى الْخَلْقِ بَشِيرًا وَنَذِيرًا

اَيْ سَيِّدِى عَالَمْ سَنَدِ نُورَا هِدَايَتْ 

هِێڤِي دِكِتِنْ اَمْ ژِتَه اَيْ صَدْرِێ رِسَالَتْ

مَحْرُومِ نَگِيرِي مَه ژِدِيوَانِێ شَفَاعَتْ 

"بَاتِي" بِجَهَنَّمْ نَشِهِينْ ڕُوژِێ قِيَامَتْ 

قَدْ كُنْتَ لَهُ ثَمَّه شَفِيعًا وَظَهِيرًا 

اُرْسِلْتَ اِلَى الْخَلْقِ بَشِيرًا وَنَذِيرًا 

Ê Berê MELA YASÎN YUSRÎ
Ê Li Pey