ŞÊX ‘ELÎYÊ HERÎRÎ -1

Ehmed Zeytûnî

ŞÊX ‘ELÎYÊ HERÎRÎ -1
ŞÊX ‘ELÎYÊ HERÎRÎ -1

Baba Tahirê Hemedanî helbestên xwe bi Kurdiya Lorî ango bi zaravaya Lorî  nivîsandine. Em karin bêjin ku li ser Baba Tahirê Hemedanî gengeşiyek heye ku kurd û faris her du alî Baba Tahirê Hemedanî ‘aîdî xwe dibînin. Lê belê dema em li berhemên dema Baba Tahirê Hemedanî dinihêrin, em dibînin ku zimanê wan ne yek in. Bi taybet “Şahnema”ya Firdews û berhemên Baba Tahirê Hemedanî di heman serdemê de ne, lê belê zimanê berhemên wan ne yek in û ji hev cûda ne. Ji ber vê yekê rojhilatnas û Kurdolog, Baba Tahirê Hemedanî wek helbestvanekî kurd dipejirînin. Di vê nerîna xwe de mafdar in. Ji ber vê yekê em dikarin bêjin ku piştî pejirandina ola Îslamê, di nav kurdan de cara pêşîn helbestvanê bi Kurdiya Lorî helbest daye Baba Tahirê Hemedanî ye. Lê belê cara pêşîn yê bi Kurdiya Kurmancî helbest daye jî Şêx ‘Elîyê Herîrî ye.

Ev nayê wê wateyê ku berî wan tu helbest û helbestvan tuneye. Em dizanin ku berî Şêx Elîyê Herîrî hinek helbestvanên kurd hatine. Lê belê tu berhemê wan negihîştiye ber destê me. Em mînak bidin di serdema hikumetên kurdan de: 1-Hesenê Peşnewî 2-‘Ebdussamedê Babek… Ne bi zimanê kurdi bi zimanê ‘Erebî nivîsandine. Ji ber zimanê ‘Erebî serdest bû, zimanê dînê Îslamê bû, ‘alimên kurdan li ser dîn pispor bûn, berhemên xwe bi zimanê ‘Erebî didan. Lê belê berhemên wan negihaştine roja me. Bi heman awayî di serdema mîrektiyan de: 1-Şikrîyê Bedlîsî 2-Mîr Ye’qûbê Zirkî jî bi Kurdiya Kurmancî nivîsandiye, lê belê berhemên wan jî negihaştine roja me. Piştî van zanyariyan pênasiyeke rast bê kirin, em karin bêjin ku Şêx Elîyê Herîrî di edebiyata kurdî ya klasîk de yekem helbestvan e ku berhemên wî bi zaravayê Kurmanci hatine nivîsandin û berhemên wî gihaştine roja me. Ji ber vê yekê di dîroka edebiyata kurdî de Şêx Elîyê Herîrî cihekî girîng digre.

SERDEMA WÎ: Şêx Eliyê Herîrî di sedsala 16. de jiyaye. Ev serdem, serdema mîrektîyan e û di navbera sedsala 13 û 19. de ye. Têkiliyên kurdan berî ‘Usmaniyan bi Safewîyan re hebû. Lê belê dema Safewiyan dewleta xwe ava kir, Şah Îsmaîl cara pêşîn berê xwe da herêm û mîrektîyên kurdan û welatê kurdan dagirkir. Ji ber vê yekê mîrên kurdan bi taybetî jî Îdrîsê Bedlîsî di encama dîplomasiyê de bi ‘Usmanîyan re têkili danî û bi vî awayî li hember Safewiyan îtifaqa Kurd û ‘Usmaniyan pek hat. Lê belê di dîroka edebiyata kurdî de serdema mîrektiyan ji ber girîngiya vê bûyerê dibe du binbeş. Serdema ewil ji destpêka mîrektîyên Kurdan heta tifaqa Kurd û ‘Usmaniyan didome. Binbeşa duyem jî ji tifaqa Kurd û ‘Usmaniyan heta dawiya mîrektiyên Kurdan e. Xulase Şêx Eliyê Herîrî di serdema mîrektiyan de û bi taybetî jî di serdema tifaqa Kurd û ‘Usmaniyan heta dawiya mîrektiyên kurdan de tê senifandin.

Piştî vê tifaqa di navbera Kurd û ‘Usmaniyan de mîrektiyên kurdan heta astekê gihaştine îstiqrareke baş. Di serdema mîrektiyan de gelek nûnerên edebiyata Kurdiya Kurmancî derketine. Di vê serdemê de hejmareke gelekî zêde helbestvanên kurd xuya dibin. Ev serdem di qonaxeke pêşveçûnê de ye. Serdemeke zêrîn e. Em karin bêjin ku edebiyata kurmancî ya klasîk di vê serdemê de derketiye û aîdî vê serdemê ye. Di vê serdemê de ji bo geşbûna edebiyata kurdî, hêmana herî girîng hebûna medreseyan bû. Li kur mîrekî kurdan heba, teqez li wir medreseyek jî hebû. Di van medreseyan de zimanê perwerdehiyê kurdî bû. Gelek helbestvanên navdar di van medreseyan de gihîştine. Ango di vê serdemê de gava em têkilîya medereseyan ji edebiyata kurdî qut bikin, mixabin li ser navê edebiyata klasîk tu bingeh namîne. Medreseyên Kurdistanê di warê edebiyatê de armanceke mezin bi cih aniye. Mixabin piştî damezrandina Komara Tirkîyê, ev medreseyên ku ji bo edebiyata kurdan zêrîn bûn, hatin qedexekirin û berê edebiyata kurdî da ber bingeheke li dijî rehê xwe. Li ser vî rehî nivîskar û edebiyatvanên sosyalîst û kominîst derketin holê. Çawa ku li rojavayê Tirkîyê edebiyateke laik, kemalîst û nijadperest hat çêkirin, bi heman awayi jî li rojhilatê Tirkîyeyê ango li herêma me Kurdistanê jî edebiyateke beramberî wê ya sosyalîst û nîjadperest hat çêkrin. Heta roja îro gelê me yê misilman çi yên rojava û çi yên rojhilat ji ber van bîrdoziyên çewt, pûç, beradayî û li dijî Îslamê dinalin. Em karin bêjin ku sedema vê yekê ya herî bibandor qedexebûn û girtina medreseyan bû. Mîna ew rûh ji cesed hat veqetandin û civak tenê bi laşê xwe yê bêkêr ma.

JI DAYIKBȖNA WÎ: Şêx Eliyê Herîrî jî yek ji wan helbestvanên kevin ên serdema mîrektîyane. Di vê serdemê de yên wekî Şêx ‘Eliyê Herîrî, Melayê Cizîrî û Feqîyê Teyran gihîştine. Li ser jidayikbûna wî henek nîqaş hene. Her çi qas li ser jiyana Şêx Eliyê Herîrî nîqaş hebe û ne diyar be jî li gorî lêkolîner û nîvîskaran bi giranî di navbera 1530 û 1600î de jiyaye. Nîqaş li ser cihê jidayikbûna wî jî he ye. Sedema van nîqaşan ev e ku li ser erdnigariya Kurdistanê bi navê Herîr du gund hene. Ji van gundan yek li bakure Kurdistanê li navçeya Şemzînana Colemêrgê ye. Gundi din jî li başûrê Kurdistanê nêzîkî bajarê Selehaddînê ye. Ev gund wek gundê Şêx Eliyê Herîrî tê pejirandin. Li ser navê wî pirtûkxaneyek jî hatiye sazkirin. Di destpêka gund de peykerekî Şêx Eliyê Herîrî jî hatiye çikandin. (Li gorî baweriya Şêx Eliyê Herîrî ku em dizanin baweriya wî Îslam bû, ev helwesta senemçikandin heram e û bêhurmetî ye.) Bi temenekî bibereket nêzî 70 salî jiyaye û piştre çûye ser rehme Xwedayê Teala. Agahiyen der heqê Şêx Eliyê Herîrî de, ji xeynî konsolosê Erzûrûmê yê Rûs A. Jaba, tevayî devkî ne û ne nivîskî ne. Li gorî konsolosê Rûs yê Erzûrûmê A. Jaba Şêx Eliyê Herîrî li navçeya Şemzînana Colemêrgê hatiye dinyayê.

KONSOLOSÊN KURDISTANÊ Ȗ ARMANCÊN WAN

Li ser Şêx Eliyê Herîrî xebatên herî berfireh û nivîskî ji aliyê konsolosê Erzûrûmê yê rûs A.Jaba ve hatiye tomarkirin. Em karin bêjin ku ev xebatên xwe ne tenê li ser Şêx ‘Elîyê Herîrî, bi heman awayî seranser li ser xaka Kurdistanê meşandine. Ev xebatên wî ji bona ku ji aliye dewletên mêtingeh ve civaka kurdan hîn nêztir bê naskirin û li gorî vê nasînê politîkayên xwe yên gemar li herêma Kurdistanê bigihînin armancê hatine kirin. Di vê serdemê de em dîbinin ku yên mîna A.Jaba hîn li ser xaka Kurdistanê bi armancên xerab tevdigerin. Ez bawerim ku armanca A.Jaba ne edebiyata kurdan bû. Tenê ji bo di pêşerojê de bikaranîna kurdan û durxistina ji Îslamê bû. Îro gava em lê dinihêrin, em dibînin ku bi rastî rêxistin û tevgerên Kurdistanê yên dijberî Îslamê, fêkîyên xebata wê demê ne.

Çawa ku bijîjkek dema dike merivekî nexweş baş bike, hewceye pêşîn teşxîs bike û piştre dest bi tedawiyê bike, bi heman awayî yên mîna A.jaba û îro jî Espînoza dixwaze ku berî her tiştî civakê nasbike û piştre bi yên nêzîkî xwe re hevkariyê bikin. Mixabin ev teşxis ne ji bo tedawiyeke ber bi çêbûnê ve ye. Berevajî ber bi xerakirinê ve ye.

Gelo nayê pirsîn bê ev kesên hanê çi karên wan li ser axa Kurdistanê di nava civaka kurdan de bi rêxistin û saziyên malûm re hene? Gelê me pêwîst e van rastiyan baş bibîne û li gorî van rastiyan tevbigere. Tu carî ne tu xêr ji wan hatiye û ne jî tê. Gelê kurd vê rêgezê hewce ye baş bizanibe û jibîr neke.

-----------------------


Ango: Yani

Aram: Sakin

Ast: Düzey

Bîrdozî: İdeoloji

Dagirkirin: İşgal

Dijber: Karşıt

Perjirandin: Benimsemek

Gelemperî: Genel

Gengeşî: Tartışma

Helwest: Tavır

Heman: Aynı

Serdem: Çağ

Hêman: Öğe, unsur

Komar: Cumhuriyet

Mafdar: Haklı

Mêtingeh: Sömürge

Mînak: Misal

Mixabin: Maalesef

Nijadperest: Irkçı

Ol: Din

Pênas: Tanım

Pergal: Düzen

Peyker: Heykel

Pispor: Uzman

Rawestandin: Durdurmak

Rêgez: İlke

Rojhilatnas: Doğubilimci

Teqez: Mutlak

Tomarkirin: Kaydetmek

 

Zanyarî: Bilginlik

Ê Berê
Ê Li Pey Salih Begê Hênî: Profîla Rewşenbîrekî